Name Ozturk a mafê parastina rewa parast tundiya jiya vegot

  • rojane
  • 10:37 25 Gulan 2019
  • |
img

STENBOL – Name Ozturk a li dijî mêrê ku xwest wê bikuje neçar ma mafê xwe yê rewa biparêze û hatibû girtin, di 15'ê Gulanê de hat berdan. Ozturk, piştî hat berdan tundiya mêr a li dijî xwe û sedema parastina xwe vegot. Name Ozurk, anî ziman ku wê giliyê mêr li polîsan kir  û wiha got: "Lê polîs got 'Tu ducanî ye. Tu pêwistiya zilamê xwe bi cih nîne' û ez ne parastim. Lê niha piştevaniya jinan min dide jiyandin. 

 
Name Ozturk ku li dijî tundiya mêr neçar ma parastina rewa bike û hatibû girtin, piştî hat berdan serpêhatiya xwe û armanca parastinê vegot. Name Ozturk, dema di Tîrmeha 2016’an de ji bo neyê kuştin xwe ji hevjînê xwe Kazım Aydemîr ê dest ji hev berdan biparêze mafê rewa parast hatibû girtin û rastî 12 sal û 6 meh ceza hatibû. Piştî ev ceza îtîraz kirin Dadgeha Îstinafê biryar xera kir û biryara berdana Name Ozturk da. Danişîna Ozturk li Danişîna Îstinafê hat dîtin û cezayê wê daxistin 10 salan. 
 
'PIŞTÎ DUCANÎ BÛ RASTÎ TUNDIYÊ HATIM' 
 
Ozturk, anî ziman ku dema lîse dixwend Kazim Aydemir nas kir û piştî zanîngeh xelas kir bi Aydemîr re zewicî. Ozturk, destnîşan kir ku piştî ducanîbû rastî tundtiya Kazim Aydemîr hat û wiha got: “Çawa ez ducanî bûm ez rastî tundiyê hatim. Ger ku ez ducanî nebûma belkî rastî tundiyê nehatima. Di vê pêvajoyê de her tem rastî lêdanê hatim. Piştî zaroka min a ewil çêbû, min carek din nexwest ducanî bibim."  
 
'POLÎS GOT TU PÊDIVIYÊ HEVJÎNÊ XWE NAPERSIVÎNE'
 
Ozturk, da zanîn piştî 7-8 meh ducanî bû û şûnde rastî tundiyê hat û wiha got: “Dev û difinê min xwîn kiribû. Min çû agahî da polîs Polîs hat. Got 'Tu ducanî ye'  piştre got ‘Tu ducanî ye, di rewşê wisa de em gelek caran rastî tundiya di nava malê de tên. Ji ber ku tu bersîvê nade pêdiviyên hevjînê xwe.' Min got tu nabe alîkarê min? Lê min dît ku deriyekî din li ruyê min hat girtin. Piştî vê bûyerê tundiya li dijî min zêde bû. Ji ber ku min giliyê Kazim li polîsan kir tundî zêde kir. Êdî baweriya min bi polîsan jî nehat. Min carek din ji polîsan alîkarî nexwest û min bi xwe mafê xwe parastina rewa parast. Dîsa piştî min dest ji kar berda, tundiya li dijî min qatek din zêde kir. Min di sala 2015'an de dest ji kar berda. Her roj bi çekê derdiket pêş min û bi çekê gef li min dixwar. Malbata min ku li min xwedî derdiket wê demê tune bû. Min her tişt ji xezûrê xwe re digot. Lê dîsa jî li dadgehê got "Rastî tundiyê nedihat' Piştî ez 3 salan girtî mam, min fam kir ku xezûrê min û malbata xezûrê min tiştek ji bo min nekirin. Ji bo şerma kurê xwe veşêrin her tişt kirin. Lê min got qey ji min hez dikin. 
 
'GELEK CARAN MIN XWEST BIREVIM LÊ MALATÊ NEHIŞT' 
 
Ozturk, destnîşan kir ku ji ber zilma hevjînê xwe gelek caran xwest bireve, lê mezinên malê li hemberî wê bû asteng û destûr nedan û wiha lê zêde kir: "Her dem gotin 'Ew dînin tu bi aqil e' û xwestin ez dengê xwe nekim. Herî dawî min dît bi vî rengî nameşe min doza berdanê vekir. Dadger got 'Tu henekê xwe dike'. Lê ji ber ku hevjîn nexwest min berde doz dirêj bû. Piştre me hev berda. Tu kesî nizanîbû. Ger ku zanîbûna wê bibana asteng.  Zor û zahmetiya min dît herî zêde piştî me dest ji hev berda pêş ket. Gefê hevjîn Aydemîr ên li dijî min zêdetir bûn. Gef li malbata min dixwarin. Min got bila 'ev xemgîn nebe, ew xemgîn nebe. Lê ya herî zêde xemgîn bû û êj dît ez bûm. Niha li ser pişta min grêkek heye. Êşek ji vêya mezintir tune. Ev bar pir giran e. Hekîm û dozger ji bo mextûr tiştekî nafikirin. " 
 
'EZ BI MIROVÊN PIR CUDA RE LI GIRTÎGEHÊ MAM'
 
Ozturk, destnîşan kir ku piştî hat girtin, di nava girtiyên edlî de ma û wiha berdewam kir: "Ji her sucên cuda hebûn. Ger ku mirov nebe xwediyê vîna xwe wê bibe sucdareki din û derkeve. Qet tiryak neket jiyana min. Lê min li girtîgehê mirovên bi tiryakê pesnê xwe didan dît. Mirovên ku tiryakê difiroşin û zarokên wan tiryakê nakişînin dît." 
 
'PIŞTEVANIYA JINAN HÊZ DA MIN' 
 
Ozturk, bal kişand ser piştevaniya jinan jî û wiha bi dawî kir: “Di 3 salan de ji bo min gelek tişt hatin guhertin. Parêzeran ji bo min her tişt kirin. Jinan gelek tişt kir. Piştevaniya jinan hêz da min. Mirovên qet min ew nas nedikirin name ji min re şandin. Ev name ji bomin pir bi wate bûn. Pişti dadgeh bi dawî bû ez xwe baş hîs nakim. Wekî ku dadgeh qediya û mirovên heta niha piştgirî didan min belav bû. Ez niha wekî ku tenê mabim xwe hîs dikim. Wekî ku hemû kesên di pêvajoya dadgehê de piştgirî didan min tev belav bûne. Herî zêde kurê min hêz da min û ez bi jiyanê ve girêdam. Kurê min ê mezin hat got 'Ez heme, qet negirî. Min xwest hem wekî dayik û hem jî wekî bav li gel wan bim. Ez bawer dikim ezê karibim. Dema ez girtî bûm ji ber ku ez ji zarokên xwe dûr bûm, min pir zorî kişand. Ez li girtîgehê fêrî mirovahiyê û gelek tiştên din bûm. Ez fêr bûm ku dema ez nexwazim tu kes nikare bi zorê tiştekî bi min bide kirin. Min fêm kir ku mirov çiqas bixwîne jî naxwazin mafê wan ê îtîrazê hebe. Ewil parêzeran piştgirî dan min. Ewil Prz. Sezin Uçar dema hat dîtina min, bi destê min girt û got 'Ez ne wekî parêzer, wekî hevalek te hatime vir. Tu çi bixwaze bi axive tu dikare wê bi axive. Ez pir matmayî mam. Tişta ku malbata min di dema wê de nekir, Prz. Sezîn ji min re kir. Piştre Diren Cevahir Şen hat û alîkarî dan min. Piştre min nameya ewil ji Mêrsînê jinek rojnamger girt. Navê wê Nurdan bû. Wê jî tiştên pir xweş nivîsîbûn." 
 
MIN BAWER NEKIR HATIME BERDAN
 
Ozturk, herî dawî têkildarî berdana xwe wiha got: "Dema ez hatim berdan mi bawer nekir. Ne li bendê bûm bêm berdan. Ez bi coşek mezin li pêş girtîgehê hatim pêşwazîkirin. Min demên pir dijwar derbas kirin. Mirov li girîgehê pir xeyalan ava dike. Xeyal tev dibin hevî. Jin çi bikin bila bikin nikarin ji duristiyê dûr bikevin. Min bawer dikir ku xezûrê min pir baş e. Lê ez bûm şahid ku mirovê hevjîna xwe kuşt bi birayê xwe re li hev kir û got li dadgehê bêje 'Têkiliya min bi jinbira min re hebû' û mijarê bike meseleya namûsê. Min gelek tiştên bê ehleqî dît. Divê mirov ew qas qirêj nebe. Min gelek jinên ku di rewşa xwe de nas kir. Ez niha nizanim çi bikim. Ez dixwazim li pey xeyalên xeyên li girtîgehê min ava kir bimeşim. Min li girtîgehê des bi xwendina beşa Edaletê kir. Ez dixwazim biçim Swêdê." 
 
MA/ Sadiye Eser
 

Sernavên din

28/05/2019
11:29 Darizandina DAIŞ'iyan: Ji bo dadgeha navneteweyî nameyek 8 xal
11:20 Salîh Muslîm: Di çareseriya Sûriyeyê de divê rola Ocalan neyê pişt guh kirin
10:49 'Peyama Ocalan cejnek zû bi me da jiyîn’
10:10 Fezlekeya ‘pesnê Leyla Guven da’ darbarê Wekîla HDP’ê Dag de vekirin
09:51 Akin Bîrdal: Divê Enqere peyama Ocalanbaş bixwîne
09:35 Evîn Kaya ya dawî li çalakiya xwe anî: Berxwedêran qezenc kirin
09:07 Îmîr: Ên ji bo heqîqetê israr dikin bi ser ketin
09:06 Berxwedêrên Qada Galatasarayê: Heta em kiryaran nebînin em ê li vira bin
09:05 Ji rojnamevan îngîltereyî platforma piştevaniyê
09:04 8 kes û gorek
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2019'AN
08:46 Li Pîranê operasyona leşkerî
27/05/2019
21:55 Girtiyekî din jî anîn nexweşxaneyê
21:11 Girtiyên li Girtîgeha Meletiyê rakirin nexweşxaneyê
21:05 Resûl Arslan rakirin nexweşxaneyê
16:47 Li Xarpetê 3 çalakgerên tedawiya wan nayê kirin xwîn vedireşin
16:39 Ferman ji jor hat Kanbal nekirin şaredariyê!
16:24 Li banakayên cemaweriyê AKP'î hatin ser kar
16:12 Girtiyên li Gebzê rakirin nexweşxanê: Me bi ser xist
15:44 Dayikên Aştiyê: Em ê ne canan nefretan bin ax bikin
15:41 Li Xelfetî dema binçavkirina 8 kes dirêj kirin
14:52 Hevşaredarên Êlihê xebatên xwe vegotin
14:37 Dayikên Şemiyê di salvegera 24'emîn de qûrnefîl danin Qada Galatasarayê
14:26 Li Xarpêtê, girtî dê di girtîgehê de bên tedawî kirin
14:24 Olûç: HDP ne partiyeke ku bazarên erzan bike ye
14:15 4 kesên di grev birçîbûnê de, ji bo kontrole dîsan anîn nexweşxanê
13:51 Tuncel û Irmak paşve birin girtîgehê
13:47 Ciwanê ku ket Çemê Donemeçê winda bû
13:42 Îdîaya dozger: Di çarçoveya daxwazên girtiyan de, girtî nebirin nexweşxanê
13:32 Bêyî ku mudaxaleya tibî bikin wan careke din birin kogûşan
13:20 Girtî tedawiyên ne li gorî protokola grevên birçûbûnê qebûl nakin
13:12 Cenazeyê Evîna ku ketibû bendavê hat dîtin
12:44 Davûtoglûyê ku digot 'Min fermana wan operasyonan da' tê Amedê
12:33 Ji 221 girtiyan tenê 21 girtî rakirin nexweşanê
12:02 Di şewata li Kadikoyê rû da de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:45 Li Îdirê teqîn: Berbazek bi giranî birîndar bû
11:40 Li bendêye ku di danişîna Ataman ê 3 salin girtiye de mutale bê xwestin
11:11 ‘Biryardariya zarokên me û têkoşîna dayikan ev encam bi dest xist’
11:11 Girtiyên Girtîgeha Bakirkoyê nayên sewqkirin
10:16 Di hilbijartina Parlamentoya Ewropayê de derbe li partiyên kevneşop ket
10:07 Sewqên girtiyên di greva birçîbûnê de yên nexweşxaneyan dewam dikin
09:38 Akin: Gel carek din bal kişand ser Îmraliyê
09:07 Midûrê qeyûm pereşûtên şaredariyê bi xwe re birin
09:06 Li Xelfetî şopên pevçûn û îşkenceyê li şûna xwe dimînin
09:05 'Ji tecrîda 8 salan aştî û demokrastî derket holê’
09:04 ‘Divê em daxwaza xwe ya edaleta rast li ser Nevîn bixin rojevê’
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2019'AN
26/05/2019
19:08 Girtiyên greva xwe ya birçîbûnê bi dawî kirin radikin nexweşxaneyan
18:10 Li Xerpêtê girtiyan sewqî nexweşxanê nakin
17:39 Girtiyan bi berzkirina dirûşmeyan dawî li çalakiya xwe anîn
17:17 13 girtiyên li Kiriklarê rakirin nexweşxanê
17:10 Li Amedê 10 girtiyên di greva birçîbûn û rojiya mirinê de rakirin nexweşxanê
16:48 HDP’ê ji bo şopandina tedawiya grevên birçîbûn Maseya Koordînasyona Giştî ava kir
16:32 Girtiyên li Bûrsa dê sibe rakin nexweşxanê
16:32 Buldan: Em soz didin Ocalan em ê bi hevre aştiyê bînin
16:14 Çalagerên li Strasbûrg jî, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin
16:04 5 çalakgerên greva birçîbûnê li malên xwe domandin, rakirin nexweşxanê
15:41 Dayikên li Gebzeyê têkoşiyan: Em ê ji bo azadiyê têkoşînê bidomînin
15:40 Girtiyên li Bandirma bi hinceta ‘betlanê’ ranekirin nexweşxanê
15:26 HDP: Biryardariya mezin da qezenc kirin
15:05 Leyla Guven rakirin nexweşxanê
14:58 Prof. Dr. Fîncanci: Me masa krîzê ava kir
14:47 Hesass ê di greva birçîbûnê de: Têkoşîna me dê dewam dike
14:30 Ozdemîr: Heta Ocalan azad bibe têbikoşina me wê bidome
14:19 Dayikên li Enqerê: Bijî berxwedana zindanan
14:15 Sedat Akin ê di grevê de rakirin nexweşxaneyê
14:07 Dayikên girtiyan: Em jî silavên xwe ji Rêberê xwe re dişînin
14:00 Ongun ê greva xwe bi dawî kir: Me dît ku berxwedan çareseriyê tîne
13:41 Nasir Yagiz: Em gihiştine armanca xwe
Îmam Şîş: Têkoşîna me wê bi rêbazên din bidome
13:34 'Berxwedanê ev pêş xist’
13:18 Leyla Guven: Çalakiya me gihişt armanca xwe emê bi rê û rêbazên din têbikoşin
12:59 Keça Leyla Guven: Hûn bi serketin, ji ber ku hûn mafdar bûn
12:48 Girtiyên di grevê de: Em çalakiya greva birçîbûne û rojiya mirinê bi dawî dikin
11:45 Banga Ocalan a li çalakgerên greva birçîbûnê: Ez dipêm ku çalakiya we bi dawî bibe
11:23 Parêzerên Ocalan daxuyanî dan
10:51 Onlu: Li dijî navê Dersîmê hiqûqa dijminantiyê dimeşînin
09:50 Travertenên Elbakê bi rengê diçirûsin balê dikişîne
09:15 Parêzerên Ocalan wê saet di 11.00’an de daxuyaniyê bidin
09:13 'Divê çareserî xwe bispêre du kirdeyan: Rêbertiyeke hêzdar û civaka sivîl'
09:12 Wezaretê ji ber navê Ûgûr Kaymaz li parkê kirin li endamên meclîsê lêpirsîn vekir
09:10 Dayik Encu: Velî mabû ew jî girtin
09:08 Polîs bi TOMA û mertalan rojnamevanan asteng dikin
09:06 Serokê Weqfa Aştiyê Tahmaz: Ocalan, şansek din da ber Tirkiyeyê
09:04 Îşkenceya li dijî xwe vegotin: Têr nake, em 200 voltî bidinê
09:03 'Ji ber ku dewlet Havva neparast niha tê darizandin'
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2019'AN
08:10 Leyla Guven 200 rojin li dijî tecrîdê têdikoşe
Rojiya mirinê di roja 27'an de didome
25/05/2019
20:06 Çalakiya li Dersimê di roja 20'an de ye
18:31 Binçavkirina 20 kesên li Dêrto polîsan îşkence li wan kir, dirêj kirin
17:49 Nivîskar Faîk Bûlût serbest berdan
17:44 Girtî li Dayikên Laçik Spî geriyan: Bi xêra berxwedana we hevdîtin pêk hat
17:04 Dayikên Wanî li dijî tecrîdê rûniştin
16:01 Dayikên Laçikspî: Heta tecrîd bi dawî bibe em ê li qadan bin
15:51 Şendeya TOHAV li Rihayê ye
15:35 'Heke tecrîd bi temamî rabe dê pêşiya welat vebe'
15:24 ‘Divê girtiyê nexweş Adnan Oztel demildest bê berdan’
15:16 Xwestin girtiyê nexweş Yildirim berdin
15:10 Xizmên girtiyan tecrîdê şermezar kirin
15:10 Xizmên windayan: Qêrîna dayikan wê kujeran bide darizandin
15:02 Dayikên li Edeneyê: Edî sebra me nema