'Divê çareserî xwe bispêre du kirdeyan: Rêbertiyeke hêzdar û civaka sivîl' 2019-05-26 09:13:59   AMED - Muhammed Bhabha ku di muzakereyên bi Rejîma Apartheîdê re Sermuzakerevanê Kongreya Netewî ya Afrîkayê bû, diyar kir ku car heye çareserkirina pevçûnan pir hêsan e û got: "Bi ya min divê ev xwe bispêre du kirdeyan. Yek jê; afirandina rêberekî xurt; a dudoyan jî rola civaka sivîl e."    Sermuzakerevanê Partiya Netewî ya Afrîkayê Roelf Meyer û Muhammed Bhabha ku di muzakereyên bi Rejîma Apartheîdê re Sermuzakerevanê Kongreya Netewî ya Afrîkayê (ANC) bû, bal kişandin ser çareserkirina pirsgsirêka kurd û tecrûbeyên xwe bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re parve kirin.    Meyer, destnîşan kir ku pirsgirêka kurd li cîhanê yek ji wan pirsgirêkên tê zanîne e û tim pêwendiyê bi nûnerên kurdan re datînin. Meyer, bilêv kir ku pirsgirêka nîjadperestiyê ya li Afrîkaya Başûr û pirsgirêka kurd ji hev cuda ne û got: "Afrîkaya Başûr welatek e, li vira civatên cuda hene. Cudahiyên mezin hene. Divê mirov bal bikişne ser mijdarên di navbera spî û reşikan de. Û di pêvajoya muzakereyan de ji bo kurdan hin zehmetî hene, em hay ji vê yekê hene."    Meyer, destnîşan kir ku tevî hemû zor zehmetiyan jî di çareserkirina pirsgirêkan de pêvajoyên diyalog û çareseriyê rewşeke neguherbar in û got: "Mînaka Afrîkaya Başûr heye. Di vê tecrûbeyê de , hin tiştên ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd hene. Em bawer dikin bi hin hêlan ve dikare wekî ya me bê çareserkirin û tiştên dişibin hev hene." Meyer, anî ziman ku di pêvajoyên bi vî rengî de gava ewil diyalog û mzuekere ne û asta herî dawî jî qanûneke bingehîn e.    'DIVÊ MIROV LI ÇARESERIYÊ BIGERIN'    Meyer, anî ziman ku di hevdîtinên ji bo çareseriyê de rola rêxistinên civaka sivîl pir girîng e û her welatek xwedî dînamîkên cuda ye û car heye tecrûbeyên hin welatan nabin reçete. Meyer, got: "Eger em di ser Afrîkaya Başûr de tev bigerin û rabin reçeteyekê bidin ber we, ne rast e. Dixwazim vê bêjim 'Çareseriya me ji bo mirovên Afrîkaya Başûr e. Ev çareserî ji aliyê Afrîkaya Başûr hatiye çêkirin, li gor berpirsiyariyên me şikil girtiye.' Loma em nikarint u reçeteyan bidin ber we. Lê divê mirov bên cem hevdu û li çareseriyê bigerin. An jê wê pevçûn rû bidin."    Sermuzakerevanê Kongreya Netewî ya Afrîkayê (ANC) Muhammed Bhabha jî destnîşan kir ku a girîng ew e ku kurd çawa pênaseya xwe dikin û ev pênase j bo çareserkirinê pir girîng e û got: "Divê mirovên kurd ji xwe biprisin. Gelo perçeyê neteweyekê ne? Xwe çawa dibînin? Divê ji xwe bipirsin. Û wê li wî welatî li ber hiqûqê bigihên wekheviyeke çawa? Mijar ev e. Divê liw elatekî hevpar li gor rewşa herêmî û çandî li vê yekê bê nêrîn. Têkoşîn di vê de ye. Belê, di warê cudahiyan de bis edan sal in kurd bi muameleyên derî mirovahiyê re rû bi rû dimînin. Aktorên ev sûc kirin cuda bûn û guherîn. Ji pêşengan bigire heta gelek kesên hikmên wan hebûn û ev muameleyên derî mirovahiyê pêk dianînin guherîn. Lê li vira a girîng ev e; divê mirov li dînamîkên niha binere. Divê mirov danberheviya ya berê neke û duh nxe pêşiya îro û wis anêzî wê bibe. Di çareseriyan de yek ji xalên sereke jî ev e."    'ÇARESERÎ NE BÛYEREK E, PÊVAJOYEK E'    Bhabha, diyar kir ku ew bawer dike wê pirsgirêka kurd çareser bibe û got: "Bi ya min hemû pevçûn taliya talî hel dibin û helkirina wan ne wekî em difikirin zehmet in, pir hêsan çareser dibin. Bi ya min divê ev wxe bispêre du kirdeyan. Yek afirandina rêberekî xurt û divê di vî warî de em lis er ciwanan hûr bibin çimkî ew wek ên berê pir di rabirdûyê de naaliqin. Tesîra rabirdûyê li ser wan kêm e. A dudoyan jî rola civaka sivîl e. Ev tenê bi siaysetmedaran re nayê çareserkirin. Ji bo siyasetmedaran mesele îktîdar e û berjewendiyên wan in. Lê civaak sivîl tim lis er civakê hûr dibe. Loma çareserî ne bûyerek e, pêvajoyek e. Bi lihevkirinên civakî dest pê dike."    Bhabha, destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan pêdivî bi rêberên hêzdar heye. Bhabha, anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Erdogan di vî warî de dikarin rola xwe bilîzin û got: "Rêberên xurt, dikarin roleke girîng bilîzin, lê wek ferd nikarin biaxivin. Divê li gor xwestek û pdêiviyên mirovan biaxivin û wan temsîl bikin. Di vî warî de civaka sivîl jî dikeve dewrê; ji bo siyasetmedaran serwext bikin û ji bo muzakereyê rê li ber wan bixin. Ez ê tiştekî din jî bêjim. Wexta ez behsa ciwanan dikim, dibêjim pêdiviya rêbertiya kurd ne bi ya siyasî, bi ya civakiyî heye." Bhabha, anî ziman ku daxwaz çi qas bibe malê civakê, rêberê ku vê daxwazê dike malê civakê jî wê zûtir û hêsantir meseleyê çareser bike.    Bhabha, bal kişand ser rola Ocalan jî û got: "Niha ew di girtîgehê de ye. Ew ne keseke ku civakê ber bi bêîstikrarbûnê ve bibe, berovajî vê ew keseke ku civakê li hev bîne."    MA / Mehmet Şah Oruç / Salih Yeşil