Endamên meclisa şaredariyê: Li dijî bêhiqûqiyê deng derxin 2019-05-23 16:47:23   BEDLÎS - Rêxistina HDP'ê ya Tetwanê û endamên meclisa şaredariyê yên HDP'î ku Wezareta Karên Hundir ew peywirê avetin, bertek nîşan dan. Endamen Meclîsê bang li herkesî kirin ku dengê xwe li bêhiqûqiya li dijî wan derxin.      Rêxistina HDP'ê ya Tetwanê, derbarê dûrxistina 9 endamên meclisa şaredariyê de daxuyanî da. Daxuyanî li avahiya navçeyê ya HDP'ê da. Hevserokê HDP'ê yê Bedlîsê M. Şîrîn Gucum û hevserokên HDP'ê yên Tetwanê û endamên şaredariyê yên ji peywira xwe hatine dûrxistin beşdar  bûn. Daxuyanî ji aliyê endamê meclisê yê ji peywira xwe hat dûrxistin Dîyar Orak ve hat xwendin.    Diyar Orak piraniya meclisê ya di destê partiya xwe de bi bîr xist û wiha got: "Ji bo ku mirov bibêje biryara li dijî me hatiye dayîn bêhiqûqî ye pêwîst nake mirov hîqûqnas be. Biryara dûrxistina me ya ji peywirê, ji aliyê daraz û rêveberiyê ve bi awayekî hevpar hatiye dayîn. Lêpirsîna li hemberî min sala 2017'an û lêpirsînên derbarê 8 hevalên din jî îsal hatine vekirin. Derbarê lêpirsînan de tu nivîs ji me tu kesî re nehatiye şandin. Em bi vê biryarê pê hesiyan ku derbarê me de lêpirsîn hatine destpêkirin. Her çiqas em ji ber lêpirsînên derbarê xwe de hatibin dûrxistin jî, di xala 47'emîn a qanûna hejmar 5393'an de tê diyarkirin ku ji bo dûrixstinê divê lêpirsîn derbarê peywira me de be. Ji ber vê sedemê ev şîroveya keyfî ya qanûnê ye, bêhiqûqî ye. Di vê pêvajoya ku meşrûyeta şaredarê AKP'ê didome de bi vê bûyerê rê li ber meşrûyeta meclisê jî hat vekirin."   'EM Ê BIRYARÊ BIBIN DARAZÊ'   Orak diyar kir ku biryara li dijî xwe dê bibin darazê û ev tişt anî ziman: "Em biryarê bi awayekî lez bibin darazê. Em ê destpêkê serî li dadgeha îdarî bidin û rawestandin û betalkirina biryarê bixwazin. Em nizanin dê pêvajo çi qas bidome lê weke piştî hilbijartinê, em li derveyî meclisê bin jî dê biryarên ku ji aliyê meclisê ve bên girtin bi şopînin. Mafê gelê xwe biparêzin. Heta ji destê me bê em ê pêvajoyê bi 5 hevalên xwe endamê meclisê re bidomînin."  Orak stratejiya wan a ji bo têkçûna AKP-MHP'ê bi bîr xist û axaftina wiha bi dawî kir: "Partiya me bi stratejiya xwe gelek deveran bi AKP-MHP'ê da windakirin. Her çiqas hilbijartinên Stenbolê hatibin betalkirin jî partiya aliyê xwe yê li cem demokrasiyê aşkera kiriye. Vê bêhiqûqiya ku li Tetwanê pêk hatiye dê bandorê li demokrasiya Tirkiyeyê jî bike. Em bang li hêzên demokrasî û kedê dikin ku dengê xwe li vê bêhiqûqiyê bilind bikin û xwe bidin cem me."    Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.