Li Xelfetî şopên pevçûn û îşkenceyê li şûna xwe dimînin 2019-05-27 09:06:20 RIHA - Li Xelfetê şopên pevçûn û îşkeceyê hîna li şûna xwe dimînin. Derdora mala ku pevçûn lê rû da, bi şerîtan hatiye dorpêç kirin, deriyê wê hatiye morh kirin û bi kamerayan tê şopandin. Li baxçeyê mala Zekî Alakûş ê deriyê wê bi balyozan hat şikandin, şopên îşkenceyê hîna tên xuya kirin û şopên xwînê li erdê balê dikişîne.  Li Taxa Dêrto ya Xelfetî ya Rihayê, di 18'ê Gulanê de pevçûnek rû da û piştî pevçûnê 51 kes hatibûn binçavkirin. Şopên îşkenceya li kesên hatin binçavkirin hat kirin hîna jî zindiye.    Li taxê ablûkeya leşker û polîsan berdewam dike. Piştî pevçûnê polîsan destûr nedan ku welatî du rojan ji malên xwe derbikevin. Mala ku pevçûn lê rû da, bi giştî wêran bûye û ji ber gulan xalî qulqulî bû ye. Ji ber bombeyên gazê  û yên destan mal bi giştî şewitiye û di nava malê de hin cih tebiqine.    BERÎ BÛYERÊ LEŞKARAN LI TAXÊ DEST BI RAWESTÎNÊ KIRIN    Niştecihên taxê diyar dikin ku berî bûyerê 4 rojan, liv û tevgera leşkerî hebû. Welatiyên bi hinceta ewlekariyê nexwestin navê xwe bidin, wiha gotin: “4 roj berî pevçûnê, leşker li taxê digeriyan, bi esnaf û gel re diaxivîn. Hinek jî nasname di GBT’ê re derbas dikirin. 4 roj şûn de, di şeva 18’ê Gulanê saet 02.20’yan de dest pê kê helîkopter li ser taxê geriyan. Piştî liv û tevgera helîkopterê, polîs, leşker û hêzên taybet derdora taxê girtin. Di derdora saet 04.30’an pir zêde dengê çek û bombeyan hat.”    ‘EM ESÎR GIRTIN’   Welatiyan, dan zanîn ku nêzî 2 saetan pevçûnê dewam kir û wiha bilêv kirin: “Dûre bi ser malan de hat girtin. Ji tirsan me nekarî em ji malê derkevin. Me zarokên xwe di cihek bi ewle de veşartin. Serê sibê dema me xwest em ji malên xwe derkevin, leşkeran destûr nedan me. Heqaret li me kirin û ji me kestin ku em bikevin malê. Leşkeran heya saet 14.00’am de destûr nedan ku kes ji malên xwe derkevin. Piştî saet 14.00’an encex me karî em ji malên xwe derkevin. Lê kes nêzî herêma pevçûnê lê rûda nekirin. Kesên kestin ji taxê derkevin jî, destûr ji bo wan nehat dayîn. Bi vî awayî em dur alan êsîr girtin.”    LI BAXÇÊ ŞOPÊN ÎŞKENCEYÊ   Hemû endamên malbata Alakûş ên li taxê dijiyan piştî pevçûnê hatin binçavkirin. Deriyê mala Zekî Alakûş bi balyozan şikandin, mal ser û bin kirin. Leşker û polîsan hemû jin û zilamên malbatê li baxçeyê malê kom kirin, destên wan paşve kelepçe kirin, dev devkî bi erdê re dirêj kirin û li wan xistin. Zekî Alakûş ê bi awayekê fecî hat derpkirin, ji Qereqola Cendirmeyan a Goklu heya Şaxa TEM’ê ya Riha di îşkenceyê re hat derbaskirin. Di ketina mala Zekî Alakûş de, şopên xwînê yên hişk bûyî xuya dikin û kelepçeyên plastîk ên polîsan ên li erdê mayên bala mirovan dikişîne.    ÊN KU NÊZÎ MALÊ DIBIN TÊN TEHDÎTKIRIN    Mala Fahrî Alakûş ê pevçûn li mala wî rû da jî, bi girtî di rewşeke nayê bi kar anîn deye. Leşkeran bariyer li derdora malê danîne, mal morh kirine û li çar çaliyên malê kamera bi cih kirine. Leşker destûrê nadin ku kes nêzî malê bibe, wêne û dîmên malê bikişînin. Wêne û dîmenên tên kişandin jî, ji aliyê leşkeran ve tên jêbirin. Hat diyar kirin ku xwediyên xanî hîna jî dibin çavan dene û endamên malbatê yên dixwazin bikevin mala xwe, rastî gefa binçavkirinê tên. Hîna jî derdora malê şopên xwînê xuya dikin. Hat destnîşan kirin ku leşkeran dîwarên hin malên taxê xira kirine.    DIBIN ÇAVANDE RASTÎ ÎŞKENCEYÊN GIRAN HATIN    Piştî pevçûnê li taxên Qoser û Tute yên navçeya Hewag û taxa Sirataşlar a navçeya Xelfetî polîs û leşkeran bi ser malan de girtin. Li Xelfetê bi malbata Alakûş re bi dehan kes hatin binçavkirin. Li Taxa Qoser a Hewag 19 kes û li taxa Tute jî bi dehan kest hatin binçavkirin. Hemû welatiyên liv an taxan hatin binçavkirin, rastî îşkenceyên giran hatin.    ‘JI BO ÎNFAZKIRINÊ HATIBÛN’   Ruken Denîz a li taxa Tute ya Hewag rûdine, diyar kir ku berî serdegirtina malê bombeyên gazê avêtin nava avêtin, zarok, pîr û kal ji ber bombeyên gazê bi bandor bûn. Êndamên malbatê got ku polîs ne ji bo binçavkirinê, ya rastîn ji bo înfaz kirinê hatibûn. Hat diyar kirin ku polîsan piştî bombeyên gazê avêtin, derî şikandin, çek xistin serê zarok, pir û kalan. Welatiyan, dest nîşan kirin ku tim ji wan re digotin “Çek li ku derê ne, we li ku derê veşartine?” Endamên malbatê, gotin ku ger zilamek li malê hebûye teqez dê înfaz bikiran.     MA/ Erdogan Alayumat