8 kes û gorek

  • rojane
  • 09:04 28 Gulan 2019
  • |
img

AMED –  Di sala 1994'an de 3 ferdên malbata Orhan û 5 ferdên malbata Bulut di bin çavan de hatin kuştin û di heman gorê de hatin veşartin. Her du malbatan ji bo xizmên xwe ji gora komî derxin gelek caran serî li rayaderan dan, lê belê hîn jî nikarin xizmên xwe ji gora komî derxînin. Adnan Orhan ku ji bo gora bavê xwe bi salan e tev digere, got her ku ew li ser heman gorê tên cem hevdu êşa roja ewil li wan peyda dibe. 

Di sala 1994'an de li mezrika Adrok a gundê Zara yê Pasûr a Amedê, Tûgaya Komandoyî ya Bolûyê li herêmê operasyon da destpêkirin û malên li mezrikê şewitand. Piştî mal hatin şewitandin malbata Orhan mecbûr ma biçin gundê Zara. Piştî demekê malbatê dîsa li mezrikê li şûna xaniyê xwe kon vedan. Di 24'ê Gulana 1994'an de Tûgaya Konadoyî ya Bolûyê li herêmê dîsa operasyonek li dar xist. Leşkerên hatin gund birayên hev Mehmet Selîm Orhan, Hasan Orhan û biraziyê wan Cezayîr Orhan binçav kirin. Leşkeran hersê ferdên malbatê birin Dibistana Leylî ya Herêmê û 17 rojan ew îşkence kirin. 
 
Adnan Orhan ku wexta bavê wî Mehmet Selîm Orhan hat binçavkirin 10 salî bû. Orhan, bilêv kir ku wexta bavê wî, apê wî û pismamê wî hatine binçavkirin wan bertek nîşan daye û got: "Xwestin bavê min, apê min û pismamê min binçav bikin. Em malbat li dijî vê derketin. Me dizanibû, kî bê binçavkirin vegera wan tune ye. Me pir li ber xwe da. Leşkeran jî li me da. Leşkerekî bi G3 li guhê xwişkek mn da. Ji ber vê guhê wê ker bû. Bavê min birin. Me çi kir û nekir jî, qebûl nekirin ku hatiye binçavkirin." 
 
LI DIBISTANA LÊ XWEND BAVÊ WÎ HAT ÎŞKENCEKIRIN 
 
Orhan, anî ziman ku bi saya kesekî ku tevî bavê wî hatiye binçavkirin hîn bûne ku bavê wî li kuderê bûye û got: "Wê çaxê min li Dibistana Leylî ya Licê dixwend. Lê ji ber şewitandina gundan serdemekê neçûm dibistanê. Leşkerên ji Bolûyê hatibûn li dibistana me diman. Tim bi wesayîtên leşkerî kesên sivîl dianîn. Êvaran qîrîn ji mirovan diçû. Li cihê ku lê dimam min ji hevalên xwe dipirsî, digotin 'Mirovan îşkence dikin.' Bavê min ew jî 17 rojan li wir di binçavan de man. Wê çaxê şahidekî di bin çavan de gotibû, min bavê te li korîdorê dîtiye û li halê wî pirsiye. Bavê min gotiye 'Em nebaş in, îşkenceyê li me dikin. Paşê heman şahid pismamê min Cezayîr jî dîtiye. Wî jî gotiye 'Îşkenceyeke giran li me dikin. Yek hat ji me re got, em ê we berdin. Lê em ê pêşî we bibin kincên gerîlaya li we bikin, dîmenên we bigirin û paşê berdin.' Paşê hew wan dîtiye. Heman şahid, got wî ji mablata Bûlût jî hin kes dîtine." 
 
CENAZE HATIN ŞEWITANDIN Û PERÇEKIRIN...
 
Orhan, anî ziman ku piştî binçavkirinê bavê wî, ap û pismamî wî birine devera gundê Bagcilar ê Pasûrê û got: "Gundiyan ji me re got, li herêmê leşker pir bûne, paşê helîkopeter hatiye, leşker ketine malan û gotine 'Wê pevçûn rû bide, li van deran terorîst hene, hûn têkevin hundir, dernekevin.' Gotin, helîkopter daketiye, paşê dîsa çûye Pasûrê û vegeriyaye heman cihî. Gundiyan, got 'Piştî dengê çekan, qîrîn ji mirovan diçûn. Paşê bêhneke pir giran hat. Piştî tarî ket, em nikaribûn derkevin derve. Lê sibehê zarokan ji bo çêrê heywan derxistin. Çûn û hatine zarokan bû yek. Zarokan got 'li wir hin mirovên hatine kuştin hene.' Em şêniyên gund çûn wira. Cenazeyê 7 kesên ku bedena wan hatiye gulebarankirin li wira bûn.' Ji ber cenaze hatibûn şewitandin mirov nikaribû wan nas bike û li ser wan kincên gerîla hebûn. Keyayê gund jî, demildest diçe navçeyê xeberê digihîne dozger. Rayedar bi helîkopeterê ji Pasûrê hatine û piştî lêkolînê ji gundiyan re dibêjin deverekê bikolin û wan têxinê. Hestiyên 8 mirovên ku bûn êmê heywanan û hatibûn şewitandin dixin vê koncalê." 
 
MALBATÊ TEŞHÎS NEKIR 
 
Orhan, anî ziman ku berî cenaze bên veşartin xeber gihaştiye wan jî û malbata wî çûye li cenazeyan neriye, lê belê ji ber cenaze hatibûne perçekirin û şewitandin malbatê nikaribûye teşhîs bike. Orhan, anî ziman ku tenê gundiyekî li wir qutiyeke cixareyê dîtiye û gotiye 'Ev qutiya Mehmet Selîm e. Min jî ji vê qutiyê cixare pêçaye.'
 
PIŞTÎ 10 SALAN GOR HAT VEKIRIN 
 
Orhan, bilêv kir ku bi salan ew li cenazeyên xwe geriyane, lê belê tim bersiva neyînî girtine. Orhan ku got "Me ji wan re got 'We li ber çavê me ew birin'" da zanîn ku di sala 2004'an de li ser serlêdana hevjîna Kûddûsî Adiguzel gora komî hatiye vekirin. 
 
HESTIYÊN BAVÊ XWE DÎTIN 
 
Orhan, got: "Piştî serlêdanê gor tê vekirin. Lê çawa tê vekirin; bi bivir û bêran dikolin. Hestiyên bi ber destê wan dikevin dibin Stenbolê. Nimûneyê ji malbatê jî digirin û didin ber hev. Lê dibêjin ev ne hestiyên wî ne. Piştî min ev bihîst, ji ber meseleya qutiya cixareyê min xwe bi xwe got 'Qey ên me ne?' Em jî çûn me serî lê da, nimûneya xwînê ji me girtin. Di 2007'an de bi dawî bû. Encam ev bû; yek jê bavê min, yek jê apê min bû, lê gotin pismamê te ne li vira ye. Li ser vê me dîsa şahid dît. Got, ên di binçavan de bi wan re bûne ferdên malbata Bûlût in. Min xwe gihand malbatê û min rewş vegot. Wan jî serî lê da. Derket holê ku hestiyên din ên wan in. Ev yek di sala 2007'an de bi dawî bû û rapor hat." 
 
HESTÎ HATIN WINDAKIRIN 
 
Orhan, bilêv kir ku piştî raporê wan xwestiye hestiyan bigirin lê belê hatine windakirin. Orhan, diyar kir ku karê ku Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê kiriye ne li gor usûlê bûye û got: "Gor li gor usûlê nehat kolandin. Bi bivir û bêran hatiye kolandin. Paşê hestî birine Stenbolê û piştî nimûneya DNA'yê hestî hatine windakirin. Ev bi tena serê xwe bobeletek e. Heta sala 2009'an yanî du salan em li hestiyan geriyan. Pêşî em li windayên xwe, paşê jî em li windayê xwe geriyan. Di sala 2009'an de me got em ê giliyê dozger bikin. Dozger jî nivîsek nivîsand û di nivîsê de got 'Hestiyên we li Gora Bêkesan di parsêla 76'an de ne.' Em çûn me serî lê dan û me xwest em hestiyên xwe bigirin. Ji me re gotin 'Em ê gorê vekirin û kîs bidin we.' Ji malbata Bûlûtê 5 û ji malbata me jî 3 bi giştî 8 cenaze li wira ne. Xwestin di kîsikekî de bidin me. Têkildarî vê min daxwaznameyek nivîsand û min got ez tiştekî wisa qebûl nakim. Min do daxwaznameyê de got 'Ji xwe gelek zilm li me hat kirin. Bi manweiyata me nelîzin.' Min xwest hestî ji hev bên veqetandin û bidin me. Li sser gotina 'bi manewiyata me nelîzin' dozger biryara nevekirina gorê da." 
 
Orhan, diyar kir ku wexta bavê wî hat windakirin ew 10 salî bûye û ji wê çaxê heta niha ew li ber xwe didin û got: "Ev bûyer, bi her awayî tesîr li jiyana me kir, bû cihê travmayên derûnî. Wexta bavê min hat windakirin 10 salî bûm û min got 'çi dibe bila bibe ezê wî bibînim.' Bi salan min dev ji wê lêgerînê berneda. Lê binerin, gor di sala 2004'an de hat vekirin û di sala 2007'an de diyar bû ku hestî yên me ne. Lê hîseke wek 'hestî hatin dîtin, têkoşîn qediya' li min peyda nebû. Li herêmê heman zilm li gelek malbatan hat kirin. Gelek mirov hatin windakirin, ji aliyê hêzên tarî ve. Mirov bi awayekî sîstematîk hatin kuştin, wan avêtin bîrên asîtê, ew îşkence kirin. JÎTEM'a wê çaxê gelek kes winda kirin. Ji ber vê mseleyeke civakiyî ye jî, ji bo hin kesên din neêş in em têdikoşin. A rast bi salan e tim diçim Komeleya Mafên Mirovan. 4 sal in li vira rêvebir im. Di komîsyona windayan de cih digirim. Ji ber zilma li bavê min hat kirin li vira me." 
 
Orhan ku got "Bi rastî dewlet bixwaze jî nikare hesabê evan tiştên hatine serê me bide" û diyar kir ku jiyana wî serobino bûye. Orhan, got: "Çimkî jiyana mirov, pêşeroja mirov serobino dike. Ez diçûm dibistanê, lê mecbûr mam dev ji dibistanê berdim. Lê min ji derve ve xwend. An jî pergaleke ku bi her awayî pêşeroja we tune dike û paşê hûn bi rastiyeke êşbar dihesin, bavê we hatiye kuştin û wî xistine goreke komî. Tu dixwazî ji wê gora komî bê derxistin û gorek te hebe. Ferdên malbatê hemû vê yekê dixwazin. Nexasim jî xizmên windayan. Me jî û malbata din jî doza tiştekî wisa kiribû. Lê bersiva wan êşa me girantir kir." 
 
MALBATÊN HER 8 KESAN LI SER GOREKÊ TÊN CEM HEVDU 
 
Orhan, anî ziman ku di cejnan de malbatên her 8 kesan li ser gorekê tên cem hevdu û got: "Belkî her pêncşem na, lê di cejnan de em diçin goristanê. Carinan em û ferdên malbatên din li ser gorê tên cem hevdu. Ev bi tena serê xwe jî tiştekî tirsnak e. Tişta di vê serdemê de li me dikin ne tiştekî mirovî ye. Ne em ne jî malbatên din dev ji heqê xwe bernadin. Em her tim wê êşê hîs dikin." 
 
Orhan, destnîşan kir ku niha ew hewl didin bibe dengê malbatan û got: "Heta ji destê min tê dixwazim bibim dengê malbatan. Axirê çîroka me cuda be jî lê êşa me hevpar e. Tu ferqa êşa dayikên tên vira û êşa dayikan min ji hev tune ye. Dibe her yek ji wan bi awayekî cuda hatibin kuştin, lê êdî hal ew e ku dibe em bi her kesî re bibin malbat. Ev malbat bi salan e li aqûbeta zarokên xwe dipirsin. Kes dev ji vê bernade. A rast em nifş bi nifş tên. hema bêje nifşê sêyem mezin bû û niha li aqûbeta xizmên xwe dipirse. Heta niha tu deng ji rayedarên dewletê derneketiye. Kîjan rayedar tê dibêje em vê yekê qebûl nakin, di serdema me de pêk nehatiye. Berê em û partiyên siyasî çend caran li hev rûniştin, li meclîsê. Her yek ji wan digot 'hûn mafdar in, daxwazên we di cî de ne.' Lê tu gav neavêtin." 
 
MA / Dîcle Muftuoglu

Sernavên din

31/05/2019
16:40 Îmam Şîş: Ev berxwedan rojên herî bi awate yên jiyana min bûn
15:40 Ekîn Ceren hat bibîranîn
15:24 Koordînasyona Krîz û Şandeya Şopandinê: Bi hinceta cejnê sewq rawestandin
15:19 Endamên Meclisa Şaredariya Dersimê: Daxwaza gel e
14:33 Di nîqaşa tabelayê de ji Dersimê bertek : Tûncelî navê komkujiyê
14:07 TJA: Em ê destûrê nedin tarîtiyê
13:53 Di Doza Panzêrê de mutalaa hat dayîn: Gotinên derbarê midurê polisan de derbasî girtekan nekirin
13:30 Mexdûrên îşkencê ji Erdogan re gotin: Ma me îşkence li xwe kiriye?
12:18 Beştaş: Li şûna reformê pêwistî bi guherîna qanûnê ya şênber heye
12:10 'Tirkiye di şerê navxweyî yê Lîbya de aligire!'
11:38 Li Amedê kesek hat girtin
11:24 Turkdogan: Têjekirina naveroka reformê em ê li Meclisê bibînin
10:03 Hdp’ê li Amedê fitar da
09:42 Li Sîlopî ciwanan bal kişandin ser tiryak û fihûşê
09:35 Meclîsa Bajarê Kerkûkê: Êrîşên terorîstî ji bo fitneyê ne
09:11 Tîryakî: Pirsgirêka kurd bi operasyonên leşkerî çareser nabe
09:10 Dayikên Laçik spî: Heta tecrîd bi temamî bê şikandin em ê li ber xwe bidin
09:10 Kiryar tên berdan, mexdûr dimirin
09:08 921 roj in li Wanê çalakî qedexe ne!
09:07 Dayikên girtiyan: Şikandina tecrîdê pir girîng e, armanca sereke azadiya Ocalan e
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2019'AN
08:33 Mufetîş ji bo îfade bidin bangî endamên Meclîsa Şaredariya Dersimê kir
30/05/2019
17:03 Strana 'Bewar' gihîşt guhdarvanan
15:55 Jinên Wanî: Emê li dijî tecawî dengê xwe bilind bikin
15:40 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê TÎS'ê îmze kir
15:34 Ji polîsê bersûc ê rû bi rû ketin re pirsa ‘Qatîl! Te çima kuşt? kir
14:43 Li Bandirmayê girtiyan sewqî nexweşxaneyê nakin
14:37 14 Çalakgerên grevê ji nexweşxaneyan hatin derxistin
14:27 Serekkeşeyê Mêrdînê Ozmen serdana Mizrakli kir
14:23 Rojnameger Filîz Zeyrek tehliye bû
14:20 Başaran: Em bi nêzîkatiyên jiyana girtiyan dixin talokê re rû bi rû ne
13:59 Parêzerên Ocalan serlêdana ji bo hevdîtinê kirin
13:49 HDP'ê derbkirina belavkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Hasan Ceyhan bir Meclisê
13:36 Li Kurkçulerê girtî nayin derman kirin
13:07 Rojnameger Çetîn Kûrşûn 3 sal ceza girt û tehliye bû
12:27 OHD'ê ji bo girtiyên ranakin nexweşxaneyê serî li AYM'ê da
12:26 Li Oltû girtî ji nexweşxanê derxistin
12:08 Li Qeyseriyê piştî serûm dan girtiyan rewşa wan xerab bû
12:03 HDP: Çareserî ne operasyon muzakereyên demokratîk in
11:23 Aqûbeta 3 hezar Êzidiyan nayê zanîn
11:23 Cenazeyê xwendekarê ku şiqitibû çem hat dîtin
11:07 Ji Amerîka, Rûsya û Îsraîlê civîna "Ewlehiya Rojhilata Navîn"
10:58 Di doza panzerê de parastin temam bû, li bendê ye dozger mutalaa bide
10:40 Bîlîcî: Xwedî li leşker û polîsên dîlgirtî dernakevin
09:51 Kurkçu: ‘Lihevkirin' berdewamiya mantiqî ya 'nexşeya rê' ya Ocalan e
09:38 Zaroka 5 salî ya rastî tecawizê hat bi birîndarî hat dîtin
09:18 Ji ber krîzê kes hew li def û zirnê jî dixe
09:17 Wezaretê destûr da, lê dadgehê got sûc e
09:17 Wê Desteya Hakeman a Bilind biryara dawî ya ji bo TUPRAŞ'ê bide
09:16 Ji ber wêneyê şînê girt doz lê hat vekirin
09:15 Xweziya xwe bi cejnên berê tînin: Êdî kes şekirê cejnê jî nakire!
09:15 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Arslan: Bangawaziya Ocalan ji bo îktîdar û gelên Tirkiyeyê şansek e
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2019'AN
29/05/2019
21:10 Der barê rojnamevan Kadrî Gursel de biryara tahliyeyê
16:25 Parlamenter tabûrcî bûn
16:14 Li Amedê 9 girtî tabûrcû bûn, tedawiya 27 girtiyan dewam dike
15:50 Li Sêrte çolterên 2 tax û 2 gundan ji bo 15 rojan hatin qedexekirin
15:49 Daxwaza rawestandina darizandina Leyla Guven hat red kirin
15:39 Operasyona leşkerî ya li Heskîfê bi dawî bû
15:16 Li Dersimê 6 zabita hatin binçavkirin
14:59 Malbatên leşker û polîsên dîlgirtîne li Meclîsê HDP û CHP ziyaret kirin
14:46 Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê banga 'Rêbera tedawiyê pêk bînin' kir
14:36 Malbatên leşker û polîsên dil girtî: Êdî bila çareserî pêk bê!
13:26 Piştî peyama Ocalan bi moraltirin
13:20 28 kesên li Xelfetî hatibûn binçavkirin anîn edeliyê
13:05 Doza JÎTEM'ê ya Qoserê: Rastiya sûcê dewletê nayê veşartin
12:45 Şaredariya Akdenîzê 227 karkerî ji Genel-İş'ê da îstifakirin
12:35 Li Pêrtaxê 4 kes hatin binçavkirin
12:34 Dadger ji parêzer re got: Dawa te pir kurte
12:21 Qata ku betona wê dihat rijandin rûxiya: 3 kes birîndar bûn
12:10 UKB'ê paşde gav avêt: Kûrkût bi guleya pekiyaye hatiye kuştin
11:30 ‘Emê şanoyê mîna şoreşekê li kolan û koçeyan bigerînin’
10:52 ÎHD: Girtiyên greva birçîbûnê di wesayîta rîngê de bi saetan bêav hiştin
10:30 Hevseroka Giştî ya SES’ê Erden: Divê wezaretên Dadê û Tenduristiyê bi me re tevbigerin
09:15 Dayikên Laçik spî: Peyama Ocalan bû cihê hêviyê
09:14 Qeyûmê Cizîrê ji bo 'meaşê' xwe yê 15 rojan şaredarî da ber îcrayê
09:13 Midûra qeyûm amûr û alav li kamyonê bar kirin û birin
09:13 Parêzerê Ocalan: Ji bo gelên Tirkiyeyê bû cihê hêviyek nû
09:12 'Tenê ne bavê me, zarokatiya me jî ji me standin'
09:11 Keça wê li girtîgehek dine lê ew li Amedê nobetê digire
09:10 Ji ber destek dan çalakiyên greva birçîbûnê 51 hezar TL ceza li wan hat birîn
09:09 Ji bo biçin zozanan, divê pêşî di lêpirsînê re derbas bibin
09:09 Dayika Zulkuf Gezen: Ez hatim ku mizginiyê bidim te
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2019'AN
28/05/2019
16:24 Girtî di bin kontrola 2 gardiyan, 2 leşker û polisekî de tên tedawîkirin
15:52 Di Doza JÎTEM’ê ya Qoserê de, ji bo bersûcan beraet xwestin
15:09 Girtiyên Siwêregê berî ku tedawiya wan temam bibe birin girtîgehê
14:49 Buldan: Dawiya têkoşîna demokratîk, teqez muzakereyên demokratîke
14:32 Şahidê doza Rojnameger Ataman: Bêyî ku bixwînim beyanan îmze kir
13:55 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:50 ÎHD: Girtî bi awayekî komî sewqî nexweşxaneyan tên kirin
13:46 Li Rihayê niha jî ‘îşkenceya bêşop’
13:00 Li Dihê 2 kes hatin berdan
12:59 4 kes li Edenê hatin binçavkirin
12:51 Li Kalkandereyê 80 girtiyan greva birçîbûnê duh bi dawî kir
12:45 Nêçîrvan Barzanî bû Serokê Herêma Kurdistana Federe
12:22 Belavkarê Yenî Yaşamê: Ji hêla polis û ewlekaran ve saet hatim derbkirin
12:13 Baroya Riha: Dozger derbarê işkencê dê lidipirsin dest pê kiriye
11:49 Çalakgerên rojiya mirinê yên Bakirkoyê sewqî nexweşxaneyê hatin kirin
11:29 Darizandina DAIŞ'iyan: Ji bo dadgeha navneteweyî nameyek 8 xal