ÎZMÎR - Jinên Efrînî yên ji ber şer koçî Îzmirê kirine, her çend ji bo cejnê deriyê sînor vebûbe jî bi sedema ewlehiya wan tune nikarin vegerin Efrînê û malbatên xwe bibînin. Jinên Efrîni berî her tiştî dixwazin şerê li herêmê bi dawî bibe û vegerin ser axa xwe.
Cejna Remezanê hindik ma û amadekariyên Cejna Rezemane dest pê kir. Piştî cejn nêzîk bû, Walîtiya Kîlîsê diyar kir ku Penaberên Sûriye yên dixwazin cejna Remezanê biçin welatê xwe, dikarin vegerin Azez, Mare, Soran, Aktarin, Çobanbey, Efrîn, Cerablus û El Babê yên wekî "Herêma Ewle" panase dike. Walîtiyê destûr da ku tenê di ser sînorê Oncupınar re derbasî Sûriye bibin. Lê piraniya penaberan dîsa li Tirkiye dimînin. Jinên penaber ên Efrînê yên li semta Basmane ya Îzmirê dijîn, diyar kirin ku li vê herêmê komên Artêşa Azad a Sûriye (OSO) heye û ji ber van koman nikarin biçin warê xwe. Jinên ku 7 salin li Tirkiye penaber dijîn, diyar kirin ku li ser sînor xeta ewle tune û nikarin derbasî axa xwe bibin. Jinên penaber, destnîşan kirin ku ji ber çûyina wan ne ewleye nikarin vegerin warên xwe.
DIXWAZIN ŞERÊ LI SÛRIYE BI DAWÎ BIBE
Jina penaber Fatma ya ligel hevjîn û 4 zarokên xwe dijî, 7 salin wekî penaber li Tirkiye dijî. Fatma, anî ziman ku ji ber Kurd e rastî neheqiyê tê û wiha got: "Hevjînê min karê tekstîlê dike. Pereyê qezenç dike têra me nake. Ez jî li malê moriyan çê dikim. Em berî her tiştî dixwazin şerê li Sûriye bi dawî bibe û em dîsa vegerin warê xwe. Em dixwazin sînorekî bi ewle ku em karibin têre derbas bibin bê vekirin. Em dixwazin vegerin welatê xwe û hestera xwe derbas bikin. Em li Efrinê dijîn. Lê ji ber ewlehiya me tune em ji tirsan nikarin vegerin axa xwe. Welatiyên Ereb dikarin biçin. Lê ji ber em Kurd in em nikarin biçin. Di derî de komên DAÎŞ, OSO hene. Ji xwe em ji DAIŞ'ê reviyan û hatin vir.
Fatma, da zanîn ku birayê wê Muhammed dema ji bo wan bibîne hat Tirkiye li Kilisê hat binçavkirin û wiha axivî: "Ji ber em Kurd in em tên binçavkirin û me wekî "Terorist" tawanbar dike. Birayê min bê pirs û lêpirsîn hat girtin. 5 salin girtî ye. Ez niha nikarin birayê xwe yê girtî bibînim.
'JI BO FÎDYEYÊ AZADIYA KURDAN JI DESTÊ WAN GIRTIN
Penabera Sûriyeyî Evîn jî anî ziman ku 7 salin li Tirkiye dijî û wiha got: "Kurdên di sînor re derbas bûn hatin binçavkirin. Kurd ji aliyê OSO ve hatin revandin û OSO ji malbaten wan fîdye xwestin. Bavê min ê nexweş li Efrînê ye. Lê nikarin biçin wî bibînim. Gelek endamên malbata min ji bo fîdyeyê hatin binçavkirin. Dema fîdye nastînin wan dikujin. Di rewşek wisa de emê çawa di sînor re derba bibin. Em dixwazin şer bi dawî bibe û vegerin Efrînê.
5 SALIN MALBATA XWE NABÎNE
Penabera Efrînî Rojîn jî anî ziman ku ji ber şerê li herêmê 5 salin li Tirkiye dijî û wiha ixivî: "Ji ber şerê li Efrînê me axa xwe terk kir. Malbata min li Efrînê ye. Lê meşek ji wan li Tirkiye ye. 5 salin min malbata xwe nedîtiye. Em dixwazin şer bi dawî bibin û li sinor ewlehî pêş bikeve."