ŞIRNEX - Cenazeyê Huseyîn Ecer ku dema qedexeya derketina derve ya Hezexê jiyana xwe ji dest da, piştî 3 salan teslîmê malbata wî hat kirin. Cenaze Ecer ji Gora Bêkesan a Rihayê hat derxxistin û li Cizîrê hat definkirin.
Cenazeyê Huseyîn Ecer ku dema qedexeyên derketina derve yên sala 2016 û2017'an ên li navçeya Hezex a Şirnexê jiyana xwe ji dest da, piştî 3 salan teslîmî malbata wî hat kirin. Şaxa TEM'ê ya Rihayê beriya rojekî li malbata Ecer ku 2 caran mînaka xwînê dabû geriya û xwest ku bê cenazeyê kurê xwe bigirin. Li ser vê yekê malbata Ecer çû Rihayê û cenazeyê kurê xwe ji Gora Bêkesan a Rihayê derxist û anî li Goristana Asrî ya Cizîrê defin kir. Tenê ji bo ferdên malbatê destûra beşdarbûna merasîma cenaze hat dayîn.