Gelo PDK'ê û AKP'ê li ser çi li hev kirine? 2019-05-22 13:23:50 NAVENDA NUÇEYAN -  Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Mevlud Çavuşoglu di 28'ê Nîsanê de bi nûnerên hikûmeta Iraqê, rêveberên PDK'ê, Tirkmenan re hevditin kir. Her çend naveroka ve hevdîtinê aşkere bi raya giştî re nehat parvekirin jî geşedanên piştî van hevdîtinan pirsa "Gelo PDK'ê û AKP'ê li ser çi li hev kir? tîne hşê mirov.    Li Tirkiye krîza aborî, siyasî, dîplomasî, betalî, kiryarên hukumetê yên di hukmê qanûnan de, binpêkirina mirovan, îşkenceya li kolanan, kuştin, dizî zêde dibe. Piştî biryara YSK'ê ya der barê hilbijartina Stenbolê de Tirkiye bêtir ket nava krîzek kûr. Li aliyê din tecridkirina li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike û bi hezaran girtiyên siyasî li dijî tecrîdê di greva biçîbûnê û rojiya mirinê de ne.    BI DEHAN BARAGEH AVA KIRINE   Li Tirkiye kîjan kêliyê wê çi bibe û hikûmet wê biryara çawa bide ne diyare. Îktidara AKP-MHP’ê ji bo xwe ji nava vê aloziyê derxe ketiye nava planên nû. AKP-MHP, her dem gefan li PKK’ê û gelê Kurd dixwe û wan ji bo xwe wekî talûkeya mezin dibîne. Ji ber wê jî hewil dide ku bi alîkariya destê derve Tevgera Azadiyê dorpêç bike. Dewleta Tirkiye bi salan e li Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê hewl dide îstîxbarate xurt bike. Ji salên 1990'an heta niha Tirkiye li vir îstîxbarat ava kiriye. Bi taybeti di navbera salên 1997-2018'an de Tirkiye li herêma ku PDK lê serwer e li herêmên Bamernê, Şeladizê, Batufa, Kanimasê, Kiribî, Sinekê, Sirî, Kubkê, Kumrî, Koxê Spî, Serê Zêr, Geliyê Zaxo û Amêdiyê, Soran, Başîka, Kalaçola, Hewlêr, Dihok, Zaxo û Amêdiyê bi dehan baregeh û xaşên MÎT’ê av akirin. Li van baregeh û şaxan, hemû amûrên şer û eskerî bi cih kirine. Çekên sivîk û giran li van baragehan bi cih kirine. Operasyonên li Kurdistana Federe ji aliyê van baragehan ve tên meşandin. Hêzên li vir bê navber gund, navçe û çiyayên Iraq û Başurê Kurdistanê ji sînorê Zaxo û Şengalê heta Urmiye Sîlemanî bombebaran dike. Heta niha bi dehan welati kuştin. Tirkiye, ne tenê li herêma PDK’ê de, li herêma YNK’ê de jî operasyonan dike. Di milê aborî û civakî de jî Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê xistiye kontrola xwe. Li gorî daneyan herî kêm hezar 351 şirket û bi hezaran karkerên Tirkiyê li Başurê Kurdistanê kar dikin.    ZIYARETA ÇAVUŞOGLU YA HERÊMÊ    Wezîrê Karê Derve yê Tirkiye Mevlud Çavuşoglu di 28'ê Nîsanê de hikûmeta Iraqê û ya Herêma Federe ya Kurdistanê ziyaret kir. Çavuşoglu li Bexda bi hempişeyê xwe Muhammed Ali el-Hekim, Serokkomar Berhem Salih, Serok wezir Adil Ebdulmehdî û gelek aliyên din re hevditin kirin. Piştre hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê, berpirsên PDK'ê û Tirkmenan ziyaret kir. Her çi qasî naveroka hevditinan nehat zanîn jî lê xuya dibe ku mijara sereke PKK, Şengal bû.    Piştî seredana Çavuşoglu çend roj û şunde ji Wezareta parastinê ya Iraq û başurê Kurdistanê daxuyaniyên: "Wezareta Pêşmerge û Wezareta Parastinê ya Iraqê komisyonekî hevbeş ya parastina sînorên Iraq û başurê Kurdistanê ji ber êrişên li ser Tirkiyê ava dikin’’, ‘’ Em destur nadin ku axa me bibe cihê êrişên li ser welatên cîran’’ dan. Piştre li Meclisa Tirkiyê di bin rêveberiya Nunerê taybet yê Serokkomariya Tirkiyê de li Iraqê, ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ya Iraqê civînek li dar xistin. Ji bo berdewamiya niqaşkirina van mijaran Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî jî seredana Tirkiyê kir. Li gorî encamên ku di hevditinê de derketîn holê mijara sereke ya Erdogan berfirehkirina operasyonê li Başurê Kurdistanê û ya Ebdulmehdî jî pêşxistin û berfirehkirina têkiliyên aborî û ji nû ve avakirina Iraqê bû. Ev ziyaret pirsa "Gelo hukumeta Iraq û Başurê Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe yên aborî û civakî heya çi astê çavê xwe ji dagirkeriya Tirkiyê li ser xaka Iraqê re bigire? tîne aqilan.    NAKOKIYÊN HIKÛMETA HERÊMA FEDERE   Niha rewşa Iraqê ji ya Tirkiye ne cudatir e. Di ser hilbijartina Serdema 4'emîn a Parlamentoya Iraqê ya 329 parlamenter hatin hilbijartin re salek derbas bû. Lê hîn hikûmeta di bin serokatiya Adil Ebdulmehdî de temam nebûye. Di 3'yê Îlonê de Parlamentoya Iraqê yekemîn civîna xwe pêk anî. Lê bêyî serokê parlamentoyê û cîgirên wî hilbijêrin runiştin bi dawî kirin. Di runiştina 4’emîn ya 2’yê Gulanê de Dr. Berhem Salih bi piraniya dengan bû Serokkomarê Iraqê. Serokkomar ji bo avakirina hikumetê jî, Adil Ebdulmehdî erkdar kir. Piştî Ebdulmehdî erkdar kir, ji bo temamkirina hikumetê parlemento gelek caran kom bûn. Lê ji ber nakukiyên di navbera aliyan de her carê runiştin yan hat taloqkirin yan jî bi dawî kirin. Heya niha jî nakokiyên aliyan li ser Wezareta Dadê, Wezareta Hundirîn, Wezîrê Parastinê û gelek wezaretên din berdewam dikin. Bi heman şêweyî li başurê Kurdistanê jî rewşekî cudatir ku bikare hikumetê ava bike û pirsgirêkên gel çareser bike nîne. Di ser hilbijartinên giştî ya Parlementoya Herêma Federe ya Kurdistanê re 8 meh derbas bûn, lê hêj hukumet ava nekirine. Gelek wezaretên ku pêwist bû xizmeta gel bikin hatine rawestandin. Betalî her diçe zêde dibe. Welatî bê av û bê ceyran tên hiştin.    PEYMAN ÎMZE KIRIN LÊ    YNK, PDK û Tevgera Goran piştî hilbijartinê ji bo avakirina hukumetê du caran li hevkirin û hevpeyman imze kirin. Lê hêj hikûmet ava nekirine û pirsgirêk çareser nekirine. Herî dawî di 5’ê Gulanê de navbera YNK-PDK û bi razîkirina Tevgera Goran re hevpeymanekî nu hat îmzekirin. KDP’ê bi vê peymanê hemu meqamên bilind xist bin kontrola xwe.  Li gorî hevpeymanê, wê du alîkarên serokatiya herêmê werin hilbijartin. Ji vana wezîrê yekem ji bo YNK’ê, wezîrê duyem jî Tevgera Goran were hiştin. Li gorî vê hevpeymanê meqamên ku PDK’ê girtîne jî wihane; Alîkarê Serokatiya Parlemenê, Wezîrê Karê Hindir, Wezirê Çavkaniyên Xwezeyî, Wezirê Tendurustiyê, Wezirê Perwerdê, Wezirê Bajêrvanî û Turizmê, Wezirê Peywendî û Gihandinê, Wezirê Şehîd û Enfalkiryan, Wezîrê Elektirîkê, Wezirê Karê Dînî , Wezîrê Ofîsa Karên Derve û Berdevkê Hukumetê. Meqamên din yên bê bandor ku mane, di navbera YNK’ê û Tevgera Goran de hatin parve kirin. Li gorî biryarê, wê PDK du meqamên di destê xwe de radestî pêkhateyên Tirkmen, Ermenî, Xiristiyan û Asurî bike. Her çi qasî ku hukumet di navbera partiyan de hatibe parve kirin jî, nakukiyên di navbera aliyan de dawî lê nehatine. Wisa xuya dike ku bi vî şêweyî parvekirina meqamên hukumetê dawî li krîza siyasî, aborî û civakî ya herêmê nayîne berovajî wê pirsgirêkan hîn kurtir bike. Ji ber ku tiştekî hatî guhertin nîne. Kes û aliyên ku civak xistiye di nava krîzê de bi heman şêweyî disan li ser karin.  Ev rewşa aloz û belav ya Iraq û başurê Kurdistanê di hêle ku Iraq weke welat tavîzan bide welatên derve di serî de jî Tirkiyê.     ÇIMA ÇAV LI KETINA TIRKIYE YA AXA XWE DIGIRN?    AKP-MHP’ê nexşerêya çareseriya Demokratîk ya ji bo hukumetê û aliyên siyasî hatî pêşniyar kirin, li ber çav negirt û şansê rizgarbuna xwe ya dawiyê ji destê xwe dike. Wisa diyar dike ku hukumeta AKP-MHP wê di siyaseta xwe ya hindir û derve de israr bike û dawî li tinebuna xwe bîne. Eger ku hukumeta Iraq û Başurê Kurdistanê mil bidin milê hukumeta AKP-MHP’ê û çavê xwe ji dagirkeriya xaka Iraq û başurê Kurdistanê re bi girin, wê bi tinebuna rejîma AKP-MHP’ê re dawî li desthilatdariya xwe jî bînin. Tirkiyê buye sedema, kuştina dehan kesan valebûn û xirabûna bi sedan gundên herêmê. Gundên ku vala nebûne jî jiyana wan di bin metirsiyê deye û mecburî koça ber bi bajaran dikin.Ev ji diyar dike ku dagirkeriya Tirkiyê ya xaka Iraq ûbaşurê Kurdistanê, yek ji sedemên herî bingehîn pirsgirêkên siyasî, aborî û civakî yên Iraq û başurê Kurdistanê ye.Bi taybet piştî çalakiyên gerîllayên gerillayan, serkeftina stratejiya HDP û têkçûna rewşa aborî ya Tirkiyê, artêşê Tirk êrişên xwe li Başurê Kurdistanê zêde kirin. Encama hevdîtinên herî dawî ku di navbera herdu aliyan de pêk hatin, wisa xuya dike ku daxwazên wan ji hevdu nagirin. Ji ber ku Iraq di xwaze hîn zêdetir di aliyê aborî de têkiliyên xwe bi Tirkiyê re pêş bêxe. Ji bo van pêşxistina van têkiliyan jî Iraq û başurê Kurdistanê çi ji çav bêxin wê di pêşerojê de diyar bibe.    MA / Erdoğan Altan