AMED – Mesut Issı yê li Amedê li naverasta kolanê hevjîna xwe ya parêzer Muzeyyen Boylu bi 14 gulleyan kuşt, di bin parastina gelek polîsan û bi yelekê çelîk derxistin pêş dadger. Dadger bi gotina “Mesut Beg tu bi xêr hat? bang li kujer kir û got "Derbasî be."
Li 19'ê Gulanê de li Taxa Peyas a Navçeya Peyas a Amedê Mesut Issı hevjnîna xwe ya berê Parêzer Muzeyyen Boylu li naverasta kolanê bi 14 guleyan kuşt. Mesut Issi di bin parastina polisan û yelekê çelîk de derxistin pêş dadger. Hempîşeya Prz. Muzeyyen Boylu û Sazumankara Komeleya Jinan a Rosa Elif Tirenç Îpek Ulaş, diyar kirin ku Boylu nehatiye parastin û li Baroya Amedê doza berdanê vekirine û der barê wan de biryara li hevkirinê dane. Kujer Mesut Issi, derket pêşberî dadgehê. Heyat dadgehê bi sucdariya “Bi zanebûn kuşt" “Bi hovîtî û bi jankişandinê kuşt," “Bi zanebûn hevjîna xwe kuşt" biryara girtinê da. Polis piştî hevjîna xwe kuşt teslîmî polîsan bû. Dema Issi derket pêşerî dadger yelekê çelîk lê kirin û di bin parastina polîsan de derxistin pêşberî dadgerê Dadgeha Sulh Ceza ya Amedê. Dadger got “Mesut Beg tu bi xêr hatiye' pişt re got “Derbasî be" û sersaxî xwest. Issi, îdîa kir ku di bin tundiyê de ye û îfade neda. Issi beyî îfade bide hat girtin.
Sazumankara Komeleya Jinan a Rosa Elif Tirenç Îpek Ulaş, anî ziman ku li gel der barê hempîşeya wan de biryara parastine hebû lê nehat parastin û wiha got: "Dema bersûc Mesut Issi derxistin pêşberî dadger, êlekê çelîk lê kirin û di bin dorpêça polîsan de derxistin dadgehê. Ulaş, anî ziman ku Issi piştî hevjîna xwe Boylu kuşt, zarokên xwe danîn cem birayê xwe û çû traş bû û piştre teslîmî polîs bû. Bi sedan parêzerên endamên Baroya Amedê em li edliyê rawestiyan. Lê dema dozger îfadeya wî stend, parêzer tev li stendina îfayê nekirin. Tenê kujer û parêzerê taybet di îfadeyê de amade bûn. Her roj her hefte du sê cinayet pêk tên. Lê me mudaxilî tu îfadyan nakin. Destûr nadin em tev li lêlirsînê bibin.
Ulaş, destnîşan kir ku wekî Baroya Amedê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD)û Komeleya Jinan a Rosa xwestin tev lêpirsîna li dadgehê bilin, lê ev daxwaza wan hatiye redkirin û xwestine wan ji salonê derxin. Li ser daxwaza malbata Muzeyyen me xwest wekî wekîlên taybet dozê bişopînin. Lê hekîm ev yek red kir û salon vala kir. Lê me salon terk nekir. Ji ber ku faîl wê li wir îfade dabûya. Hekîm bi biryara ewil da xwest Müzeyyen Boylu a hat qetilkirin bê parastin bimîne. Lê Muzeyyen wê bê parastin nemîne."