8 kes û gorek 2019-05-28 09:04:47 AMED –  Di sala 1994'an de 3 ferdên malbata Orhan û 5 ferdên malbata Bulut di bin çavan de hatin kuştin û di heman gorê de hatin veşartin. Her du malbatan ji bo xizmên xwe ji gora komî derxin gelek caran serî li rayaderan dan, lê belê hîn jî nikarin xizmên xwe ji gora komî derxînin. Adnan Orhan ku ji bo gora bavê xwe bi salan e tev digere, got her ku ew li ser heman gorê tên cem hevdu êşa roja ewil li wan peyda dibe.  Di sala 1994'an de li mezrika Adrok a gundê Zara yê Pasûr a Amedê, Tûgaya Komandoyî ya Bolûyê li herêmê operasyon da destpêkirin û malên li mezrikê şewitand. Piştî mal hatin şewitandin malbata Orhan mecbûr ma biçin gundê Zara. Piştî demekê malbatê dîsa li mezrikê li şûna xaniyê xwe kon vedan. Di 24'ê Gulana 1994'an de Tûgaya Konadoyî ya Bolûyê li herêmê dîsa operasyonek li dar xist. Leşkerên hatin gund birayên hev Mehmet Selîm Orhan, Hasan Orhan û biraziyê wan Cezayîr Orhan binçav kirin. Leşkeran hersê ferdên malbatê birin Dibistana Leylî ya Herêmê û 17 rojan ew îşkence kirin.    Adnan Orhan ku wexta bavê wî Mehmet Selîm Orhan hat binçavkirin 10 salî bû. Orhan, bilêv kir ku wexta bavê wî, apê wî û pismamê wî hatine binçavkirin wan bertek nîşan daye û got: "Xwestin bavê min, apê min û pismamê min binçav bikin. Em malbat li dijî vê derketin. Me dizanibû, kî bê binçavkirin vegera wan tune ye. Me pir li ber xwe da. Leşkeran jî li me da. Leşkerekî bi G3 li guhê xwişkek mn da. Ji ber vê guhê wê ker bû. Bavê min birin. Me çi kir û nekir jî, qebûl nekirin ku hatiye binçavkirin."    LI DIBISTANA LÊ XWEND BAVÊ WÎ HAT ÎŞKENCEKIRIN    Orhan, anî ziman ku bi saya kesekî ku tevî bavê wî hatiye binçavkirin hîn bûne ku bavê wî li kuderê bûye û got: "Wê çaxê min li Dibistana Leylî ya Licê dixwend. Lê ji ber şewitandina gundan serdemekê neçûm dibistanê. Leşkerên ji Bolûyê hatibûn li dibistana me diman. Tim bi wesayîtên leşkerî kesên sivîl dianîn. Êvaran qîrîn ji mirovan diçû. Li cihê ku lê dimam min ji hevalên xwe dipirsî, digotin 'Mirovan îşkence dikin.' Bavê min ew jî 17 rojan li wir di binçavan de man. Wê çaxê şahidekî di bin çavan de gotibû, min bavê te li korîdorê dîtiye û li halê wî pirsiye. Bavê min gotiye 'Em nebaş in, îşkenceyê li me dikin. Paşê heman şahid pismamê min Cezayîr jî dîtiye. Wî jî gotiye 'Îşkenceyeke giran li me dikin. Yek hat ji me re got, em ê we berdin. Lê em ê pêşî we bibin kincên gerîlaya li we bikin, dîmenên we bigirin û paşê berdin.' Paşê hew wan dîtiye. Heman şahid, got wî ji mablata Bûlût jî hin kes dîtine."    CENAZE HATIN ŞEWITANDIN Û PERÇEKIRIN...   Orhan, anî ziman ku piştî binçavkirinê bavê wî, ap û pismamî wî birine devera gundê Bagcilar ê Pasûrê û got: "Gundiyan ji me re got, li herêmê leşker pir bûne, paşê helîkopeter hatiye, leşker ketine malan û gotine 'Wê pevçûn rû bide, li van deran terorîst hene, hûn têkevin hundir, dernekevin.' Gotin, helîkopter daketiye, paşê dîsa çûye Pasûrê û vegeriyaye heman cihî. Gundiyan, got 'Piştî dengê çekan, qîrîn ji mirovan diçûn. Paşê bêhneke pir giran hat. Piştî tarî ket, em nikaribûn derkevin derve. Lê sibehê zarokan ji bo çêrê heywan derxistin. Çûn û hatine zarokan bû yek. Zarokan got 'li wir hin mirovên hatine kuştin hene.' Em şêniyên gund çûn wira. Cenazeyê 7 kesên ku bedena wan hatiye gulebarankirin li wira bûn.' Ji ber cenaze hatibûn şewitandin mirov nikaribû wan nas bike û li ser wan kincên gerîla hebûn. Keyayê gund jî, demildest diçe navçeyê xeberê digihîne dozger. Rayedar bi helîkopeterê ji Pasûrê hatine û piştî lêkolînê ji gundiyan re dibêjin deverekê bikolin û wan têxinê. Hestiyên 8 mirovên ku bûn êmê heywanan û hatibûn şewitandin dixin vê koncalê."    MALBATÊ TEŞHÎS NEKIR    Orhan, anî ziman ku berî cenaze bên veşartin xeber gihaştiye wan jî û malbata wî çûye li cenazeyan neriye, lê belê ji ber cenaze hatibûne perçekirin û şewitandin malbatê nikaribûye teşhîs bike. Orhan, anî ziman ku tenê gundiyekî li wir qutiyeke cixareyê dîtiye û gotiye 'Ev qutiya Mehmet Selîm e. Min jî ji vê qutiyê cixare pêçaye.'   PIŞTÎ 10 SALAN GOR HAT VEKIRIN    Orhan, bilêv kir ku bi salan ew li cenazeyên xwe geriyane, lê belê tim bersiva neyînî girtine. Orhan ku got "Me ji wan re got 'We li ber çavê me ew birin'" da zanîn ku di sala 2004'an de li ser serlêdana hevjîna Kûddûsî Adiguzel gora komî hatiye vekirin.    HESTIYÊN BAVÊ XWE DÎTIN    Orhan, got: "Piştî serlêdanê gor tê vekirin. Lê çawa tê vekirin; bi bivir û bêran dikolin. Hestiyên bi ber destê wan dikevin dibin Stenbolê. Nimûneyê ji malbatê jî digirin û didin ber hev. Lê dibêjin ev ne hestiyên wî ne. Piştî min ev bihîst, ji ber meseleya qutiya cixareyê min xwe bi xwe got 'Qey ên me ne?' Em jî çûn me serî lê da, nimûneya xwînê ji me girtin. Di 2007'an de bi dawî bû. Encam ev bû; yek jê bavê min, yek jê apê min bû, lê gotin pismamê te ne li vira ye. Li ser vê me dîsa şahid dît. Got, ên di binçavan de bi wan re bûne ferdên malbata Bûlût in. Min xwe gihand malbatê û min rewş vegot. Wan jî serî lê da. Derket holê ku hestiyên din ên wan in. Ev yek di sala 2007'an de bi dawî bû û rapor hat."    HESTÎ HATIN WINDAKIRIN    Orhan, bilêv kir ku piştî raporê wan xwestiye hestiyan bigirin lê belê hatine windakirin. Orhan, diyar kir ku karê ku Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê kiriye ne li gor usûlê bûye û got: "Gor li gor usûlê nehat kolandin. Bi bivir û bêran hatiye kolandin. Paşê hestî birine Stenbolê û piştî nimûneya DNA'yê hestî hatine windakirin. Ev bi tena serê xwe bobeletek e. Heta sala 2009'an yanî du salan em li hestiyan geriyan. Pêşî em li windayên xwe, paşê jî em li windayê xwe geriyan. Di sala 2009'an de me got em ê giliyê dozger bikin. Dozger jî nivîsek nivîsand û di nivîsê de got 'Hestiyên we li Gora Bêkesan di parsêla 76'an de ne.' Em çûn me serî lê dan û me xwest em hestiyên xwe bigirin. Ji me re gotin 'Em ê gorê vekirin û kîs bidin we.' Ji malbata Bûlûtê 5 û ji malbata me jî 3 bi giştî 8 cenaze li wira ne. Xwestin di kîsikekî de bidin me. Têkildarî vê min daxwaznameyek nivîsand û min got ez tiştekî wisa qebûl nakim. Min do daxwaznameyê de got 'Ji xwe gelek zilm li me hat kirin. Bi manweiyata me nelîzin.' Min xwest hestî ji hev bên veqetandin û bidin me. Li sser gotina 'bi manewiyata me nelîzin' dozger biryara nevekirina gorê da."    Orhan, diyar kir ku wexta bavê wî hat windakirin ew 10 salî bûye û ji wê çaxê heta niha ew li ber xwe didin û got: "Ev bûyer, bi her awayî tesîr li jiyana me kir, bû cihê travmayên derûnî. Wexta bavê min hat windakirin 10 salî bûm û min got 'çi dibe bila bibe ezê wî bibînim.' Bi salan min dev ji wê lêgerînê berneda. Lê binerin, gor di sala 2004'an de hat vekirin û di sala 2007'an de diyar bû ku hestî yên me ne. Lê hîseke wek 'hestî hatin dîtin, têkoşîn qediya' li min peyda nebû. Li herêmê heman zilm li gelek malbatan hat kirin. Gelek mirov hatin windakirin, ji aliyê hêzên tarî ve. Mirov bi awayekî sîstematîk hatin kuştin, wan avêtin bîrên asîtê, ew îşkence kirin. JÎTEM'a wê çaxê gelek kes winda kirin. Ji ber vê mseleyeke civakiyî ye jî, ji bo hin kesên din neêş in em têdikoşin. A rast bi salan e tim diçim Komeleya Mafên Mirovan. 4 sal in li vira rêvebir im. Di komîsyona windayan de cih digirim. Ji ber zilma li bavê min hat kirin li vira me."    Orhan ku got "Bi rastî dewlet bixwaze jî nikare hesabê evan tiştên hatine serê me bide" û diyar kir ku jiyana wî serobino bûye. Orhan, got: "Çimkî jiyana mirov, pêşeroja mirov serobino dike. Ez diçûm dibistanê, lê mecbûr mam dev ji dibistanê berdim. Lê min ji derve ve xwend. An jî pergaleke ku bi her awayî pêşeroja we tune dike û paşê hûn bi rastiyeke êşbar dihesin, bavê we hatiye kuştin û wî xistine goreke komî. Tu dixwazî ji wê gora komî bê derxistin û gorek te hebe. Ferdên malbatê hemû vê yekê dixwazin. Nexasim jî xizmên windayan. Me jî û malbata din jî doza tiştekî wisa kiribû. Lê bersiva wan êşa me girantir kir."    MALBATÊN HER 8 KESAN LI SER GOREKÊ TÊN CEM HEVDU    Orhan, anî ziman ku di cejnan de malbatên her 8 kesan li ser gorekê tên cem hevdu û got: "Belkî her pêncşem na, lê di cejnan de em diçin goristanê. Carinan em û ferdên malbatên din li ser gorê tên cem hevdu. Ev bi tena serê xwe jî tiştekî tirsnak e. Tişta di vê serdemê de li me dikin ne tiştekî mirovî ye. Ne em ne jî malbatên din dev ji heqê xwe bernadin. Em her tim wê êşê hîs dikin."    Orhan, destnîşan kir ku niha ew hewl didin bibe dengê malbatan û got: "Heta ji destê min tê dixwazim bibim dengê malbatan. Axirê çîroka me cuda be jî lê êşa me hevpar e. Tu ferqa êşa dayikên tên vira û êşa dayikan min ji hev tune ye. Dibe her yek ji wan bi awayekî cuda hatibin kuştin, lê êdî hal ew e ku dibe em bi her kesî re bibin malbat. Ev malbat bi salan e li aqûbeta zarokên xwe dipirsin. Kes dev ji vê bernade. A rast em nifş bi nifş tên. hema bêje nifşê sêyem mezin bû û niha li aqûbeta xizmên xwe dipirse. Heta niha tu deng ji rayedarên dewletê derneketiye. Kîjan rayedar tê dibêje em vê yekê qebûl nakin, di serdema me de pêk nehatiye. Berê em û partiyên siyasî çend caran li hev rûniştin, li meclîsê. Her yek ji wan digot 'hûn mafdar in, daxwazên we di cî de ne.' Lê tu gav neavêtin."    MA / Dîcle Muftuoglu