'Divê çareserî xwe bispêre du kirdeyan: Rêbertiyeke hêzdar û civaka sivîl'

  • rojane
  • 09:13 26 Gulan 2019
  • |
img
AMED - Muhammed Bhabha ku di muzakereyên bi Rejîma Apartheîdê re Sermuzakerevanê Kongreya Netewî ya Afrîkayê bû, diyar kir ku car heye çareserkirina pevçûnan pir hêsan e û got: "Bi ya min divê ev xwe bispêre du kirdeyan. Yek jê; afirandina rêberekî xurt; a dudoyan jî rola civaka sivîl e." 
 
Sermuzakerevanê Partiya Netewî ya Afrîkayê Roelf Meyer û Muhammed Bhabha ku di muzakereyên bi Rejîma Apartheîdê re Sermuzakerevanê Kongreya Netewî ya Afrîkayê (ANC) bû, bal kişandin ser çareserkirina pirsgsirêka kurd û tecrûbeyên xwe bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re parve kirin. 
 
Meyer, destnîşan kir ku pirsgirêka kurd li cîhanê yek ji wan pirsgirêkên tê zanîne e û tim pêwendiyê bi nûnerên kurdan re datînin. Meyer, bilêv kir ku pirsgirêka nîjadperestiyê ya li Afrîkaya Başûr û pirsgirêka kurd ji hev cuda ne û got: "Afrîkaya Başûr welatek e, li vira civatên cuda hene. Cudahiyên mezin hene. Divê mirov bal bikişne ser mijdarên di navbera spî û reşikan de. Û di pêvajoya muzakereyan de ji bo kurdan hin zehmetî hene, em hay ji vê yekê hene." 
 
Meyer, destnîşan kir ku tevî hemû zor zehmetiyan jî di çareserkirina pirsgirêkan de pêvajoyên diyalog û çareseriyê rewşeke neguherbar in û got: "Mînaka Afrîkaya Başûr heye. Di vê tecrûbeyê de , hin tiştên ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd hene. Em bawer dikin bi hin hêlan ve dikare wekî ya me bê çareserkirin û tiştên dişibin hev hene." Meyer, anî ziman ku di pêvajoyên bi vî rengî de gava ewil diyalog û mzuekere ne û asta herî dawî jî qanûneke bingehîn e. 
 
'DIVÊ MIROV LI ÇARESERIYÊ BIGERIN' 
 
Meyer, anî ziman ku di hevdîtinên ji bo çareseriyê de rola rêxistinên civaka sivîl pir girîng e û her welatek xwedî dînamîkên cuda ye û car heye tecrûbeyên hin welatan nabin reçete. Meyer, got: "Eger em di ser Afrîkaya Başûr de tev bigerin û rabin reçeteyekê bidin ber we, ne rast e. Dixwazim vê bêjim 'Çareseriya me ji bo mirovên Afrîkaya Başûr e. Ev çareserî ji aliyê Afrîkaya Başûr hatiye çêkirin, li gor berpirsiyariyên me şikil girtiye.' Loma em nikarint u reçeteyan bidin ber we. Lê divê mirov bên cem hevdu û li çareseriyê bigerin. An jê wê pevçûn rû bidin." 
 
Sermuzakerevanê Kongreya Netewî ya Afrîkayê (ANC) Muhammed Bhabha jî destnîşan kir ku a girîng ew e ku kurd çawa pênaseya xwe dikin û ev pênase j bo çareserkirinê pir girîng e û got: "Divê mirovên kurd ji xwe biprisin. Gelo perçeyê neteweyekê ne? Xwe çawa dibînin? Divê ji xwe bipirsin. Û wê li wî welatî li ber hiqûqê bigihên wekheviyeke çawa? Mijar ev e. Divê liw elatekî hevpar li gor rewşa herêmî û çandî li vê yekê bê nêrîn. Têkoşîn di vê de ye. Belê, di warê cudahiyan de bis edan sal in kurd bi muameleyên derî mirovahiyê re rû bi rû dimînin. Aktorên ev sûc kirin cuda bûn û guherîn. Ji pêşengan bigire heta gelek kesên hikmên wan hebûn û ev muameleyên derî mirovahiyê pêk dianînin guherîn. Lê li vira a girîng ev e; divê mirov li dînamîkên niha binere. Divê mirov danberheviya ya berê neke û duh nxe pêşiya îro û wis anêzî wê bibe. Di çareseriyan de yek ji xalên sereke jî ev e." 
 
'ÇARESERÎ NE BÛYEREK E, PÊVAJOYEK E' 
 
Bhabha, diyar kir ku ew bawer dike wê pirsgirêka kurd çareser bibe û got: "Bi ya min hemû pevçûn taliya talî hel dibin û helkirina wan ne wekî em difikirin zehmet in, pir hêsan çareser dibin. Bi ya min divê ev wxe bispêre du kirdeyan. Yek afirandina rêberekî xurt û divê di vî warî de em lis er ciwanan hûr bibin çimkî ew wek ên berê pir di rabirdûyê de naaliqin. Tesîra rabirdûyê li ser wan kêm e. A dudoyan jî rola civaka sivîl e. Ev tenê bi siaysetmedaran re nayê çareserkirin. Ji bo siyasetmedaran mesele îktîdar e û berjewendiyên wan in. Lê civaak sivîl tim lis er civakê hûr dibe. Loma çareserî ne bûyerek e, pêvajoyek e. Bi lihevkirinên civakî dest pê dike." 
 
Bhabha, destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan pêdivî bi rêberên hêzdar heye. Bhabha, anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Erdogan di vî warî de dikarin rola xwe bilîzin û got: "Rêberên xurt, dikarin roleke girîng bilîzin, lê wek ferd nikarin biaxivin. Divê li gor xwestek û pdêiviyên mirovan biaxivin û wan temsîl bikin. Di vî warî de civaka sivîl jî dikeve dewrê; ji bo siyasetmedaran serwext bikin û ji bo muzakereyê rê li ber wan bixin. Ez ê tiştekî din jî bêjim. Wexta ez behsa ciwanan dikim, dibêjim pêdiviya rêbertiya kurd ne bi ya siyasî, bi ya civakiyî heye." Bhabha, anî ziman ku daxwaz çi qas bibe malê civakê, rêberê ku vê daxwazê dike malê civakê jî wê zûtir û hêsantir meseleyê çareser bike. 
 
Bhabha, bal kişand ser rola Ocalan jî û got: "Niha ew di girtîgehê de ye. Ew ne keseke ku civakê ber bi bêîstikrarbûnê ve bibe, berovajî vê ew keseke ku civakê li hev bîne." 
 
MA / Mehmet Şah Oruç / Salih Yeşil
 

Sernavên din

28/05/2019
11:29 Darizandina DAIŞ'iyan: Ji bo dadgeha navneteweyî nameyek 8 xal
11:20 Salîh Muslîm: Di çareseriya Sûriyeyê de divê rola Ocalan neyê pişt guh kirin
10:49 'Peyama Ocalan cejnek zû bi me da jiyîn’
10:10 Fezlekeya ‘pesnê Leyla Guven da’ darbarê Wekîla HDP’ê Dag de vekirin
09:51 Akin Bîrdal: Divê Enqere peyama Ocalanbaş bixwîne
09:35 Evîn Kaya ya dawî li çalakiya xwe anî: Berxwedêran qezenc kirin
09:07 Îmîr: Ên ji bo heqîqetê israr dikin bi ser ketin
09:06 Berxwedêrên Qada Galatasarayê: Heta em kiryaran nebînin em ê li vira bin
09:05 Ji rojnamevan îngîltereyî platforma piştevaniyê
09:04 8 kes û gorek
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2019'AN
08:46 Li Pîranê operasyona leşkerî
27/05/2019
21:55 Girtiyekî din jî anîn nexweşxaneyê
21:11 Girtiyên li Girtîgeha Meletiyê rakirin nexweşxaneyê
21:05 Resûl Arslan rakirin nexweşxaneyê
16:47 Li Xarpetê 3 çalakgerên tedawiya wan nayê kirin xwîn vedireşin
16:39 Ferman ji jor hat Kanbal nekirin şaredariyê!
16:24 Li banakayên cemaweriyê AKP'î hatin ser kar
16:12 Girtiyên li Gebzê rakirin nexweşxanê: Me bi ser xist
15:44 Dayikên Aştiyê: Em ê ne canan nefretan bin ax bikin
15:41 Li Xelfetî dema binçavkirina 8 kes dirêj kirin
14:52 Hevşaredarên Êlihê xebatên xwe vegotin
14:37 Dayikên Şemiyê di salvegera 24'emîn de qûrnefîl danin Qada Galatasarayê
14:26 Li Xarpêtê, girtî dê di girtîgehê de bên tedawî kirin
14:24 Olûç: HDP ne partiyeke ku bazarên erzan bike ye
14:15 4 kesên di grev birçîbûnê de, ji bo kontrole dîsan anîn nexweşxanê
13:51 Tuncel û Irmak paşve birin girtîgehê
13:47 Ciwanê ku ket Çemê Donemeçê winda bû
13:42 Îdîaya dozger: Di çarçoveya daxwazên girtiyan de, girtî nebirin nexweşxanê
13:32 Bêyî ku mudaxaleya tibî bikin wan careke din birin kogûşan
13:20 Girtî tedawiyên ne li gorî protokola grevên birçûbûnê qebûl nakin
13:12 Cenazeyê Evîna ku ketibû bendavê hat dîtin
12:44 Davûtoglûyê ku digot 'Min fermana wan operasyonan da' tê Amedê
12:33 Ji 221 girtiyan tenê 21 girtî rakirin nexweşanê
12:02 Di şewata li Kadikoyê rû da de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:45 Li Îdirê teqîn: Berbazek bi giranî birîndar bû
11:40 Li bendêye ku di danişîna Ataman ê 3 salin girtiye de mutale bê xwestin
11:11 ‘Biryardariya zarokên me û têkoşîna dayikan ev encam bi dest xist’
11:11 Girtiyên Girtîgeha Bakirkoyê nayên sewqkirin
10:16 Di hilbijartina Parlamentoya Ewropayê de derbe li partiyên kevneşop ket
10:07 Sewqên girtiyên di greva birçîbûnê de yên nexweşxaneyan dewam dikin
09:38 Akin: Gel carek din bal kişand ser Îmraliyê
09:07 Midûrê qeyûm pereşûtên şaredariyê bi xwe re birin
09:06 Li Xelfetî şopên pevçûn û îşkenceyê li şûna xwe dimînin
09:05 'Ji tecrîda 8 salan aştî û demokrastî derket holê’
09:04 ‘Divê em daxwaza xwe ya edaleta rast li ser Nevîn bixin rojevê’
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2019'AN
26/05/2019
19:08 Girtiyên greva xwe ya birçîbûnê bi dawî kirin radikin nexweşxaneyan
18:10 Li Xerpêtê girtiyan sewqî nexweşxanê nakin
17:39 Girtiyan bi berzkirina dirûşmeyan dawî li çalakiya xwe anîn
17:17 13 girtiyên li Kiriklarê rakirin nexweşxanê
17:10 Li Amedê 10 girtiyên di greva birçîbûn û rojiya mirinê de rakirin nexweşxanê
16:48 HDP’ê ji bo şopandina tedawiya grevên birçîbûn Maseya Koordînasyona Giştî ava kir
16:32 Girtiyên li Bûrsa dê sibe rakin nexweşxanê
16:32 Buldan: Em soz didin Ocalan em ê bi hevre aştiyê bînin
16:14 Çalagerên li Strasbûrg jî, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin
16:04 5 çalakgerên greva birçîbûnê li malên xwe domandin, rakirin nexweşxanê
15:41 Dayikên li Gebzeyê têkoşiyan: Em ê ji bo azadiyê têkoşînê bidomînin
15:40 Girtiyên li Bandirma bi hinceta ‘betlanê’ ranekirin nexweşxanê
15:26 HDP: Biryardariya mezin da qezenc kirin
15:05 Leyla Guven rakirin nexweşxanê
14:58 Prof. Dr. Fîncanci: Me masa krîzê ava kir
14:47 Hesass ê di greva birçîbûnê de: Têkoşîna me dê dewam dike
14:30 Ozdemîr: Heta Ocalan azad bibe têbikoşina me wê bidome
14:19 Dayikên li Enqerê: Bijî berxwedana zindanan
14:15 Sedat Akin ê di grevê de rakirin nexweşxaneyê
14:07 Dayikên girtiyan: Em jî silavên xwe ji Rêberê xwe re dişînin
14:00 Ongun ê greva xwe bi dawî kir: Me dît ku berxwedan çareseriyê tîne
13:41 Nasir Yagiz: Em gihiştine armanca xwe
Îmam Şîş: Têkoşîna me wê bi rêbazên din bidome
13:34 'Berxwedanê ev pêş xist’
13:18 Leyla Guven: Çalakiya me gihişt armanca xwe emê bi rê û rêbazên din têbikoşin
12:59 Keça Leyla Guven: Hûn bi serketin, ji ber ku hûn mafdar bûn
12:48 Girtiyên di grevê de: Em çalakiya greva birçîbûne û rojiya mirinê bi dawî dikin
11:45 Banga Ocalan a li çalakgerên greva birçîbûnê: Ez dipêm ku çalakiya we bi dawî bibe
11:23 Parêzerên Ocalan daxuyanî dan
10:51 Onlu: Li dijî navê Dersîmê hiqûqa dijminantiyê dimeşînin
09:50 Travertenên Elbakê bi rengê diçirûsin balê dikişîne
09:15 Parêzerên Ocalan wê saet di 11.00’an de daxuyaniyê bidin
09:13 'Divê çareserî xwe bispêre du kirdeyan: Rêbertiyeke hêzdar û civaka sivîl'
09:12 Wezaretê ji ber navê Ûgûr Kaymaz li parkê kirin li endamên meclîsê lêpirsîn vekir
09:10 Dayik Encu: Velî mabû ew jî girtin
09:08 Polîs bi TOMA û mertalan rojnamevanan asteng dikin
09:06 Serokê Weqfa Aştiyê Tahmaz: Ocalan, şansek din da ber Tirkiyeyê
09:04 Îşkenceya li dijî xwe vegotin: Têr nake, em 200 voltî bidinê
09:03 'Ji ber ku dewlet Havva neparast niha tê darizandin'
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2019'AN
08:10 Leyla Guven 200 rojin li dijî tecrîdê têdikoşe
Rojiya mirinê di roja 27'an de didome
25/05/2019
20:06 Çalakiya li Dersimê di roja 20'an de ye
18:31 Binçavkirina 20 kesên li Dêrto polîsan îşkence li wan kir, dirêj kirin
17:49 Nivîskar Faîk Bûlût serbest berdan
17:44 Girtî li Dayikên Laçik Spî geriyan: Bi xêra berxwedana we hevdîtin pêk hat
17:04 Dayikên Wanî li dijî tecrîdê rûniştin
16:01 Dayikên Laçikspî: Heta tecrîd bi dawî bibe em ê li qadan bin
15:51 Şendeya TOHAV li Rihayê ye
15:35 'Heke tecrîd bi temamî rabe dê pêşiya welat vebe'
15:24 ‘Divê girtiyê nexweş Adnan Oztel demildest bê berdan’
15:16 Xwestin girtiyê nexweş Yildirim berdin
15:10 Xizmên girtiyan tecrîdê şermezar kirin
15:10 Xizmên windayan: Qêrîna dayikan wê kujeran bide darizandin
15:02 Dayikên li Edeneyê: Edî sebra me nema