Bariş: Kîjan namzet nêzî demokrasiyê be em ê dengê xwe bidin wî

  • rojane
  • 09:21 23 Gulan 2019
  • |
img

STENBOL – Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Azad Bariş, diyar kir ku helwesta HDP'ê ya ji bo hilbijartina 23'yê Hezîranê ya Stenbolê zelal e, ew ê li 3 herêmên bajêr mîtîngên demokrasiyê li dar bixin û got: "Kîjan namzet nêzî demokrasiyê be em ê dengê xwe bidin wî."

 
Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Azad Bariş, bal kişand ser hevdîtina parêzeran a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hilbijartina Stenbolê ya 23'yê Hezîranê û stratejiya HDP'ê ya jib o hilbijartina Stenbolê. 
 
‘EM Ê XETA BERXWEDANÊ ZEXM BIKIN' 
 
Bariş, bilêv kir ku Ocalan 8 salan ji mafên xwe bêpar hatiye hiştin û Tirkiye salên dûr û dirêj qanûnên xwe ecinqadniye. Bariş, anî ziman ku divê dewlet berpirsiyariyên xwe bi cih bîne û got: "Hin peymanên navnetewî hene ku Tirkiyeyê jî îmze danîne bin wan. Tam 8 salan hikumxwarek ji hemû mafên xwe bêpar hatiye hiştin. Piştî 8 salan hevdîtinek çêbû. Lê çi bû ku ev pêk hat? Li vira berxwedaneke mezin rû da. Nexasim jî Leyla Guven bi greva birçîbûnê ya 3 demsal in didome got êdî 'divê ev aştî dest pê bike.' He rku ev berxwedan zemx bibe ew ê ber bi qada xwe ya hiqûqê, ber bi zemîna hiqûqê ve biçin. Me jî ev xeta berxwedanê ya li ser asasê şikandina tecrîdê zeximtir kir û em hîn jî zexim dikin." 
 
‘DIVÊ OCALAN BAŞ BÊ FÊMKIRIN' 
 
Bariş, deklarasyona Ocalan ku bi parêzerên xwe re şand jî nirxand û got: "Divê mirov baş li zimanê Ocalan binere. Zimanê wî zimanekî demokratîkî aştiyane û yekîtiya gelan e. Di warê felsefîk de divê mirov baş Ocalan fêm bike. Birêz Ocalan dibêje 'Veguhêziyeke çandî ya gelan heye. Bêyî dewlemendiya wan a çandî bê jibîrkirin, bêyî paşperdeya wê bê piştguhkirin, bêyî ser wê bê girtin divê têkiliya wan a bi cîhanê modern re baş bê danîn.' Bêyî fikriyata Ocalan, halê niha yê Rojava ne pêkan bû. Pêşbînî, manewrayên taktîtîkî û polîtîk ên Ocalan pir girîng in. Bi saya fikrên wî li devereke Sûriyeyê gele, bawerî û çand bêyî pevçûn bi hev re dijîn." 
 
‘A GIRÎNG AŞTÎ YE' 
 
Bariş, bal kişand ser roja ku hilbijartina Stenbolê hat betalkirin û di heman rojê de aşkerekirina peyama Ocalan jî, diyar kir ku lîstikeke îktîdarê ye. Bariş, destnîşan kir ku muxalefet jî ketiye vê xefika îktîdarê û got: "Yanî yek ji yekî xirabtir e. Yanî pêwendîdanîna me li herêmê nayê wateya ku em wan dipesinînin. Lê li vira du tiştên ku divê mirov baldar be hene. Yek; Li bajarê herî mezin ê Tirkiyeyê, li Stenbolê hilbijartin hat destgîrkirin. Dudo; Piştî 8 salan bi Ocalan ku çavê 20 milyin mirovî tim li rêya wî ye, hevdîtin hat çêkirin. Helbet her du hêl jî dikarin vê yekê ji bo xwe veguherînin tiştekî sêwirane. Ev tiştekî xwezayî ye. Lê belê qey tu sûcê muxlefeta ku ev yek kir rojev û nîqaş kir tune ye? Her wiha ji bo çi bi awayekî serxwegir li kurdan dinerin. Em HDP jî helbet ji bo muzakere çêbibin têdikoşin. Muzakere bi AKP'ê re tên kirin bêyî wan tê kirin ev negirîng e. A girîng aştî ye. Lê ev jî nayê wateya 'Wê muzakere dest pê bikin û em ê jî beramberî vê hemû dengê xwe bidin wan.'" 
 
‘JI DÊVLA SPEKULASYONA BIKE BILA LI XETA XW EBINERE' 
 
Bariş, destnîşan kir ku derdorên spekulasyonan dikin ne HDP'ê ne jî kurdan nas nakin û got: "Ma nas nakin. Çimkî ew bixwe wisa ne. Wexta li helwesta hilbijêrên me binerin wê bibînin em çi qas rast in. Her wiha divê ev jî bê gotin. Em ne mecbûr in dengê xwe bidin CHP'ê. Qistasek me heye. Ew jî aştî û demokrasiyeke birûmet e. Kî ehlê demokrasiyê be em ê li cem wî bin. Kî ehlê demokrasî û aştiyê be jixwe xeta me yek e. Çima em û evan kesan neyênc em hevdu? Lê tişta teqez ev e ku; AKP û MHP ne ehlê vê xetê ne. Nexwe çima em û evana bên cem hevdu? Jixwe hewldana me paşvebirina vê bloka faşîst e. Bi saya vê stratejiya me bajarên mezin yeko yeko ketin. Yanî faşîzm ket. Yanî CHP, ji dêvla ku spekulasyona çêbike bila li xwe veger û li xeta xwe binere." 
 
Bariş, destnîşan kir ku helwesta HDP'ê ya ji bo hilbijartinê pir zelal e û got: "A rast, em helwesta CHP'ê, helwesta netewperweran meraq dikin. Em helwesta kesên demokrasiyê dixwazin meraq dikin. Helwesta me pir zelal e. Em ehlê demokrasiyê ne. Demokrasî li kudeêr be, em jî li wira bin. Îjar eger em di ser Îmamoglû re hevkêşeyekê çêbikin û danberheviyekê bikin, her hal em ranebin destekê nadin Partiya Karkeran. Jixwe rewşa Bînalî Yildirim li holê ye. Em ê nedin wî jî." Bariş, anî ziman ku ew ê li 3 herêmên Stenbolê mîtîngên demokrasiyê li dar bixin û got: "Kîjan namzet nêzî demokrasiyê be em ê dengê xwe bidin wî." 
 
MA / Ferhat Çelik 
 

Sernavên din

25/05/2019
14:55 Nivîskar Faîk Bûlût hat binçavkirin
14:39 Çalakgerê greva birçîbûnê Yîgît: Çalakiya me encam digire
14:18 24 salin aqûbeta Ozdemîr pirsîn
13:50 Malbatên li Gebze: Em ê dest ji têkoşînê bernedin
12:16 Li Çewlikê 23 herêm hatin qedexekirin
11:16 Elektrîk dan organên wan ên zayendî
11:16 Rêxistina Efûyê ji bo Xalfetiyê bi koda 'Lezgîn' kampanya îmzeyan da destpêkirin
11:02 Welatiyên Bradostê: Eskerên Tirkiye li ser me gule barandin
10:37 Name Ozturk a mafê parastina rewa parast tundiya jiya vegot
10:07 Perwerdeya Millî li Mêrdînê qûrsên şaredariyê asteng dike
09:14 Di navbera PDK û Tirkmenan de alvêra Kerkukê
09:12 Gelê Dersimê: Kî çi dibêje bila bibêje ev der Dersim e
09:12 18 sal in li 'heqîqetê' digerin: Me ew di wijdanê xwe de nekuştiye
09:11 Prz.Sert: Li qereqolan dikin ku kesên tên tacizkirin ji ber gilî kirine poşman bibin
09:10 Şêniyên ku keyayên wan ji peywirê hatin girtin: Vîna gel hatiye xespkirin
09:10 Şaredarê AKP'î biryara dadgehê nas nekir
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2019'AN
08:55 Leyla Guven 199 rojin li dijî tecrîdê têdikoşe
Rojiya mirinê di roja 26'an de didome
24/05/2019
20:13 11 kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan
19:49 Li Dêrsimê çalakiya li dijî tecrîdê di roja 19'an de berdewam kir
19:33 Li pêş Nûnertiya NY’ê tecrîd protesto kirin
19:12 Dayikên li pêş Gebze di nobetê de: Roja tecrîd bi dawî bibe emê roja dayikan îlan bikin
18:44 Dadgehê Encu yê li Roboskî xizmên wî hatin kuştin, şandin girtîgehê
18:31 Parêzeran peyama Ocalan gihand Leyla Guven
17:34 Parêzerên Ocalan: Piştî em bi çalakgeran re parve bikin em ê daxuyanî bidin
16:22 Malbatan li gel gefên polîsan dîsa çalakî li dar xistin
16:06 'Em ê nemirin, bi ser kevin û tecrîdê bişikînin'
15:23 Dayikên Laçik Spî li Wan û Stenbolê xwestin tecrîd bi dawî bibe
15:13 KESK: KHK dê biçin em ê bimînin
15:11 Li dadgehê qala îşkenceyê kirin
15:06 Pirtûka Brian Morris a ‘Pêşengê Mirovheziya Ekolojik' derket
14:25 Ekmez a li ber Girtîgeha Gebze hat derpkirin: Bi zorê dimeşim
14:22 Pêşî rûniştin û paşê jî meşiyan
13:46 Gardiyanan li Kalkandereyê jî radyoyên çalakgerên greva birçîbûnê desteser kirin
13:41 200 girtiyên di grevê de tenduristiya wan krîtik e
13:13 Hevserokê DBP'ê yê Êlihê hat girtin
12:58 Îşkenceya ji Qereqola Cendirmeyan a Yalakê heta TEM'ê vegot
12:55 Serokwezîra Îngilistanê Teherese May îstifa dike
12:34 HDP'ê ji Meclisê xwest Xalfetiyê lêkolîn bike
12:15 Polisan 4 kesên din jî li Hewagê binçav kir
11:36 Konseya Navendî ya TTB'ê têkildarî çalakgerên greva birçîbûnê hişyarî kir
11:16 Pirsên greva birçîbûnê 'parvekirinên çapameniya ne fermî' hatin hesibandin
10:57 Ji Wezîrê Dadê Gul daxuyaniya Îmraliyê
10:56 Platforma Zimanê Kurdî panale ol û ziman li dar dixe
10:18 Ciwanan li Edeneyê çalakiya dengderxistin li dar xistin
10:04 Parêzera Nevîn Yildirim: Em carek din bi edaleta mêr re rû bi rû man
09:48 Surme yê di greva birçîbûnê de: Dayik şoreşgerên demê ne
09:11 Bi hinceta 'pêwendiya xwe bi rêxistinê re nebiriye' nehat berdan
09:10 ZMO: Îsal berê genim ji sedî 10-15 kêm e
09:09 Şaredarê ku YSK'ê ew tayîn kir kesên nêzî xwe li şaredariyê bi cih dike
09:09 Li 13 parêzerên xwestin balê bikişînin ser grevên birçîbûnê lêpirsîneke din
09:08 Hasass ê greva xwe li malê didomîne: Divê her kes bi berpirsiyarî tev bigere
09:07 Keyayên ji peywirê hatin girtin: Vîna gel hatiye xespkirin
09:07 Qeyûm 33 milyon TL ji bo avê xerc kir, lê av tune
09:06 Parêzerê Ocalan Koklu: Divê CPT encamên serdanê aşkere bike
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2019'AN
08:38 Leyla Guven 198 rojin li dijî tecrîdê têdikoşe
Rojiya mirinê di roja 25'an de didome
23/05/2019
17:15 Îşkenceya Xalfetiyê li Parlamentoyê Îngilistanê bû rojev
16:47 Endamên meclisa şaredariyê: Li dijî bêhiqûqiyê deng derxin
16:33 Li 3 girtîgehên Çukurova rewşa dawî
16:02 Tabeleya Dersimê Bahçelî aciz kir
16:01 Kaya: Têkoşîna dayikan ji bo hemû Tirkiye ye
15:34 Ji rojnameger Demîr re ceza hat xwestin
15:28 Dayikên li Enqere di çalakiyê de: Em ji zarokên xwe fêrî berxwedanê dibin
15:00 Di doza TÛAD û OHD'ê de klasor derketin 150'yî
14:17 'Heta tecrîd bi dawî bibe em ê li qadan bin'
14:13 Saziyên Jinan li dijî bersûcên îstîsmara zarokan serlêdana sûc kirin
13:45 Dê li Amedê 'Ceribandinên Afrîkaya Başûr' bê axaftin
12:55 Ji baroyên herêmê daxuyaniya Xalfetiyê: Kesên îşkence kirin dê hesab bidin darazê
12:15 Xwişka Leyla Guven: Leylê jinek wêrek e
12:06 Serdozgeriya Stenbolê ji Kaftancıoglû re 11 sal ceza xwest
11:27 Welatiyên Amedê: Heke em biaxivin em nizanin dê çi bê serê me
11:14 Bazara Tirkiye ya li ser Idlibê didome
10:47 Hêjmara kesên li Mersînê hatin binavçirîn zêde bûn
10:23 Baş: Ji bo qadek fireh deng bide Îmamoglu emê xebatê bimeşînin
10:04 Gardiyanan pirtûk û radyoyên çalakgerên greva birçîbûnê desteser kirin
09:41 Wezîr li Wanê 2 keya ji peywirê girtin
09:21 Bariş: Kîjan namzet nêzî demokrasiyê be em ê dengê xwe bidin wî
09:20 'Gef û zextên polîsan çi dibin bila bibin ez ê tim dakevim qadan'
09:19 3 birayên di greva birçîbûnê de: Tecrîd wê bi berxwedanê bişkê
09:18 Piştî ew û keça xwe bi KHK'ê îxrac bûn, hevjîna wî bi pençeşêrê ket
09:17 Xizmên windayan êdî wê di bin banê ANYAKAY-DER'ê de li edaletê bigerin
09:17 Kadîfekaleyê xera dikin Em naxwazin dev ji Mêrdîna biçûk berdin
09:16 Krîzê pişta Çarşiya Kemeraltiyê şikand
09:14 Rênas Jiyan: Dayik in helbest in, mafdar in, wê bi ser bikevin
09:11 Leyla Guven 197 rojin li dijî tecrîdê têdikoşe
Rojiya mirinê di roja 24'an de didome
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2018'AN
08:39 Li Antalyayê welatiyan çalakiya deng li dar xist
07:52 Dadgehê Çawîşe pispor M.T. yê şivan kuşt serbest berda
22/05/2019
18:53 Eskeran Velî Encu binçavkirin
18:21 Dayikên Laçik Spî li Bedlîs, Mêrdîn û Mêrsînê li qadan bûn
17:29 Waliyê Riha: Bi şiklê neyê kuştin gule berdane karkeran!
16:58 Parêzerên Ocalan ji Îmraliyê vegeriyan
16:37 Çalakiya dayikan a li Dîlok û Riha didome
16:18 Heyeta ÎHD'ê ji bo lêkolînkirina angaştên Îskenceyê li Rihayê ye
15:54 Polisan mudaxaleyî dayikan kir û 4 kes binçav kirin
15:42 Ji pêş Girtîgeha Patnosê bang kirin: Tecrîdê bi temamî rakin
15:36 Polisan li Dihê 2 kesan binçav kir
15:26 Çalakgerê greva birçîbûnê MLKP'î Gerçek: Em ne piştgir kirdeya çalakiyê ne
15:23 SES: Emê nelirêtiyan bişopînin