Name Ozturk a mafê parastina rewa parast tundiya jiya vegot 2019-05-25 10:37:59 STENBOL – Name Ozturk a li dijî mêrê ku xwest wê bikuje neçar ma mafê xwe yê rewa biparêze û hatibû girtin, di 15'ê Gulanê de hat berdan. Ozturk, piştî hat berdan tundiya mêr a li dijî xwe û sedema parastina xwe vegot. Name Ozurk, anî ziman ku wê giliyê mêr li polîsan kir  û wiha got: "Lê polîs got 'Tu ducanî ye. Tu pêwistiya zilamê xwe bi cih nîne' û ez ne parastim. Lê niha piştevaniya jinan min dide jiyandin.    Name Ozturk ku li dijî tundiya mêr neçar ma parastina rewa bike û hatibû girtin, piştî hat berdan serpêhatiya xwe û armanca parastinê vegot. Name Ozturk, dema di Tîrmeha 2016’an de ji bo neyê kuştin xwe ji hevjînê xwe Kazım Aydemîr ê dest ji hev berdan biparêze mafê rewa parast hatibû girtin û rastî 12 sal û 6 meh ceza hatibû. Piştî ev ceza îtîraz kirin Dadgeha Îstinafê biryar xera kir û biryara berdana Name Ozturk da. Danişîna Ozturk li Danişîna Îstinafê hat dîtin û cezayê wê daxistin 10 salan.    'PIŞTÎ DUCANÎ BÛ RASTÎ TUNDIYÊ HATIM'    Ozturk, anî ziman ku dema lîse dixwend Kazim Aydemir nas kir û piştî zanîngeh xelas kir bi Aydemîr re zewicî. Ozturk, destnîşan kir ku piştî ducanîbû rastî tundtiya Kazim Aydemîr hat û wiha got: “Çawa ez ducanî bûm ez rastî tundiyê hatim. Ger ku ez ducanî nebûma belkî rastî tundiyê nehatima. Di vê pêvajoyê de her tem rastî lêdanê hatim. Piştî zaroka min a ewil çêbû, min carek din nexwest ducanî bibim."     'POLÎS GOT TU PÊDIVIYÊ HEVJÎNÊ XWE NAPERSIVÎNE'   Ozturk, da zanîn piştî 7-8 meh ducanî bû û şûnde rastî tundiyê hat û wiha got: “Dev û difinê min xwîn kiribû. Min çû agahî da polîs Polîs hat. Got 'Tu ducanî ye'  piştre got ‘Tu ducanî ye, di rewşê wisa de em gelek caran rastî tundiya di nava malê de tên. Ji ber ku tu bersîvê nade pêdiviyên hevjînê xwe.' Min got tu nabe alîkarê min? Lê min dît ku deriyekî din li ruyê min hat girtin. Piştî vê bûyerê tundiya li dijî min zêde bû. Ji ber ku min giliyê Kazim li polîsan kir tundî zêde kir. Êdî baweriya min bi polîsan jî nehat. Min carek din ji polîsan alîkarî nexwest û min bi xwe mafê xwe parastina rewa parast. Dîsa piştî min dest ji kar berda, tundiya li dijî min qatek din zêde kir. Min di sala 2015'an de dest ji kar berda. Her roj bi çekê derdiket pêş min û bi çekê gef li min dixwar. Malbata min ku li min xwedî derdiket wê demê tune bû. Min her tişt ji xezûrê xwe re digot. Lê dîsa jî li dadgehê got "Rastî tundiyê nedihat' Piştî ez 3 salan girtî mam, min fam kir ku xezûrê min û malbata xezûrê min tiştek ji bo min nekirin. Ji bo şerma kurê xwe veşêrin her tişt kirin. Lê min got qey ji min hez dikin.    'GELEK CARAN MIN XWEST BIREVIM LÊ MALATÊ NEHIŞT'    Ozturk, destnîşan kir ku ji ber zilma hevjînê xwe gelek caran xwest bireve, lê mezinên malê li hemberî wê bû asteng û destûr nedan û wiha lê zêde kir: "Her dem gotin 'Ew dînin tu bi aqil e' û xwestin ez dengê xwe nekim. Herî dawî min dît bi vî rengî nameşe min doza berdanê vekir. Dadger got 'Tu henekê xwe dike'. Lê ji ber ku hevjîn nexwest min berde doz dirêj bû. Piştre me hev berda. Tu kesî nizanîbû. Ger ku zanîbûna wê bibana asteng.  Zor û zahmetiya min dît herî zêde piştî me dest ji hev berda pêş ket. Gefê hevjîn Aydemîr ên li dijî min zêdetir bûn. Gef li malbata min dixwarin. Min got bila 'ev xemgîn nebe, ew xemgîn nebe. Lê ya herî zêde xemgîn bû û êj dît ez bûm. Niha li ser pişta min grêkek heye. Êşek ji vêya mezintir tune. Ev bar pir giran e. Hekîm û dozger ji bo mextûr tiştekî nafikirin. "    'EZ BI MIROVÊN PIR CUDA RE LI GIRTÎGEHÊ MAM'   Ozturk, destnîşan kir ku piştî hat girtin, di nava girtiyên edlî de ma û wiha berdewam kir: "Ji her sucên cuda hebûn. Ger ku mirov nebe xwediyê vîna xwe wê bibe sucdareki din û derkeve. Qet tiryak neket jiyana min. Lê min li girtîgehê mirovên bi tiryakê pesnê xwe didan dît. Mirovên ku tiryakê difiroşin û zarokên wan tiryakê nakişînin dît."    'PIŞTEVANIYA JINAN HÊZ DA MIN'    Ozturk, bal kişand ser piştevaniya jinan jî û wiha bi dawî kir: “Di 3 salan de ji bo min gelek tişt hatin guhertin. Parêzeran ji bo min her tişt kirin. Jinan gelek tişt kir. Piştevaniya jinan hêz da min. Mirovên qet min ew nas nedikirin name ji min re şandin. Ev name ji bomin pir bi wate bûn. Pişti dadgeh bi dawî bû ez xwe baş hîs nakim. Wekî ku dadgeh qediya û mirovên heta niha piştgirî didan min belav bû. Ez niha wekî ku tenê mabim xwe hîs dikim. Wekî ku hemû kesên di pêvajoya dadgehê de piştgirî didan min tev belav bûne. Herî zêde kurê min hêz da min û ez bi jiyanê ve girêdam. Kurê min ê mezin hat got 'Ez heme, qet negirî. Min xwest hem wekî dayik û hem jî wekî bav li gel wan bim. Ez bawer dikim ezê karibim. Dema ez girtî bûm ji ber ku ez ji zarokên xwe dûr bûm, min pir zorî kişand. Ez li girtîgehê fêrî mirovahiyê û gelek tiştên din bûm. Ez fêr bûm ku dema ez nexwazim tu kes nikare bi zorê tiştekî bi min bide kirin. Min fêm kir ku mirov çiqas bixwîne jî naxwazin mafê wan ê îtîrazê hebe. Ewil parêzeran piştgirî dan min. Ewil Prz. Sezin Uçar dema hat dîtina min, bi destê min girt û got 'Ez ne wekî parêzer, wekî hevalek te hatime vir. Tu çi bixwaze bi axive tu dikare wê bi axive. Ez pir matmayî mam. Tişta ku malbata min di dema wê de nekir, Prz. Sezîn ji min re kir. Piştre Diren Cevahir Şen hat û alîkarî dan min. Piştre min nameya ewil ji Mêrsînê jinek rojnamger girt. Navê wê Nurdan bû. Wê jî tiştên pir xweş nivîsîbûn."    MIN BAWER NEKIR HATIME BERDAN   Ozturk, herî dawî têkildarî berdana xwe wiha got: "Dema ez hatim berdan mi bawer nekir. Ne li bendê bûm bêm berdan. Ez bi coşek mezin li pêş girtîgehê hatim pêşwazîkirin. Min demên pir dijwar derbas kirin. Mirov li girîgehê pir xeyalan ava dike. Xeyal tev dibin hevî. Jin çi bikin bila bikin nikarin ji duristiyê dûr bikevin. Min bawer dikir ku xezûrê min pir baş e. Lê ez bûm şahid ku mirovê hevjîna xwe kuşt bi birayê xwe re li hev kir û got li dadgehê bêje 'Têkiliya min bi jinbira min re hebû' û mijarê bike meseleya namûsê. Min gelek tiştên bê ehleqî dît. Divê mirov ew qas qirêj nebe. Min gelek jinên ku di rewşa xwe de nas kir. Ez niha nizanim çi bikim. Ez dixwazim li pey xeyalên xeyên li girtîgehê min ava kir bimeşim. Min li girtîgehê des bi xwendina beşa Edaletê kir. Ez dixwazim biçim Swêdê."    MA/ Sadiye Eser