Kaya: Têkoşîna dayikan ji bo hemû Tirkiye ye 2019-05-23 16:01:55 STENBOL/AMED – Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, tev li çalakiya dayikên ku li pêş Girtîgehea Umraniye kom bûn bû û wiha got: "Ger ku aştî û aramî bê vî welatî wê wê bi têkoşîna dayikan bê. Ev têkoşîna dayikan ne tenê ji bo zarokên wan e. Ji bo hemû gelên Tirkiye ye." Dayikan li Amedê jî çalakiya xwe di roja 23'emîn de berdewam kirin.    Dayik û xizmên girtiyan, bi armanca balê bikişînin ser daxwazên zarokên xwe yên li dijî tecridê di greva birçîbûnê de ne, li pêş Girtîgeha Urmiye daxuyanî dan çapemeniyê. Dayikan li Amedê jî di roja 23'emîn de çalakiya xwe ya rûniştinê berdewam kirin û daxwazên xwe dubare kirin.    STENBOL    Gelek xizmên girtiyan ên Stenbol, bi armanca balê bikişînin ser tecrîdê û çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê, li pêş Girtîgeha Tîpa L a Umraniye daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya û Endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê  (OHD) jî amade bûn. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, diyar kir ku têkoşîna dayikan ne tenê ji bo zarokên wan e û wiha got: "Niha li çar aliyê Tirkiye malbat li pêş girtîgehan daxuyaniyê dide çapemeniyê. Dayik Îro jî li pêş Girtîgeha Umraniye ne. Dayikan bi zarokên xwe re hevditin kirin û silavên girtiyan anîn. Dayikên Laçik spî yên li pêş girtîgehê kom dibin, ji bo welatê me û gelê me qet ne talûke ye. Ev çalakiya dayikan wê aştî, aramî û pêşketinê bîne Tirkiyeyê. Ji bo pêşeroja gelê me û Tirkiyeyê ye. Ev têkoşîna dayikan ji bo carek din cenaze neyê Tirkiye ye."    Piştre dayika Halit Yagiz ê ji 1'ê Adarê de di grevê de ye, Ayşe Yagiz axivî. Yagiz, diyar kir ku moralê girtiyan gelek bilind bû û wiha got: "Em bang li Wezareta Dadê û CHP’ê dikin. Em dixazin bi lez gavan bavêjin. Em bi Laçikên Spî sembola aştiyê ne. Em li pey zarokên xwe û Leyla Guven in. "    Dayikan piştî daxuyaniyê bi dirûşmeyên "Ji tecrîdê re na, ji girtiyan re azadî" û "Leyla Guven rûmeta me ye" berz kirin û belav bûn.    AMED    Dayikên Laçik Spî yên zarokên wan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, di roja 23'an de li  pêş Aşê Genim ê tenişta Parka Koşuyolû çalakiya xwe berdewam kirin. Dayik, saetekê li tenişta Aşê Genim rûniştin. Parlamentera HDP'ê Remziye Tosun, Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zahît Ceylan û rêveberên HDP û DBP'ê yên navçe û bajar jî tev li çalakiyê bûn û piştgirî dan dayikan. Çalakiya rûniştinê bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “Emê bi berxewdanê bi ser bikevin", “Girtiyên siyasi rûmeta me ne" “Tecrîdê bişkînin faşîzmê hilweşînin û Amed ranezê li zindanan xwedî derkevin" berz kirin. Dayikan, bi tilîlî û çepikan dengê xwe bilind kirin. Kesên li derdorê jî xwestin tevlî meşê bin. Lê polîsan ew asteng kirin.    Dayik piştî rûniştinê derbasî avahiya Şaxa TUAY-DER'ê bûn û li vir daxuyanî dan. Li ser navê dayikan Afîfe Kartal a kurê wê Mûhammed Kartalê saleke girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa D a Amedê ji 1 Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, xwest gavek bê avêtin û tecrîd bi dawî bibe û wiha got: “Em bang li hemû cîhanê dikin, em bang li serokê Tirkiyê jî li Emîne Erdoxan jî dikin ma kezeba te tune. Xwe ker û kor kirine. Tecrîda li ser serokê me rakin. Heta tecrid hebe zarokên me dest ji çalakiyê bernadin. Daxwaza zarokên me daxwaza me ye. Heta daxwaza zarokên pêk neyê, em kolanan bernadin. Em li vê rojiya remezanê li kolananin."    Çalakî bi berzkirina dirûşman, çepik û tilîlîyan bi dawî bû.