Gulmen: Ez hemû kesên ku em tenê nehiştin silav dikim

  • rojane
  • 12:15 17 Mijdar 2017
  • |
img

ENQERE - Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen di roja 254'an de dewam dike, Gulmen cara ewil bi SEGBÎS'ê îfade da û ev tişt got: "Ez ji her kesê baweriya xwe bi demogojiya terorê neanîn û piştgirî dan me silav dikin."

 
Akademîsyena girtî Nuriye Gulmen 254 roje di greva birçîbûnê de ye, 4'emîn rûniştina doza Gulmen û Semîh Ozakça yê di hevsa malê de, li Kampusa Girtîgeha Sîncanê de dest pê kir. Di rûniştina dozê de parêzerên mudafî amade bûn, li gel wan berxwedêrên li Kolana Yukselê, Acun Karadag, Velî Saçilik ên ji heman dozê tên darizandin, rêxistinên saziyên sivîl, wekîlên HDP û CHP'ê jî tev li rûniştinê bûn. Ozakça bi kursiyê bi tekerlekî anîn danişînê.
 
Gulmen li Nexweşxaneya Numuneyê bi rêya SEGBÎS'ê tev li dozê bû û destê xwe ji kesên li salonê rûniştibûn re hejand û bersiva wan girt. Li ser vê serokê dadgehê beşdarvan hişyar kir û got ku heke wisa bikin dê wan ji salona dadgehê derbixe. Bijîşkê Gulmen Onur Karahanci aşkera kiribû di roja 236'an a greva birçîbûnê de, Gulmen 38 kîlo daye. Ji 22'yê Gulanê vir ve raya giştî rûçikê Gulmen nedîtibû.
 
Gulmen destê xwe da ser singa xwe, dem dem daqurtanî pêk anî û ji kesên piştgirî dane re spasiyên xwe kir û ev tişt got: "Ez ji berxwedana Yukselê re, kesên piştgiriyê didin me bi dil û can silav dikin. Mirovan birçîbûna me parve kirin. Esra Ozakça, Mehmet Guvel, Ferîdun Osmanagaoglu û Îsmaîl Erdogan birçîbûna me parve kirin. Ez bi hezkirin wan silav dikim. Berxwedêrên li Yukselê, mamoste Acun, kekê Velî, Nazîfeyê, Mehmet, Sultan û yên ku ez nas nakim û xwedî li berxwedana Yukselê derketine silav dikim. Ez ji gelê me yê piştgirî dan spas dikim. Ez ji kesên ku baweriya xwe ji demogojiya terorê nanîn û her tişt ji bo me kirin re silavên xwe dibêjim. Ji wekîl û parêzerên me re. Di serî de heta niha ez bi keyfî neamîm dadgehê. Ruxmê min dixwest ez bêm dadgehê jî."
 
Akademîsyen Nuriye Gulmen di 9'ê Mijdara 2016'an hat îxrackirin û piştî dest bi greva birçîbûnê kir, di roja 76'an de hat girtin. 3 rûniştinên destpêkê bi hinceta pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hene neanîbûn rûniştinê. Hîndekar Semîh Ozakça yê bi Gulmen re dihat darizandin, di rûniştina berî vê de hatibû tehliyekirin û di hevsa malê de tê girtin.
 
Di vê navberê de Gulmen dem bi dem navber da axaftina xwe û di axaftinê de zehmetî dikişand. Refeqatên li gel wê û xwişka wê Beyza Gulmen dem dem av da Gulmen.
 
'BI MEHAN E EZ DI TECRÎDÊ DE ME’
 
Gulmen destnîşan kir ku ew li Nexweşxaneya Nimûneyê di şertên xirab de dimîne û wiha axivî: "Di odeyê de her dem ronahiyek dişixule. Heke ez miroveke di greva birçîbûnê de jî nebim, ez nikarim di vê ronahiyê de razêm. Bi mehan e ez di tecrîdê de me. Wênekêş jî wêneyê me nakişîne. Min parastineke berfireh amade kir. Lê destpêkê Nuriye Gulmen kê ye, çima dest bi greva birçîbûnê kir, dixwazim wê bêjim. Xwarin xwarin ajoyeke navxweyî ye. Kes nikare bêje kesî bê birçî bimîne û telîmatê nikare bide! Ez 254 rojan birçî mam.
 
Ez li Zanîngeha Osmangaziyê ya Eskîşehîrê peywirdara lêkolînê me. Min karên angaryayî yên endamên hîndekariyê qebûl nekir. Ji ber ku ez di saetên derveyê kar de tev li çalakiyan bûm, lêpirsîn der barê min de hat vekirin. Ji ber ku tev li doza Alî Îsmaîl Korkmaz bûm lêpirsîn li min vekirin. Ji ber ku ez tev li banga sendîkaya xwe bûm lêpirsîn li min vekirin. Min 38 rojan ji hêsirên dayika Emel re şahidî kir û dayik li bendê bû ku Alî Îsmaîl rabe. Min her derfeta ku didît ez diçûm wir û li benda hişyarbûna wî bûm.
 
Teza ku min qedandibû û min got min neqedndiye, ji ber wê ez hatim dûrxistin. Lê min bi kedeke mezin qedandibû. Ez miroveke li heqê xwe digere me. Ez li gel mirovên ku li mafên xwe digerin disekimim. Desthilatdariya AKP'ê nikare min ji karê min bavêje. Ez ji wan hesab dipirsim. Tenê karê xwe dixwazim.
 
Piştî 55 deqan Gulmen ji neçarî navber da axaftina xwe. 10 deqe navber dan dozê.
 
'ME SOZ DA GELÊ XWE'
 
Piştî navbera dozê Gulmen wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev berxwedan soza ku me daye gelê xwe ye! Em karê xwe dixwazin, me got em ê bibin, em bûn. Berxwedana Yukselê dewam dike. Dema em binçav dikirin bi hincetên wekî 'Li dijî qanûna qebehetê' derketine û dilê wan çi dixwest ew dikirin. OHAL hebû, kesî newêribû tiştekî bike! Em hebûn, gel di ferqa vê de ye. Greva me ya birçîbûnê rewabûna KHK'ên AKP'ê ji holê rakirin! Bi awayekî bê mafî, beyî ku tu hincetê li ber çavan bigiri mirov ji karên xwe hatin avêtin. Ev ne ew qas hêsan e! Me da nîşan ku ev ne ew qas hêsan e. Piştî vê KHK'ê me xwest em bi YOK'ê re hevdîtinê bikin, me li hemberî xwe muxatab nedît! Îmzeyên ku me kom kiribûn me xwest em teslîm bikin.
 
Me îmze kom kirin, me daxuyaniyên çapemeniyê dan, lê me muxatab nedîtin. Acun Karadag bi gotinên wekî 'kefir bihîst, betonê bihîst, tenê we nebihîst' çi xweş rewş vegotiye. Piştre me biryara greva birçîbûnê girt.
 
Piştî me bi Semîh re biryara greva birçîbûnê da em hatin binçavkirin. Em 5 rojan li TEM'ê man. Bi şertê kontrola edlî em hatin berdan. Em dîsa çûn Yukselê. Di roja 75'an çalakiya grevê de, li ser dosyayên me hin guhertin kirin, bi hev ve girêdan û em dan girtin."
 
Heyeta dadgehê heta saet 14.00'an navber da dozê
 
 
 

Sernavên din

20/11/2017
09:14 Li girtîgehan 75 jinên nexweş girtî ne
09:14 13 salin li dijî tundiyê têdikoşe
09:13 ‘AKP'ê zarok radestî cemaetan kirin'
09:12 Navenda jinan veguherandin unîteya paqijiyê
09:11 ÎHD: Bi destê dewletê zarok tên kuştin
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2017'AN
19/11/2017
16:17 Baroya Amedê: Di 10 salên dawî de îstîsmara zarokan ji sedî 700 zêde bû
15:47 Jin dê ji 25’ê Mijdarê heta 8’ê Adarê li qadan bin
15:27 Ocalan: Ger pêvajoya çareseriyê biqede dê Tirkiye bibe hedefa operasyonên NATO
14:31 Ewil abîdeya Ehmedê Xanî xerakirin pişt re tabela rakirin
14:01 Hilbijartina serokatiya meclîsê sibê ye: Namzeta HDP'ê girtî ye
13:31 Rastak, dê hatina konserê ji Kirmanşanê re bişîne
13:21 Jinên Îzmîrî li Alsancakê dicivin
12:58 Walîtiya Enqereyê çalakî li LGBTÎ'yan xedexe kir
11:35 Di şerê 2016'an de 45 zarok hatin kuştin
11:24 Di Roja Mafê Zarokên Cîhanê de zarokên Êzîdî
10:02 Şerîn a ji Reqayê: Daxwaz û têkoşîna me azadî bû
10:01 Asîstanê Muhsîn Kizilkaya gef li welatiyê avahiya xwe da DBP'ê xwarin
09:15 ‘Divê piştevaniya ji bo Şirnexê bê xurtkirin'
09:14 Hevserokê HDP'ê Camci: Amed tu caran bêdeng nabe
09:12 Banga Jinan: Li dijî OHAL'ê dakevin qadan
09:10 'Pergala îktîdarê ji tirsan êrîşî pergala hevserokatiyê dike'
09:09 'Îsal li gorî par rewşa narenciyeyê baştir e'
09:08 Kanar: AYM di biryara wekîla HDP'î de xwe înkar kir
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2017'AN
18/11/2017
22:26 Li Erdîşê mirineke bi guman
17:38 Ayhan Bilgen: Ji bo çareseriyê rol dikeve ser milê sêyemin
16:51 Li Hatayê qeza: 2 karker mirin 28 karker birîndar bûn
16:46 Li Agiriyê zarokek hat kuştin
16:19 'Desthilatdariyê li Dêrsimê komkujî pêk anî'
16:13 Aqûbeta Mordeniz pirsîn: Hêj gora wan nehatiye dîtin
16:12 ‘Bila Aydin Nas serbest bê berdan’
15:31 Seyît Riza û hevalên wî li Mêrsînê hatin bi bîranîn
15:25 Xizmên windayan: Vexwendina Çiller a panelê nayê qebûlkirin
15:09 Dayika 67 salî û kurê wê girtin
15:01 Dozger xwest Yetkîn bi cezayê heta hetayê bê darizandin
14:59 Li Kolana Yukselê 5 kes hatin binçavkirin
14:34 Îrmez bersiva Serokwezîr da: Ez şahidê her tiştî me
14:20 Dayikên Şemiyê: Îktîdarên faîlan diparêzin şirîkên sûc in
13:42 Daristana Kinzir a Dêrsimê dişewite
12:52 Serokê TAR-VAK'ê: Divê girîngiyê bidin hilberîna genim
11:54 Rejîma Sûriyeyê û Hîzbûllah şer dikin
11:46 Nivîskar nikarin pirtûkên xwe bixwînin
11:33 Hevserokê HDP'a Bahçelîevlerê hat binçavkirin
11:25 Mescîda li goristanê rûxandin qereqol ava kirin!
11:14 Hunera nefes û qamişê: Bilûr
11:01 Pirtûka bi zimanê fransî hatibû nivîsîn, wergerî kurdî kirin
10:45 Bi hinceta 'Ewlehiyê' rezên sûryaniyan birîn
10:19 16 zarok bi maşîneyên zirxî hatin kuştin
10:12 Fîlmê '14'ê Tîrmehê' li Cenevreyê hat temaşekirin
09:53 Şeker: Li dijî polîtîkaya teslîmgirtinê stûyê xwe netewînin
09:52 Qedexeya derketina derve ya li Farqînê bi dawî bû
09:32 Li Girtîgeha Panosê rêbazên îşkenceyê cuda ne
09:31 ‘Di avakirina civaka demokratîk a Ocalan de jin pêşeng e’
09:30 Weşanên Aryenê 3 pirtûkên nû çap kirin
09:28 Tenê ji bo civakeke xwedî wijdan…
09:27 Hîndekarên kirtasiye vekirin: Em ê pêşeroja bi rûmet ava bikin
09:27 Keça xwe 7 kîlometreyan li ser pişta xwe dibe rehabîlîtasyonê
09:22 Hîndekara hat îxrackirin: Nexwe min ew nerihet kirine
09:21 Jin li dijî koletiyê tora piştevaniyê ava dikin
09:19 Jinên hatin îxracatkirin: Em di 25’ê Mijdarê de bibin yek
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2017'AN
17/11/2017
18:59 Rojnameger Turfent dîsa nehat tehliyekirin
17:46 DAIŞ'ê li Dêra Zorê 20 sivîl qetilkirin
16:51 Selîm Sadak hat berdan
16:26 Li Edeneyê 3 kes hatin binçavkirin
16:02 8 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin serbest in
15:15 Di lêpirsîna Elçî de tu pêşketin tune
14:47 Endamê OHP’ê Parêzer Îsteklî hat binçavkirin
14:46 3 kesên piştgirî dan Gulmen û Ozakça hatin binçavkirin
14:32 Turfent: Kes nikare rojnamegeran wekî terorîst bibîne
14:30 Wekîlên CHP’ê li Amedê komxebata tenduristiyê li dar dixin
14:29 Baroya Amedê: Li Girtîgeha Xarpêtê îşkence û êrîşa zayendî heye
14:28 ‘Divê prîm nedin qeyûman’
14:16 Dê tuwaleta li ser goristana Ermeniyan çêkirin, rakin
13:36 Parêzerên Ocalan rapora Îmraliyê ji CPT re şandin
13:30 Xebatkarên berê yên Sputnikê: Gefan li me dixwen
12:58 Li gundên Pasûrê qedexeya derketina derve
12:31 Ji bo Serokwezîr Yildirim li Cizîrê anonsên ‘mecbûrî’ tên kirin
12:15 3 kes li Tarsusê hatin binçavkirin
12:15 Gulmen: Ez hemû kesên ku em tenê nehiştin silav dikim
12:08 Rêxistinên kedê ji HDP'ê piştgirî xwestin
12:07 Doza rojnameger Nedim Turfent dest pê kir
11:45 Têkiliya Erdogan-Flynn tê şopandin: Ger ku Zarrab mukir bê...
11:32 Beştaş: AYM ji desthilatdariyê ditirse
11:32 Rojnamegera jin a nûçe dişopand hat kuştin
11:07 Der barê 42 personelên Zanîngeha Marmarayê de biryara binçavkirinê
10:47 'Raza BBC'yê: Mudaxaleya li gorî îngilizan
10:27 Di şerê Bagera Cizîrê de 34 DAIŞ’î hatin kuştin
10:20 Dadgehê kesê 'Serok Apo' parve kir beraat kir
10:13 Heşdî Şehbî û DAIŞ'ê şer kirin: 9 kes hatin kuştin
09:19 21 meh in li benda îdianameyê ne
09:09 Muzîkjenên li kolanan: Muzîka li kolanan watedartir e
09:07 Dengbêj Seyranoglû: Televîzyonên hatin girtin dengê me bûn
09:06 Daxwaza ji bo çayên nebatî zêde bû
09:05 ‘Wê tu şîdet di tariyê de nemîne’
09:04 Jina êzidî Hewlo hovîtiya DAIŞ’ê vegot
09:03 'AKP ji paradîgmaya jinê ya HDP'ê ditirse'
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2017'AN
16/11/2017
19:02 Ahmet Kaya li Parîsê hat bibîranîn