Gulmen: Ez hemû kesên ku em tenê nehiştin silav dikim 2017-11-17 12:15:05 ENQERE - Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen di roja 254'an de dewam dike, Gulmen cara ewil bi SEGBÎS'ê îfade da û ev tişt got: "Ez ji her kesê baweriya xwe bi demogojiya terorê neanîn û piştgirî dan me silav dikin."   Akademîsyena girtî Nuriye Gulmen 254 roje di greva birçîbûnê de ye, 4'emîn rûniştina doza Gulmen û Semîh Ozakça yê di hevsa malê de, li Kampusa Girtîgeha Sîncanê de dest pê kir. Di rûniştina dozê de parêzerên mudafî amade bûn, li gel wan berxwedêrên li Kolana Yukselê, Acun Karadag, Velî Saçilik ên ji heman dozê tên darizandin, rêxistinên saziyên sivîl, wekîlên HDP û CHP'ê jî tev li rûniştinê bûn. Ozakça bi kursiyê bi tekerlekî anîn danişînê.   Gulmen li Nexweşxaneya Numuneyê bi rêya SEGBÎS'ê tev li dozê bû û destê xwe ji kesên li salonê rûniştibûn re hejand û bersiva wan girt. Li ser vê serokê dadgehê beşdarvan hişyar kir û got ku heke wisa bikin dê wan ji salona dadgehê derbixe. Bijîşkê Gulmen Onur Karahanci aşkera kiribû di roja 236'an a greva birçîbûnê de, Gulmen 38 kîlo daye. Ji 22'yê Gulanê vir ve raya giştî rûçikê Gulmen nedîtibû.   Gulmen destê xwe da ser singa xwe, dem dem daqurtanî pêk anî û ji kesên piştgirî dane re spasiyên xwe kir û ev tişt got: "Ez ji berxwedana Yukselê re, kesên piştgiriyê didin me bi dil û can silav dikin. Mirovan birçîbûna me parve kirin. Esra Ozakça, Mehmet Guvel, Ferîdun Osmanagaoglu û Îsmaîl Erdogan birçîbûna me parve kirin. Ez bi hezkirin wan silav dikim. Berxwedêrên li Yukselê, mamoste Acun, kekê Velî, Nazîfeyê, Mehmet, Sultan û yên ku ez nas nakim û xwedî li berxwedana Yukselê derketine silav dikim. Ez ji gelê me yê piştgirî dan spas dikim. Ez ji kesên ku baweriya xwe ji demogojiya terorê nanîn û her tişt ji bo me kirin re silavên xwe dibêjim. Ji wekîl û parêzerên me re. Di serî de heta niha ez bi keyfî neamîm dadgehê. Ruxmê min dixwest ez bêm dadgehê jî."   Akademîsyen Nuriye Gulmen di 9'ê Mijdara 2016'an hat îxrackirin û piştî dest bi greva birçîbûnê kir, di roja 76'an de hat girtin. 3 rûniştinên destpêkê bi hinceta pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hene neanîbûn rûniştinê. Hîndekar Semîh Ozakça yê bi Gulmen re dihat darizandin, di rûniştina berî vê de hatibû tehliyekirin û di hevsa malê de tê girtin.   Di vê navberê de Gulmen dem bi dem navber da axaftina xwe û di axaftinê de zehmetî dikişand. Refeqatên li gel wê û xwişka wê Beyza Gulmen dem dem av da Gulmen.   'BI MEHAN E EZ DI TECRÎDÊ DE ME’   Gulmen destnîşan kir ku ew li Nexweşxaneya Nimûneyê di şertên xirab de dimîne û wiha axivî: "Di odeyê de her dem ronahiyek dişixule. Heke ez miroveke di greva birçîbûnê de jî nebim, ez nikarim di vê ronahiyê de razêm. Bi mehan e ez di tecrîdê de me. Wênekêş jî wêneyê me nakişîne. Min parastineke berfireh amade kir. Lê destpêkê Nuriye Gulmen kê ye, çima dest bi greva birçîbûnê kir, dixwazim wê bêjim. Xwarin xwarin ajoyeke navxweyî ye. Kes nikare bêje kesî bê birçî bimîne û telîmatê nikare bide! Ez 254 rojan birçî mam.   Ez li Zanîngeha Osmangaziyê ya Eskîşehîrê peywirdara lêkolînê me. Min karên angaryayî yên endamên hîndekariyê qebûl nekir. Ji ber ku ez di saetên derveyê kar de tev li çalakiyan bûm, lêpirsîn der barê min de hat vekirin. Ji ber ku tev li doza Alî Îsmaîl Korkmaz bûm lêpirsîn li min vekirin. Ji ber ku ez tev li banga sendîkaya xwe bûm lêpirsîn li min vekirin. Min 38 rojan ji hêsirên dayika Emel re şahidî kir û dayik li bendê bû ku Alî Îsmaîl rabe. Min her derfeta ku didît ez diçûm wir û li benda hişyarbûna wî bûm.   Teza ku min qedandibû û min got min neqedndiye, ji ber wê ez hatim dûrxistin. Lê min bi kedeke mezin qedandibû. Ez miroveke li heqê xwe digere me. Ez li gel mirovên ku li mafên xwe digerin disekimim. Desthilatdariya AKP'ê nikare min ji karê min bavêje. Ez ji wan hesab dipirsim. Tenê karê xwe dixwazim.   Piştî 55 deqan Gulmen ji neçarî navber da axaftina xwe. 10 deqe navber dan dozê.   'ME SOZ DA GELÊ XWE'   Piştî navbera dozê Gulmen wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev berxwedan soza ku me daye gelê xwe ye! Em karê xwe dixwazin, me got em ê bibin, em bûn. Berxwedana Yukselê dewam dike. Dema em binçav dikirin bi hincetên wekî 'Li dijî qanûna qebehetê' derketine û dilê wan çi dixwest ew dikirin. OHAL hebû, kesî newêribû tiştekî bike! Em hebûn, gel di ferqa vê de ye. Greva me ya birçîbûnê rewabûna KHK'ên AKP'ê ji holê rakirin! Bi awayekî bê mafî, beyî ku tu hincetê li ber çavan bigiri mirov ji karên xwe hatin avêtin. Ev ne ew qas hêsan e! Me da nîşan ku ev ne ew qas hêsan e. Piştî vê KHK'ê me xwest em bi YOK'ê re hevdîtinê bikin, me li hemberî xwe muxatab nedît! Îmzeyên ku me kom kiribûn me xwest em teslîm bikin.   Me îmze kom kirin, me daxuyaniyên çapemeniyê dan, lê me muxatab nedîtin. Acun Karadag bi gotinên wekî 'kefir bihîst, betonê bihîst, tenê we nebihîst' çi xweş rewş vegotiye. Piştre me biryara greva birçîbûnê girt.   Piştî me bi Semîh re biryara greva birçîbûnê da em hatin binçavkirin. Em 5 rojan li TEM'ê man. Bi şertê kontrola edlî em hatin berdan. Em dîsa çûn Yukselê. Di roja 75'an çalakiya grevê de, li ser dosyayên me hin guhertin kirin, bi hev ve girêdan û em dan girtin."   Heyeta dadgehê heta saet 14.00'an navber da dozê