Endamên meclisa şaredariyê: Li dijî bêhiqûqiyê deng derxin

  • rojane
  • 16:47 23 Gulan 2019
  • |
img
BEDLÎS - Rêxistina HDP'ê ya Tetwanê û endamên meclisa şaredariyê yên HDP'î ku Wezareta Karên Hundir ew peywirê avetin, bertek nîşan dan. Endamen Meclîsê bang li herkesî kirin ku dengê xwe li bêhiqûqiya li dijî wan derxin. 
 
 
Rêxistina HDP'ê ya Tetwanê, derbarê dûrxistina 9 endamên meclisa şaredariyê de daxuyanî da. Daxuyanî li avahiya navçeyê ya HDP'ê da. Hevserokê HDP'ê yê Bedlîsê M. Şîrîn Gucum û hevserokên HDP'ê yên Tetwanê û endamên şaredariyê yên ji peywira xwe hatine dûrxistin beşdar  bûn. Daxuyanî ji aliyê endamê meclisê yê ji peywira xwe hat dûrxistin Dîyar Orak ve hat xwendin. 
 
Diyar Orak piraniya meclisê ya di destê partiya xwe de bi bîr xist û wiha got: "Ji bo ku mirov bibêje biryara li dijî me hatiye dayîn bêhiqûqî ye pêwîst nake mirov hîqûqnas be. Biryara dûrxistina me ya ji peywirê, ji aliyê daraz û rêveberiyê ve bi awayekî hevpar hatiye dayîn. Lêpirsîna li hemberî min sala 2017'an û lêpirsînên derbarê 8 hevalên din jî îsal hatine vekirin. Derbarê lêpirsînan de tu nivîs ji me tu kesî re nehatiye şandin. Em bi vê biryarê pê hesiyan ku derbarê me de lêpirsîn hatine destpêkirin. Her çiqas em ji ber lêpirsînên derbarê xwe de hatibin dûrxistin jî, di xala 47'emîn a qanûna hejmar 5393'an de tê diyarkirin ku ji bo dûrixstinê divê lêpirsîn derbarê peywira me de be. Ji ber vê sedemê ev şîroveya keyfî ya qanûnê ye, bêhiqûqî ye. Di vê pêvajoya ku meşrûyeta şaredarê AKP'ê didome de bi vê bûyerê rê li ber meşrûyeta meclisê jî hat vekirin."
 
'EM Ê BIRYARÊ BIBIN DARAZÊ'
 
Orak diyar kir ku biryara li dijî xwe dê bibin darazê û ev tişt anî ziman: "Em biryarê bi awayekî lez bibin darazê. Em ê destpêkê serî li dadgeha îdarî bidin û rawestandin û betalkirina biryarê bixwazin. Em nizanin dê pêvajo çi qas bidome lê weke piştî hilbijartinê, em li derveyî meclisê bin jî dê biryarên ku ji aliyê meclisê ve bên girtin bi şopînin. Mafê gelê xwe biparêzin. Heta ji destê me bê em ê pêvajoyê bi 5 hevalên xwe endamê meclisê re bidomînin."  Orak stratejiya wan a ji bo têkçûna AKP-MHP'ê bi bîr xist û axaftina wiha bi dawî kir: "Partiya me bi stratejiya xwe gelek deveran bi AKP-MHP'ê da windakirin. Her çiqas hilbijartinên Stenbolê hatibin betalkirin jî partiya aliyê xwe yê li cem demokrasiyê aşkera kiriye. Vê bêhiqûqiya ku li Tetwanê pêk hatiye dê bandorê li demokrasiya Tirkiyeyê jî bike. Em bang li hêzên demokrasî û kedê dikin ku dengê xwe li vê bêhiqûqiyê bilind bikin û xwe bidin cem me." 
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.
 
 
 
 

Sernavên din

16/06/2019
19:16 KKP’ê li Amedê panela qeyrana aborî li dar xist
16:46 Temellî: Rêya têkbirina bloka faşîst di têkoşîna hevpa re derbas dibe
16:38 Li Kobanê zêdeyî 50 hektar zevî şewitî
15:10 Rêxistinên rojnamegeran: Bila rojnamegerên hatin binçavkirin bi lez bên berdan
15:09 TJA: Ji bo azadiya jinê heta dawiyê têkoşîn
14:25 Li Çinarê 70 dolim zevî bûn xwelî
13:40 Derket holê ku qeyûm ketina Rojnameger Kanbal a şaredariyê asteng kiriye
13:28 Li operasyona Şirnexê de eskerekî jiyana xwe ji dest da
13:12 Qeymeqam destûr neda ku li dijî talankirina Heskifê daxuyanî bidin
12:41 Çalakgerên Mertalên Zindî ji Qendîlê banga piştgiriyê kirin
12:11 Mehabad û Qadî Mihemed: Wê kengî li şûna kindirê gul vedin
11:35 Li Gabarê operasyona eskerî dest pê kir
11:35 Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya: Rojnamegerên di bin çavan de berdin
10:49 Şaredariya AKP'î ku tabelayên Kurdî daxistin perava Golê paqij nake
09:53 Kuçukbalaban: Divê zagona bingehîn a zarokan hebe
09:11 Ji ber debra îsal kêm e, cotkar ji bo berê dudoyan dudilî ne
09:09 Cîhangîr Îslam: Di AKP'ê de jihevqutbûyîneke mezin heye
09:07 Ji 828 serlêdanan tenê 3 serlêdan qebûl kirin
09:05 Piştî 5 salan ji ber çalakiya 25'ê Mijdarê doz li 17 jinan hat vekirin
09:04 Gundê Yorukan ê 450 salî li dijî RES'an li ber xwe dide
09:02 Aborîzan Başer: Ji ber nebaweriya di siyasetê de derzên mezin li aboriyê ketin
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2019'AN
15/06/2019
20:41 3 nûçegihanên Rojnameya Ozgur Gelecekê hatin binçavkirin
20:15 Pirtûka helbestvanê girtî Îlhan Çomak îmze kirin
18:28 Polîsan avêt ser ETHA'yê: 6 rojnameger binçav kirin
18:23 Rojnamevan Kaplanoglû hat berdan
17:09 Tevî rapora ATK’ê Aslan ê ji sedî 80 astengdar bernadin
15:44 Eskerên ku kamuflajê pêşmergayan li xwe dikin li Bradostan kontrola rê dikin
15:38 Li aqûbeta 6 welatiyan pirsîn
15:29 ÎHD: Hêzên paramîlîter bi hezaran mirov winda kirin
15:28 ‘Rojnameger Yilmaz ê pişika wî îflas kirî berdin’
14:08 Şaredariya Pirsûsê kampanyaya paqijiyê da destpêkirin
13:58 Temellî: Hûn li ku dibin bibin di 23'ê Hezîranê de biçin ser sindoqê û dengê xwe bidin
13:53 Dayikên Şemiyê yên pirsa faîlên Çelîkbîlek kirin: Bila edalet pêk bê
13:22 Li Amedê sempozyuma çandiniyê: Em li axa xwe xwedî derkevin
13:00 Li Stewrê 3 hezar û 400 donim genim şewitî
12:59 TJA: Bila Nesrîn Sotoudeh bê berdan
12:55 Gelê Mexmûrê operasyona TSK'ê şermezar kir
12:49 Li Xakurkê rewşa dawî: Esker herêmê dişewitînin
12:38 Li Siwêregê pevçûna erdan: 6 kes mirin 5 kes birîndar bûn
11:31 HDP: Me nexşe derxist emê hemû hilbijêran bibin ser sindoqan
11:26 Serlêdana malbatan a Îmraliyê red kirin
10:51 Moody's, puanên krêdiya Tirkiye ya aborî daxist
09:53 Li Dersimê dem dema zozana ye
09:52 Kartal ê li Çorluyê xizmên xwe winda kirin: Têkoşîna me wê bidome
09:51 Pêşî bi balyoz şikand paşê jî 'lêborîn' xwest
09:24 Personelê çopê rijand kolanê ji kar hat derxistin
09:24 Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Oztep: Em ê peyamên Ocalan ji gel re vebêjin
09:23 Hatîmogûllari: Li Rojhilata Navîn jiyaneke bi xwişk û bratî pêkan e
09:22 Miftiyê Hezroyê ji ber tecawizê hat darizandin