Gelo PDK'ê û AKP'ê li ser çi li hev kirine?

  • rojane
  • 13:23 22 Gulan 2019
  • |
img

NAVENDA NUÇEYAN -  Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Mevlud Çavuşoglu di 28'ê Nîsanê de bi nûnerên hikûmeta Iraqê, rêveberên PDK'ê, Tirkmenan re hevditin kir. Her çend naveroka ve hevdîtinê aşkere bi raya giştî re nehat parvekirin jî geşedanên piştî van hevdîtinan pirsa "Gelo PDK'ê û AKP'ê li ser çi li hev kir? tîne hşê mirov. 

 
Li Tirkiye krîza aborî, siyasî, dîplomasî, betalî, kiryarên hukumetê yên di hukmê qanûnan de, binpêkirina mirovan, îşkenceya li kolanan, kuştin, dizî zêde dibe. Piştî biryara YSK'ê ya der barê hilbijartina Stenbolê de Tirkiye bêtir ket nava krîzek kûr. Li aliyê din tecridkirina li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike û bi hezaran girtiyên siyasî li dijî tecrîdê di greva biçîbûnê û rojiya mirinê de ne. 
 
BI DEHAN BARAGEH AVA KIRINE
 
Li Tirkiye kîjan kêliyê wê çi bibe û hikûmet wê biryara çawa bide ne diyare. Îktidara AKP-MHP’ê ji bo xwe ji nava vê aloziyê derxe ketiye nava planên nû. AKP-MHP, her dem gefan li PKK’ê û gelê Kurd dixwe û wan ji bo xwe wekî talûkeya mezin dibîne. Ji ber wê jî hewil dide ku bi alîkariya destê derve Tevgera Azadiyê dorpêç bike. Dewleta Tirkiye bi salan e li Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê hewl dide îstîxbarate xurt bike. Ji salên 1990'an heta niha Tirkiye li vir îstîxbarat ava kiriye. Bi taybeti di navbera salên 1997-2018'an de Tirkiye li herêma ku PDK lê serwer e li herêmên Bamernê, Şeladizê, Batufa, Kanimasê, Kiribî, Sinekê, Sirî, Kubkê, Kumrî, Koxê Spî, Serê Zêr, Geliyê Zaxo û Amêdiyê, Soran, Başîka, Kalaçola, Hewlêr, Dihok, Zaxo û Amêdiyê bi dehan baregeh û xaşên MÎT’ê av akirin. Li van baregeh û şaxan, hemû amûrên şer û eskerî bi cih kirine. Çekên sivîk û giran li van baragehan bi cih kirine. Operasyonên li Kurdistana Federe ji aliyê van baragehan ve tên meşandin. Hêzên li vir bê navber gund, navçe û çiyayên Iraq û Başurê Kurdistanê ji sînorê Zaxo û Şengalê heta Urmiye Sîlemanî bombebaran dike. Heta niha bi dehan welati kuştin. Tirkiye, ne tenê li herêma PDK’ê de, li herêma YNK’ê de jî operasyonan dike. Di milê aborî û civakî de jî Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê xistiye kontrola xwe. Li gorî daneyan herî kêm hezar 351 şirket û bi hezaran karkerên Tirkiyê li Başurê Kurdistanê kar dikin. 
 
ZIYARETA ÇAVUŞOGLU YA HERÊMÊ 
 
Wezîrê Karê Derve yê Tirkiye Mevlud Çavuşoglu di 28'ê Nîsanê de hikûmeta Iraqê û ya Herêma Federe ya Kurdistanê ziyaret kir. Çavuşoglu li Bexda bi hempişeyê xwe Muhammed Ali el-Hekim, Serokkomar Berhem Salih, Serok wezir Adil Ebdulmehdî û gelek aliyên din re hevditin kirin. Piştre hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê, berpirsên PDK'ê û Tirkmenan ziyaret kir. Her çi qasî naveroka hevditinan nehat zanîn jî lê xuya dibe ku mijara sereke PKK, Şengal bû. 
 
Piştî seredana Çavuşoglu çend roj û şunde ji Wezareta parastinê ya Iraq û başurê Kurdistanê daxuyaniyên: "Wezareta Pêşmerge û Wezareta Parastinê ya Iraqê komisyonekî hevbeş ya parastina sînorên Iraq û başurê Kurdistanê ji ber êrişên li ser Tirkiyê ava dikin’’, ‘’ Em destur nadin ku axa me bibe cihê êrişên li ser welatên cîran’’ dan. Piştre li Meclisa Tirkiyê di bin rêveberiya Nunerê taybet yê Serokkomariya Tirkiyê de li Iraqê, ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ya Iraqê civînek li dar xistin. Ji bo berdewamiya niqaşkirina van mijaran Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî jî seredana Tirkiyê kir. Li gorî encamên ku di hevditinê de derketîn holê mijara sereke ya Erdogan berfirehkirina operasyonê li Başurê Kurdistanê û ya Ebdulmehdî jî pêşxistin û berfirehkirina têkiliyên aborî û ji nû ve avakirina Iraqê bû. Ev ziyaret pirsa "Gelo hukumeta Iraq û Başurê Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe yên aborî û civakî heya çi astê çavê xwe ji dagirkeriya Tirkiyê li ser xaka Iraqê re bigire? tîne aqilan. 
 
NAKOKIYÊN HIKÛMETA HERÊMA FEDERE
 
Niha rewşa Iraqê ji ya Tirkiye ne cudatir e. Di ser hilbijartina Serdema 4'emîn a Parlamentoya Iraqê ya 329 parlamenter hatin hilbijartin re salek derbas bû. Lê hîn hikûmeta di bin serokatiya Adil Ebdulmehdî de temam nebûye. Di 3'yê Îlonê de Parlamentoya Iraqê yekemîn civîna xwe pêk anî. Lê bêyî serokê parlamentoyê û cîgirên wî hilbijêrin runiştin bi dawî kirin. Di runiştina 4’emîn ya 2’yê Gulanê de Dr. Berhem Salih bi piraniya dengan bû Serokkomarê Iraqê. Serokkomar ji bo avakirina hikumetê jî, Adil Ebdulmehdî erkdar kir. Piştî Ebdulmehdî erkdar kir, ji bo temamkirina hikumetê parlemento gelek caran kom bûn. Lê ji ber nakukiyên di navbera aliyan de her carê runiştin yan hat taloqkirin yan jî bi dawî kirin. Heya niha jî nakokiyên aliyan li ser Wezareta Dadê, Wezareta Hundirîn, Wezîrê Parastinê û gelek wezaretên din berdewam dikin. Bi heman şêweyî li başurê Kurdistanê jî rewşekî cudatir ku bikare hikumetê ava bike û pirsgirêkên gel çareser bike nîne. Di ser hilbijartinên giştî ya Parlementoya Herêma Federe ya Kurdistanê re 8 meh derbas bûn, lê hêj hukumet ava nekirine. Gelek wezaretên ku pêwist bû xizmeta gel bikin hatine rawestandin. Betalî her diçe zêde dibe. Welatî bê av û bê ceyran tên hiştin. 
 
PEYMAN ÎMZE KIRIN LÊ 
 
YNK, PDK û Tevgera Goran piştî hilbijartinê ji bo avakirina hukumetê du caran li hevkirin û hevpeyman imze kirin. Lê hêj hikûmet ava nekirine û pirsgirêk çareser nekirine. Herî dawî di 5’ê Gulanê de navbera YNK-PDK û bi razîkirina Tevgera Goran re hevpeymanekî nu hat îmzekirin. KDP’ê bi vê peymanê hemu meqamên bilind xist bin kontrola xwe. 
Li gorî hevpeymanê, wê du alîkarên serokatiya herêmê werin hilbijartin. Ji vana wezîrê yekem ji bo YNK’ê, wezîrê duyem jî Tevgera Goran were hiştin. Li gorî vê hevpeymanê meqamên ku PDK’ê girtîne jî wihane; Alîkarê Serokatiya Parlemenê, Wezîrê Karê Hindir, Wezirê Çavkaniyên Xwezeyî, Wezirê Tendurustiyê, Wezirê Perwerdê, Wezirê Bajêrvanî û Turizmê, Wezirê Peywendî û Gihandinê, Wezirê Şehîd û Enfalkiryan, Wezîrê Elektirîkê, Wezirê Karê Dînî , Wezîrê Ofîsa Karên Derve û Berdevkê Hukumetê. Meqamên din yên bê bandor ku mane, di navbera YNK’ê û Tevgera Goran de hatin parve kirin. Li gorî biryarê, wê PDK du meqamên di destê xwe de radestî pêkhateyên Tirkmen, Ermenî, Xiristiyan û Asurî bike. Her çi qasî ku hukumet di navbera partiyan de hatibe parve kirin jî, nakukiyên di navbera aliyan de dawî lê nehatine. Wisa xuya dike ku bi vî şêweyî parvekirina meqamên hukumetê dawî li krîza siyasî, aborî û civakî ya herêmê nayîne berovajî wê pirsgirêkan hîn kurtir bike. Ji ber ku tiştekî hatî guhertin nîne. Kes û aliyên ku civak xistiye di nava krîzê de bi heman şêweyî disan li ser karin. 
Ev rewşa aloz û belav ya Iraq û başurê Kurdistanê di hêle ku Iraq weke welat tavîzan bide welatên derve di serî de jî Tirkiyê.  
 
ÇIMA ÇAV LI KETINA TIRKIYE YA AXA XWE DIGIRN? 
 
AKP-MHP’ê nexşerêya çareseriya Demokratîk ya ji bo hukumetê û aliyên siyasî hatî pêşniyar kirin, li ber çav negirt û şansê rizgarbuna xwe ya dawiyê ji destê xwe dike. Wisa diyar dike ku hukumeta AKP-MHP wê di siyaseta xwe ya hindir û derve de israr bike û dawî li tinebuna xwe bîne. Eger ku hukumeta Iraq û Başurê Kurdistanê mil bidin milê hukumeta AKP-MHP’ê û çavê xwe ji dagirkeriya xaka Iraq û başurê Kurdistanê re bi girin, wê bi tinebuna rejîma AKP-MHP’ê re dawî li desthilatdariya xwe jî bînin. Tirkiyê buye sedema, kuştina dehan kesan valebûn û xirabûna bi sedan gundên herêmê. Gundên ku vala nebûne jî jiyana wan di bin metirsiyê deye û mecburî koça ber bi bajaran dikin.Ev ji diyar dike ku dagirkeriya Tirkiyê ya xaka Iraq ûbaşurê Kurdistanê, yek ji sedemên herî bingehîn pirsgirêkên siyasî, aborî û civakî yên Iraq û başurê Kurdistanê ye.Bi taybet piştî çalakiyên gerîllayên gerillayan, serkeftina stratejiya HDP û têkçûna rewşa aborî ya Tirkiyê, artêşê Tirk êrişên xwe li Başurê Kurdistanê zêde kirin. Encama hevdîtinên herî dawî ku di navbera herdu aliyan de pêk hatin, wisa xuya dike ku daxwazên wan ji hevdu nagirin. Ji ber ku Iraq di xwaze hîn zêdetir di aliyê aborî de têkiliyên xwe bi Tirkiyê re pêş bêxe. Ji bo van pêşxistina van têkiliyan jî Iraq û başurê Kurdistanê çi ji çav bêxin wê di pêşerojê de diyar bibe. 
 
MA / Erdoğan Altan
 
 
 
 

Sernavên din

25/05/2019
14:55 Nivîskar Faîk Bûlût hat binçavkirin
14:39 Çalakgerê greva birçîbûnê Yîgît: Çalakiya me encam digire
14:18 24 salin aqûbeta Ozdemîr pirsîn
13:50 Malbatên li Gebze: Em ê dest ji têkoşînê bernedin
12:16 Li Çewlikê 23 herêm hatin qedexekirin
11:16 Elektrîk dan organên wan ên zayendî
11:16 Rêxistina Efûyê ji bo Xalfetiyê bi koda 'Lezgîn' kampanya îmzeyan da destpêkirin
11:02 Welatiyên Bradostê: Eskerên Tirkiye li ser me gule barandin
10:37 Name Ozturk a mafê parastina rewa parast tundiya jiya vegot
10:07 Perwerdeya Millî li Mêrdînê qûrsên şaredariyê asteng dike
09:14 Di navbera PDK û Tirkmenan de alvêra Kerkukê
09:12 Gelê Dersimê: Kî çi dibêje bila bibêje ev der Dersim e
09:12 18 sal in li 'heqîqetê' digerin: Me ew di wijdanê xwe de nekuştiye
09:11 Prz.Sert: Li qereqolan dikin ku kesên tên tacizkirin ji ber gilî kirine poşman bibin
09:10 Şêniyên ku keyayên wan ji peywirê hatin girtin: Vîna gel hatiye xespkirin
09:10 Şaredarê AKP'î biryara dadgehê nas nekir
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2019'AN
08:55 Leyla Guven 199 rojin li dijî tecrîdê têdikoşe
Rojiya mirinê di roja 26'an de didome
24/05/2019
20:13 11 kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan
19:49 Li Dêrsimê çalakiya li dijî tecrîdê di roja 19'an de berdewam kir
19:33 Li pêş Nûnertiya NY’ê tecrîd protesto kirin
19:12 Dayikên li pêş Gebze di nobetê de: Roja tecrîd bi dawî bibe emê roja dayikan îlan bikin
18:44 Dadgehê Encu yê li Roboskî xizmên wî hatin kuştin, şandin girtîgehê
18:31 Parêzeran peyama Ocalan gihand Leyla Guven
17:34 Parêzerên Ocalan: Piştî em bi çalakgeran re parve bikin em ê daxuyanî bidin
16:22 Malbatan li gel gefên polîsan dîsa çalakî li dar xistin
16:06 'Em ê nemirin, bi ser kevin û tecrîdê bişikînin'
15:23 Dayikên Laçik Spî li Wan û Stenbolê xwestin tecrîd bi dawî bibe
15:13 KESK: KHK dê biçin em ê bimînin
15:11 Li dadgehê qala îşkenceyê kirin
15:06 Pirtûka Brian Morris a ‘Pêşengê Mirovheziya Ekolojik' derket
14:25 Ekmez a li ber Girtîgeha Gebze hat derpkirin: Bi zorê dimeşim
14:22 Pêşî rûniştin û paşê jî meşiyan
13:46 Gardiyanan li Kalkandereyê jî radyoyên çalakgerên greva birçîbûnê desteser kirin
13:41 200 girtiyên di grevê de tenduristiya wan krîtik e
13:13 Hevserokê DBP'ê yê Êlihê hat girtin
12:58 Îşkenceya ji Qereqola Cendirmeyan a Yalakê heta TEM'ê vegot
12:55 Serokwezîra Îngilistanê Teherese May îstifa dike
12:34 HDP'ê ji Meclisê xwest Xalfetiyê lêkolîn bike
12:15 Polisan 4 kesên din jî li Hewagê binçav kir
11:36 Konseya Navendî ya TTB'ê têkildarî çalakgerên greva birçîbûnê hişyarî kir
11:16 Pirsên greva birçîbûnê 'parvekirinên çapameniya ne fermî' hatin hesibandin
10:57 Ji Wezîrê Dadê Gul daxuyaniya Îmraliyê
10:56 Platforma Zimanê Kurdî panale ol û ziman li dar dixe
10:18 Ciwanan li Edeneyê çalakiya dengderxistin li dar xistin
10:04 Parêzera Nevîn Yildirim: Em carek din bi edaleta mêr re rû bi rû man
09:48 Surme yê di greva birçîbûnê de: Dayik şoreşgerên demê ne
09:11 Bi hinceta 'pêwendiya xwe bi rêxistinê re nebiriye' nehat berdan
09:10 ZMO: Îsal berê genim ji sedî 10-15 kêm e
09:09 Şaredarê ku YSK'ê ew tayîn kir kesên nêzî xwe li şaredariyê bi cih dike
09:09 Li 13 parêzerên xwestin balê bikişînin ser grevên birçîbûnê lêpirsîneke din
09:08 Hasass ê greva xwe li malê didomîne: Divê her kes bi berpirsiyarî tev bigere
09:07 Keyayên ji peywirê hatin girtin: Vîna gel hatiye xespkirin
09:07 Qeyûm 33 milyon TL ji bo avê xerc kir, lê av tune
09:06 Parêzerê Ocalan Koklu: Divê CPT encamên serdanê aşkere bike
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2019'AN
08:38 Leyla Guven 198 rojin li dijî tecrîdê têdikoşe
Rojiya mirinê di roja 25'an de didome
23/05/2019
17:15 Îşkenceya Xalfetiyê li Parlamentoyê Îngilistanê bû rojev
16:47 Endamên meclisa şaredariyê: Li dijî bêhiqûqiyê deng derxin
16:33 Li 3 girtîgehên Çukurova rewşa dawî
16:02 Tabeleya Dersimê Bahçelî aciz kir
16:01 Kaya: Têkoşîna dayikan ji bo hemû Tirkiye ye
15:34 Ji rojnameger Demîr re ceza hat xwestin
15:28 Dayikên li Enqere di çalakiyê de: Em ji zarokên xwe fêrî berxwedanê dibin
15:00 Di doza TÛAD û OHD'ê de klasor derketin 150'yî
14:17 'Heta tecrîd bi dawî bibe em ê li qadan bin'
14:13 Saziyên Jinan li dijî bersûcên îstîsmara zarokan serlêdana sûc kirin
13:45 Dê li Amedê 'Ceribandinên Afrîkaya Başûr' bê axaftin
12:55 Ji baroyên herêmê daxuyaniya Xalfetiyê: Kesên îşkence kirin dê hesab bidin darazê
12:15 Xwişka Leyla Guven: Leylê jinek wêrek e
12:06 Serdozgeriya Stenbolê ji Kaftancıoglû re 11 sal ceza xwest
11:27 Welatiyên Amedê: Heke em biaxivin em nizanin dê çi bê serê me
11:14 Bazara Tirkiye ya li ser Idlibê didome
10:47 Hêjmara kesên li Mersînê hatin binavçirîn zêde bûn
10:23 Baş: Ji bo qadek fireh deng bide Îmamoglu emê xebatê bimeşînin
10:04 Gardiyanan pirtûk û radyoyên çalakgerên greva birçîbûnê desteser kirin
09:41 Wezîr li Wanê 2 keya ji peywirê girtin
09:21 Bariş: Kîjan namzet nêzî demokrasiyê be em ê dengê xwe bidin wî
09:20 'Gef û zextên polîsan çi dibin bila bibin ez ê tim dakevim qadan'
09:19 3 birayên di greva birçîbûnê de: Tecrîd wê bi berxwedanê bişkê
09:18 Piştî ew û keça xwe bi KHK'ê îxrac bûn, hevjîna wî bi pençeşêrê ket
09:17 Xizmên windayan êdî wê di bin banê ANYAKAY-DER'ê de li edaletê bigerin
09:17 Kadîfekaleyê xera dikin Em naxwazin dev ji Mêrdîna biçûk berdin
09:16 Krîzê pişta Çarşiya Kemeraltiyê şikand
09:14 Rênas Jiyan: Dayik in helbest in, mafdar in, wê bi ser bikevin
09:11 Leyla Guven 197 rojin li dijî tecrîdê têdikoşe
Rojiya mirinê di roja 24'an de didome
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2018'AN
08:39 Li Antalyayê welatiyan çalakiya deng li dar xist
07:52 Dadgehê Çawîşe pispor M.T. yê şivan kuşt serbest berda
22/05/2019
18:53 Eskeran Velî Encu binçavkirin
18:21 Dayikên Laçik Spî li Bedlîs, Mêrdîn û Mêrsînê li qadan bûn
17:29 Waliyê Riha: Bi şiklê neyê kuştin gule berdane karkeran!
16:58 Parêzerên Ocalan ji Îmraliyê vegeriyan
16:37 Çalakiya dayikan a li Dîlok û Riha didome
16:18 Heyeta ÎHD'ê ji bo lêkolînkirina angaştên Îskenceyê li Rihayê ye
15:54 Polisan mudaxaleyî dayikan kir û 4 kes binçav kirin
15:42 Ji pêş Girtîgeha Patnosê bang kirin: Tecrîdê bi temamî rakin
15:36 Polisan li Dihê 2 kesan binçav kir
15:26 Çalakgerê greva birçîbûnê MLKP'î Gerçek: Em ne piştgir kirdeya çalakiyê ne
15:23 SES: Emê nelirêtiyan bişopînin