Li Xelfetî şopên pevçûn û îşkenceyê li şûna xwe dimînin

  • rojane
  • 09:06 27 Gulan 2019
  • |
img

RIHA - Li Xelfetê şopên pevçûn û îşkeceyê hîna li şûna xwe dimînin. Derdora mala ku pevçûn lê rû da, bi şerîtan hatiye dorpêç kirin, deriyê wê hatiye morh kirin û bi kamerayan tê şopandin. Li baxçeyê mala Zekî Alakûş ê deriyê wê bi balyozan hat şikandin, şopên îşkenceyê hîna tên xuya kirin û şopên xwînê li erdê balê dikişîne. 

Li Taxa Dêrto ya Xelfetî ya Rihayê, di 18'ê Gulanê de pevçûnek rû da û piştî pevçûnê 51 kes hatibûn binçavkirin. Şopên îşkenceya li kesên hatin binçavkirin hat kirin hîna jî zindiye. 
 
Li taxê ablûkeya leşker û polîsan berdewam dike. Piştî pevçûnê polîsan destûr nedan ku welatî du rojan ji malên xwe derbikevin. Mala ku pevçûn lê rû da, bi giştî wêran bûye û ji ber gulan xalî qulqulî bû ye. Ji ber bombeyên gazê  û yên destan mal bi giştî şewitiye û di nava malê de hin cih tebiqine. 
 
BERÎ BÛYERÊ LEŞKARAN LI TAXÊ DEST BI RAWESTÎNÊ KIRIN 
 
Niştecihên taxê diyar dikin ku berî bûyerê 4 rojan, liv û tevgera leşkerî hebû. Welatiyên bi hinceta ewlekariyê nexwestin navê xwe bidin, wiha gotin: “4 roj berî pevçûnê, leşker li taxê digeriyan, bi esnaf û gel re diaxivîn. Hinek jî nasname di GBT’ê re derbas dikirin. 4 roj şûn de, di şeva 18’ê Gulanê saet 02.20’yan de dest pê kê helîkopter li ser taxê geriyan. Piştî liv û tevgera helîkopterê, polîs, leşker û hêzên taybet derdora taxê girtin. Di derdora saet 04.30’an pir zêde dengê çek û bombeyan hat.” 
 
‘EM ESÎR GIRTIN’
 
Welatiyan, dan zanîn ku nêzî 2 saetan pevçûnê dewam kir û wiha bilêv kirin: “Dûre bi ser malan de hat girtin. Ji tirsan me nekarî em ji malê derkevin. Me zarokên xwe di cihek bi ewle de veşartin. Serê sibê dema me xwest em ji malên xwe derkevin, leşkeran destûr nedan me. Heqaret li me kirin û ji me kestin ku em bikevin malê. Leşkeran heya saet 14.00’am de destûr nedan ku kes ji malên xwe derkevin. Piştî saet 14.00’an encex me karî em ji malên xwe derkevin. Lê kes nêzî herêma pevçûnê lê rûda nekirin. Kesên kestin ji taxê derkevin jî, destûr ji bo wan nehat dayîn. Bi vî awayî em dur alan êsîr girtin.” 
 
LI BAXÇÊ ŞOPÊN ÎŞKENCEYÊ
 
Hemû endamên malbata Alakûş ên li taxê dijiyan piştî pevçûnê hatin binçavkirin. Deriyê mala Zekî Alakûş bi balyozan şikandin, mal ser û bin kirin. Leşker û polîsan hemû jin û zilamên malbatê li baxçeyê malê kom kirin, destên wan paşve kelepçe kirin, dev devkî bi erdê re dirêj kirin û li wan xistin. Zekî Alakûş ê bi awayekê fecî hat derpkirin, ji Qereqola Cendirmeyan a Goklu heya Şaxa TEM’ê ya Riha di îşkenceyê re hat derbaskirin. Di ketina mala Zekî Alakûş de, şopên xwînê yên hişk bûyî xuya dikin û kelepçeyên plastîk ên polîsan ên li erdê mayên bala mirovan dikişîne. 
 
ÊN KU NÊZÎ MALÊ DIBIN TÊN TEHDÎTKIRIN 
 
Mala Fahrî Alakûş ê pevçûn li mala wî rû da jî, bi girtî di rewşeke nayê bi kar anîn deye. Leşkeran bariyer li derdora malê danîne, mal morh kirine û li çar çaliyên malê kamera bi cih kirine. Leşker destûrê nadin ku kes nêzî malê bibe, wêne û dîmên malê bikişînin. Wêne û dîmenên tên kişandin jî, ji aliyê leşkeran ve tên jêbirin. Hat diyar kirin ku xwediyên xanî hîna jî dibin çavan dene û endamên malbatê yên dixwazin bikevin mala xwe, rastî gefa binçavkirinê tên. Hîna jî derdora malê şopên xwînê xuya dikin. Hat destnîşan kirin ku leşkeran dîwarên hin malên taxê xira kirine. 
 
DIBIN ÇAVANDE RASTÎ ÎŞKENCEYÊN GIRAN HATIN 
 
Piştî pevçûnê li taxên Qoser û Tute yên navçeya Hewag û taxa Sirataşlar a navçeya Xelfetî polîs û leşkeran bi ser malan de girtin. Li Xelfetê bi malbata Alakûş re bi dehan kes hatin binçavkirin. Li Taxa Qoser a Hewag 19 kes û li taxa Tute jî bi dehan kest hatin binçavkirin. Hemû welatiyên liv an taxan hatin binçavkirin, rastî îşkenceyên giran hatin. 
 
‘JI BO ÎNFAZKIRINÊ HATIBÛN’
 
Ruken Denîz a li taxa Tute ya Hewag rûdine, diyar kir ku berî serdegirtina malê bombeyên gazê avêtin nava avêtin, zarok, pîr û kal ji ber bombeyên gazê bi bandor bûn. Êndamên malbatê got ku polîs ne ji bo binçavkirinê, ya rastîn ji bo înfaz kirinê hatibûn. Hat diyar kirin ku polîsan piştî bombeyên gazê avêtin, derî şikandin, çek xistin serê zarok, pir û kalan. Welatiyan, dest nîşan kirin ku tim ji wan re digotin “Çek li ku derê ne, we li ku derê veşartine?” Endamên malbatê, gotin ku ger zilamek li malê hebûye teqez dê înfaz bikiran.  
 
MA/ Erdogan Alayumat 

Sernavên din

28/05/2019
11:29 Darizandina DAIŞ'iyan: Ji bo dadgeha navneteweyî nameyek 8 xal
11:20 Salîh Muslîm: Di çareseriya Sûriyeyê de divê rola Ocalan neyê pişt guh kirin
10:49 'Peyama Ocalan cejnek zû bi me da jiyîn’
10:10 Fezlekeya ‘pesnê Leyla Guven da’ darbarê Wekîla HDP’ê Dag de vekirin
09:51 Akin Bîrdal: Divê Enqere peyama Ocalanbaş bixwîne
09:35 Evîn Kaya ya dawî li çalakiya xwe anî: Berxwedêran qezenc kirin
09:07 Îmîr: Ên ji bo heqîqetê israr dikin bi ser ketin
09:06 Berxwedêrên Qada Galatasarayê: Heta em kiryaran nebînin em ê li vira bin
09:05 Ji rojnamevan îngîltereyî platforma piştevaniyê
09:04 8 kes û gorek
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2019'AN
08:46 Li Pîranê operasyona leşkerî
27/05/2019
21:55 Girtiyekî din jî anîn nexweşxaneyê
21:11 Girtiyên li Girtîgeha Meletiyê rakirin nexweşxaneyê
21:05 Resûl Arslan rakirin nexweşxaneyê
16:47 Li Xarpetê 3 çalakgerên tedawiya wan nayê kirin xwîn vedireşin
16:39 Ferman ji jor hat Kanbal nekirin şaredariyê!
16:24 Li banakayên cemaweriyê AKP'î hatin ser kar
16:12 Girtiyên li Gebzê rakirin nexweşxanê: Me bi ser xist
15:44 Dayikên Aştiyê: Em ê ne canan nefretan bin ax bikin
15:41 Li Xelfetî dema binçavkirina 8 kes dirêj kirin
14:52 Hevşaredarên Êlihê xebatên xwe vegotin
14:37 Dayikên Şemiyê di salvegera 24'emîn de qûrnefîl danin Qada Galatasarayê
14:26 Li Xarpêtê, girtî dê di girtîgehê de bên tedawî kirin
14:24 Olûç: HDP ne partiyeke ku bazarên erzan bike ye
14:15 4 kesên di grev birçîbûnê de, ji bo kontrole dîsan anîn nexweşxanê
13:51 Tuncel û Irmak paşve birin girtîgehê
13:47 Ciwanê ku ket Çemê Donemeçê winda bû
13:42 Îdîaya dozger: Di çarçoveya daxwazên girtiyan de, girtî nebirin nexweşxanê
13:32 Bêyî ku mudaxaleya tibî bikin wan careke din birin kogûşan
13:20 Girtî tedawiyên ne li gorî protokola grevên birçûbûnê qebûl nakin
13:12 Cenazeyê Evîna ku ketibû bendavê hat dîtin
12:44 Davûtoglûyê ku digot 'Min fermana wan operasyonan da' tê Amedê
12:33 Ji 221 girtiyan tenê 21 girtî rakirin nexweşanê
12:02 Di şewata li Kadikoyê rû da de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:45 Li Îdirê teqîn: Berbazek bi giranî birîndar bû
11:40 Li bendêye ku di danişîna Ataman ê 3 salin girtiye de mutale bê xwestin
11:11 ‘Biryardariya zarokên me û têkoşîna dayikan ev encam bi dest xist’
11:11 Girtiyên Girtîgeha Bakirkoyê nayên sewqkirin
10:16 Di hilbijartina Parlamentoya Ewropayê de derbe li partiyên kevneşop ket
10:07 Sewqên girtiyên di greva birçîbûnê de yên nexweşxaneyan dewam dikin
09:38 Akin: Gel carek din bal kişand ser Îmraliyê
09:07 Midûrê qeyûm pereşûtên şaredariyê bi xwe re birin
09:06 Li Xelfetî şopên pevçûn û îşkenceyê li şûna xwe dimînin
09:05 'Ji tecrîda 8 salan aştî û demokrastî derket holê’
09:04 ‘Divê em daxwaza xwe ya edaleta rast li ser Nevîn bixin rojevê’
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2019'AN
26/05/2019
19:08 Girtiyên greva xwe ya birçîbûnê bi dawî kirin radikin nexweşxaneyan
18:10 Li Xerpêtê girtiyan sewqî nexweşxanê nakin
17:39 Girtiyan bi berzkirina dirûşmeyan dawî li çalakiya xwe anîn
17:17 13 girtiyên li Kiriklarê rakirin nexweşxanê
17:10 Li Amedê 10 girtiyên di greva birçîbûn û rojiya mirinê de rakirin nexweşxanê
16:48 HDP’ê ji bo şopandina tedawiya grevên birçîbûn Maseya Koordînasyona Giştî ava kir
16:32 Girtiyên li Bûrsa dê sibe rakin nexweşxanê
16:32 Buldan: Em soz didin Ocalan em ê bi hevre aştiyê bînin
16:14 Çalagerên li Strasbûrg jî, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin
16:04 5 çalakgerên greva birçîbûnê li malên xwe domandin, rakirin nexweşxanê
15:41 Dayikên li Gebzeyê têkoşiyan: Em ê ji bo azadiyê têkoşînê bidomînin
15:40 Girtiyên li Bandirma bi hinceta ‘betlanê’ ranekirin nexweşxanê
15:26 HDP: Biryardariya mezin da qezenc kirin
15:05 Leyla Guven rakirin nexweşxanê
14:58 Prof. Dr. Fîncanci: Me masa krîzê ava kir
14:47 Hesass ê di greva birçîbûnê de: Têkoşîna me dê dewam dike
14:30 Ozdemîr: Heta Ocalan azad bibe têbikoşina me wê bidome
14:19 Dayikên li Enqerê: Bijî berxwedana zindanan
14:15 Sedat Akin ê di grevê de rakirin nexweşxaneyê
14:07 Dayikên girtiyan: Em jî silavên xwe ji Rêberê xwe re dişînin
14:00 Ongun ê greva xwe bi dawî kir: Me dît ku berxwedan çareseriyê tîne
13:41 Nasir Yagiz: Em gihiştine armanca xwe
Îmam Şîş: Têkoşîna me wê bi rêbazên din bidome
13:34 'Berxwedanê ev pêş xist’
13:18 Leyla Guven: Çalakiya me gihişt armanca xwe emê bi rê û rêbazên din têbikoşin
12:59 Keça Leyla Guven: Hûn bi serketin, ji ber ku hûn mafdar bûn
12:48 Girtiyên di grevê de: Em çalakiya greva birçîbûne û rojiya mirinê bi dawî dikin
11:45 Banga Ocalan a li çalakgerên greva birçîbûnê: Ez dipêm ku çalakiya we bi dawî bibe
11:23 Parêzerên Ocalan daxuyanî dan
10:51 Onlu: Li dijî navê Dersîmê hiqûqa dijminantiyê dimeşînin
09:50 Travertenên Elbakê bi rengê diçirûsin balê dikişîne
09:15 Parêzerên Ocalan wê saet di 11.00’an de daxuyaniyê bidin
09:13 'Divê çareserî xwe bispêre du kirdeyan: Rêbertiyeke hêzdar û civaka sivîl'
09:12 Wezaretê ji ber navê Ûgûr Kaymaz li parkê kirin li endamên meclîsê lêpirsîn vekir
09:10 Dayik Encu: Velî mabû ew jî girtin
09:08 Polîs bi TOMA û mertalan rojnamevanan asteng dikin
09:06 Serokê Weqfa Aştiyê Tahmaz: Ocalan, şansek din da ber Tirkiyeyê
09:04 Îşkenceya li dijî xwe vegotin: Têr nake, em 200 voltî bidinê
09:03 'Ji ber ku dewlet Havva neparast niha tê darizandin'
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2019'AN
08:10 Leyla Guven 200 rojin li dijî tecrîdê têdikoşe
Rojiya mirinê di roja 27'an de didome
25/05/2019
20:06 Çalakiya li Dersimê di roja 20'an de ye
18:31 Binçavkirina 20 kesên li Dêrto polîsan îşkence li wan kir, dirêj kirin
17:49 Nivîskar Faîk Bûlût serbest berdan
17:44 Girtî li Dayikên Laçik Spî geriyan: Bi xêra berxwedana we hevdîtin pêk hat
17:04 Dayikên Wanî li dijî tecrîdê rûniştin
16:01 Dayikên Laçikspî: Heta tecrîd bi dawî bibe em ê li qadan bin
15:51 Şendeya TOHAV li Rihayê ye
15:35 'Heke tecrîd bi temamî rabe dê pêşiya welat vebe'
15:24 ‘Divê girtiyê nexweş Adnan Oztel demildest bê berdan’
15:16 Xwestin girtiyê nexweş Yildirim berdin
15:10 Xizmên girtiyan tecrîdê şermezar kirin
15:10 Xizmên windayan: Qêrîna dayikan wê kujeran bide darizandin
15:02 Dayikên li Edeneyê: Edî sebra me nema