Bariş: Kîjan namzet nêzî demokrasiyê be em ê dengê xwe bidin wî 2019-05-23 09:21:18 STENBOL – Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Azad Bariş, diyar kir ku helwesta HDP'ê ya ji bo hilbijartina 23'yê Hezîranê ya Stenbolê zelal e, ew ê li 3 herêmên bajêr mîtîngên demokrasiyê li dar bixin û got: "Kîjan namzet nêzî demokrasiyê be em ê dengê xwe bidin wî."   Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Azad Bariş, bal kişand ser hevdîtina parêzeran a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hilbijartina Stenbolê ya 23'yê Hezîranê û stratejiya HDP'ê ya jib o hilbijartina Stenbolê.    ‘EM Ê XETA BERXWEDANÊ ZEXM BIKIN'    Bariş, bilêv kir ku Ocalan 8 salan ji mafên xwe bêpar hatiye hiştin û Tirkiye salên dûr û dirêj qanûnên xwe ecinqadniye. Bariş, anî ziman ku divê dewlet berpirsiyariyên xwe bi cih bîne û got: "Hin peymanên navnetewî hene ku Tirkiyeyê jî îmze danîne bin wan. Tam 8 salan hikumxwarek ji hemû mafên xwe bêpar hatiye hiştin. Piştî 8 salan hevdîtinek çêbû. Lê çi bû ku ev pêk hat? Li vira berxwedaneke mezin rû da. Nexasim jî Leyla Guven bi greva birçîbûnê ya 3 demsal in didome got êdî 'divê ev aştî dest pê bike.' He rku ev berxwedan zemx bibe ew ê ber bi qada xwe ya hiqûqê, ber bi zemîna hiqûqê ve biçin. Me jî ev xeta berxwedanê ya li ser asasê şikandina tecrîdê zeximtir kir û em hîn jî zexim dikin."    ‘DIVÊ OCALAN BAŞ BÊ FÊMKIRIN'    Bariş, deklarasyona Ocalan ku bi parêzerên xwe re şand jî nirxand û got: "Divê mirov baş li zimanê Ocalan binere. Zimanê wî zimanekî demokratîkî aştiyane û yekîtiya gelan e. Di warê felsefîk de divê mirov baş Ocalan fêm bike. Birêz Ocalan dibêje 'Veguhêziyeke çandî ya gelan heye. Bêyî dewlemendiya wan a çandî bê jibîrkirin, bêyî paşperdeya wê bê piştguhkirin, bêyî ser wê bê girtin divê têkiliya wan a bi cîhanê modern re baş bê danîn.' Bêyî fikriyata Ocalan, halê niha yê Rojava ne pêkan bû. Pêşbînî, manewrayên taktîtîkî û polîtîk ên Ocalan pir girîng in. Bi saya fikrên wî li devereke Sûriyeyê gele, bawerî û çand bêyî pevçûn bi hev re dijîn."    ‘A GIRÎNG AŞTÎ YE'    Bariş, bal kişand ser roja ku hilbijartina Stenbolê hat betalkirin û di heman rojê de aşkerekirina peyama Ocalan jî, diyar kir ku lîstikeke îktîdarê ye. Bariş, destnîşan kir ku muxalefet jî ketiye vê xefika îktîdarê û got: "Yanî yek ji yekî xirabtir e. Yanî pêwendîdanîna me li herêmê nayê wateya ku em wan dipesinînin. Lê li vira du tiştên ku divê mirov baldar be hene. Yek; Li bajarê herî mezin ê Tirkiyeyê, li Stenbolê hilbijartin hat destgîrkirin. Dudo; Piştî 8 salan bi Ocalan ku çavê 20 milyin mirovî tim li rêya wî ye, hevdîtin hat çêkirin. Helbet her du hêl jî dikarin vê yekê ji bo xwe veguherînin tiştekî sêwirane. Ev tiştekî xwezayî ye. Lê belê qey tu sûcê muxlefeta ku ev yek kir rojev û nîqaş kir tune ye? Her wiha ji bo çi bi awayekî serxwegir li kurdan dinerin. Em HDP jî helbet ji bo muzakere çêbibin têdikoşin. Muzakere bi AKP'ê re tên kirin bêyî wan tê kirin ev negirîng e. A girîng aştî ye. Lê ev jî nayê wateya 'Wê muzakere dest pê bikin û em ê jî beramberî vê hemû dengê xwe bidin wan.'"    ‘JI DÊVLA SPEKULASYONA BIKE BILA LI XETA XW EBINERE'    Bariş, destnîşan kir ku derdorên spekulasyonan dikin ne HDP'ê ne jî kurdan nas nakin û got: "Ma nas nakin. Çimkî ew bixwe wisa ne. Wexta li helwesta hilbijêrên me binerin wê bibînin em çi qas rast in. Her wiha divê ev jî bê gotin. Em ne mecbûr in dengê xwe bidin CHP'ê. Qistasek me heye. Ew jî aştî û demokrasiyeke birûmet e. Kî ehlê demokrasiyê be em ê li cem wî bin. Kî ehlê demokrasî û aştiyê be jixwe xeta me yek e. Çima em û evan kesan neyênc em hevdu? Lê tişta teqez ev e ku; AKP û MHP ne ehlê vê xetê ne. Nexwe çima em û evana bên cem hevdu? Jixwe hewldana me paşvebirina vê bloka faşîst e. Bi saya vê stratejiya me bajarên mezin yeko yeko ketin. Yanî faşîzm ket. Yanî CHP, ji dêvla ku spekulasyona çêbike bila li xwe veger û li xeta xwe binere."    Bariş, destnîşan kir ku helwesta HDP'ê ya ji bo hilbijartinê pir zelal e û got: "A rast, em helwesta CHP'ê, helwesta netewperweran meraq dikin. Em helwesta kesên demokrasiyê dixwazin meraq dikin. Helwesta me pir zelal e. Em ehlê demokrasiyê ne. Demokrasî li kudeêr be, em jî li wira bin. Îjar eger em di ser Îmamoglû re hevkêşeyekê çêbikin û danberheviyekê bikin, her hal em ranebin destekê nadin Partiya Karkeran. Jixwe rewşa Bînalî Yildirim li holê ye. Em ê nedin wî jî." Bariş, anî ziman ku ew ê li 3 herêmên Stenbolê mîtîngên demokrasiyê li dar bixin û got: "Kîjan namzet nêzî demokrasiyê be em ê dengê xwe bidin wî."    MA / Ferhat Çelik