Kaya: Têkoşîna dayikan ji bo hemû Tirkiye ye

  • rojane
  • 16:01 23 Gulan 2019
  • |
img

STENBOL/AMED – Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, tev li çalakiya dayikên ku li pêş Girtîgehea Umraniye kom bûn bû û wiha got: "Ger ku aştî û aramî bê vî welatî wê wê bi têkoşîna dayikan bê. Ev têkoşîna dayikan ne tenê ji bo zarokên wan e. Ji bo hemû gelên Tirkiye ye." Dayikan li Amedê jî çalakiya xwe di roja 23'emîn de berdewam kirin. 

 
Dayik û xizmên girtiyan, bi armanca balê bikişînin ser daxwazên zarokên xwe yên li dijî tecridê di greva birçîbûnê de ne, li pêş Girtîgeha Urmiye daxuyanî dan çapemeniyê. Dayikan li Amedê jî di roja 23'emîn de çalakiya xwe ya rûniştinê berdewam kirin û daxwazên xwe dubare kirin. 
 
STENBOL 
 
Gelek xizmên girtiyan ên Stenbol, bi armanca balê bikişînin ser tecrîdê û çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê, li pêş Girtîgeha Tîpa L a Umraniye daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya û Endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê  (OHD) jî amade bûn. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, diyar kir ku têkoşîna dayikan ne tenê ji bo zarokên wan e û wiha got: "Niha li çar aliyê Tirkiye malbat li pêş girtîgehan daxuyaniyê dide çapemeniyê. Dayik Îro jî li pêş Girtîgeha Umraniye ne. Dayikan bi zarokên xwe re hevditin kirin û silavên girtiyan anîn. Dayikên Laçik spî yên li pêş girtîgehê kom dibin, ji bo welatê me û gelê me qet ne talûke ye. Ev çalakiya dayikan wê aştî, aramî û pêşketinê bîne Tirkiyeyê. Ji bo pêşeroja gelê me û Tirkiyeyê ye. Ev têkoşîna dayikan ji bo carek din cenaze neyê Tirkiye ye." 
 
Piştre dayika Halit Yagiz ê ji 1'ê Adarê de di grevê de ye, Ayşe Yagiz axivî. Yagiz, diyar kir ku moralê girtiyan gelek bilind bû û wiha got: "Em bang li Wezareta Dadê û CHP’ê dikin. Em dixazin bi lez gavan bavêjin. Em bi Laçikên Spî sembola aştiyê ne. Em li pey zarokên xwe û Leyla Guven in. " 
 
Dayikan piştî daxuyaniyê bi dirûşmeyên "Ji tecrîdê re na, ji girtiyan re azadî" û "Leyla Guven rûmeta me ye" berz kirin û belav bûn. 
 
AMED 
 
Dayikên Laçik Spî yên zarokên wan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, di roja 23'an de li  pêş Aşê Genim ê tenişta Parka Koşuyolû çalakiya xwe berdewam kirin. Dayik, saetekê li tenişta Aşê Genim rûniştin. Parlamentera HDP'ê Remziye Tosun, Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zahît Ceylan û rêveberên HDP û DBP'ê yên navçe û bajar jî tev li çalakiyê bûn û piştgirî dan dayikan. Çalakiya rûniştinê bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “Emê bi berxewdanê bi ser bikevin", “Girtiyên siyasi rûmeta me ne" “Tecrîdê bişkînin faşîzmê hilweşînin û Amed ranezê li zindanan xwedî derkevin" berz kirin. Dayikan, bi tilîlî û çepikan dengê xwe bilind kirin. Kesên li derdorê jî xwestin tevlî meşê bin. Lê polîsan ew asteng kirin. 
 
Dayik piştî rûniştinê derbasî avahiya Şaxa TUAY-DER'ê bûn û li vir daxuyanî dan. Li ser navê dayikan Afîfe Kartal a kurê wê Mûhammed Kartalê saleke girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa D a Amedê ji 1 Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, xwest gavek bê avêtin û tecrîd bi dawî bibe û wiha got: “Em bang li hemû cîhanê dikin, em bang li serokê Tirkiyê jî li Emîne Erdoxan jî dikin ma kezeba te tune. Xwe ker û kor kirine. Tecrîda li ser serokê me rakin. Heta tecrid hebe zarokên me dest ji çalakiyê bernadin. Daxwaza zarokên me daxwaza me ye. Heta daxwaza zarokên pêk neyê, em kolanan bernadin. Em li vê rojiya remezanê li kolananin." 
 
Çalakî bi berzkirina dirûşman, çepik û tilîlîyan bi dawî bû. 
 
 
 

Sernavên din

12:39 'Derbarê Zulfîkar Îzol ê AKP'î û birayên wî de lêpirsînek hatiye destpêkirin heye?'
11:56 Zilamê ku ji girtîgehê bi destûr derket 2 jin kuştin
11:43 Derbarê serokê TÎP'ê Baş de fezleke hat amadekirin
11:21 Altun ê 24 sal in girtîbû piştî biryara AYM’ê hat berdan
10:32 Li dijî Buroya Hiqûqê ya Gel operasyon: 7 binçav kirin
09:59 Polîsê ku Recep Hantaş kuşt hat berdan
09:58 Bavê birayên Yildirim: Sûcdar hatin xelatkirin
09:29 Ji bo neyên binçavkirin xwe li Newala Qoriyê veşartin
09:12 Genç: Kurd dê li Stenbolê li vîna xwe xwedî derkevin
09:12 Ji kuçeyên dîrokî yên Sûrê heta nava dîwaran çîroka azadîxwazekî: Zulkuf Gezen
09:12 'Wê AKP nikaribe Stenbolê bi dest bixe'
09:11 DMME'yê di doza KCK'ê de Tirkiye mehkûm kir
09:10 Koçeran berê xwe dan zozanên Serhedê
09:10 Melayên Kurd ji bo hilbijartina Stenbolê dixebitin
09:09 Jinên HDP'î bang li jinan kirin: Dengê xwe bidin xwe
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2019'AN
19/06/2019
16:51 Temellî: Ocalan hêz da teza me ya ‘îtîfaqa demokrasiyê’
16:20 Kurtulan: Em li Stenbolê jî li dijî qeyûm têdikoşin
16:09 ‘Berpirsê hemû êşên penaberan polîtîkayên şerin’
15:39 Doza Panzêrê: Polîsek berat kirin û tenê 2 sal û mehek ceza li polîsek birîn
15:09 HDP: Demildest endamên Meclîsa Ciwanên me berdin
15:04 Yekbun û Dîlan Îzol ên dayik û bavê wan hatin kuştin: Ev zilm a 17 salan e
14:40 Berdana Bîlgîlî yê kiryarê tecawîzê hat şermezarkirin
14:40 Ji bo Çemê Dîcleyê banga ‘Avêtina Mezin’ hat kirin
14:27 ESP'ê binçavkirina rojnamegeran şermezar kir
14:13 Komeleya Lêkolînên Kurd ji bo zarokan dersa kurdî dide destpêkirin
14:06 Ewil cendirmeyan lêgerîna çekan kirin, piştre bi ser de girtin
14:00 Êzidiyên Kelhokê: Em dixwazin vegerin gundê xwe
13:36 2 welatiyên Mexmûrî yên PDK'ê ew binçav kiribûn li ku ne?
13:35 3 kes li Mersînê hatin binçavkirin
13:16 Li Qersê dema festîvalê ye
13:14 Demîrtaş: Cemaetê gelek hez ji Bînalî Yildirim dikir
12:52 Înîsiyatifa Maf: Di 2 salên dawî de 28 kes bi korsanî hatin revandin
12:36 TJA: Divê Tirkiye mafê penaberan biparêze
12:35 Oldarên Başûr: Operasyon şermezar kirin
12:35 Sara Kaya nehat berdan
11:53 Hunermend Çiya berdan, xwestin hunermend Arhat binçav bikin
11:46 Li Îzmîrê 12 kes hatin binçavkirin
11:37 Di doza rojnamegeran de dadgehê ji emniyetê agahî xwest
11:30 DMME’yê got ‘binpêkirina maf’: Piştî 26 salan hat berdan
11:26 Karkerê Nexweşxaneyê întîhar kir
11:20 'Îbrahîm Layik piştî ji kar hat derxistin întîhar kir'
11:00 Li Amedê kesek hat girtin
10:48 Serokê Komeleya 78'an Ganî Alkan hat binçavkirin
10:38 ‘Ji bo ku Bîlgîlî ceza bigire, ezê têbikoşim’
10:34 Di bombebarana Newala Qoriyê de 2 sivîl hatin kuştin
10:34 Polisên bi ser malê de girt li kolanê jî gef xwarin
10:13 Qeymeqamê Cizîrê destûr neda lêpirsina mirina 2 pitikan
10:09 Xizmên windayan 'biryara qedexeyê' dibin dadgehê
10:04 Ji bo 32 jinan beraet, Leyla Guven fezleke