AMED - Rêveberiya Girtîgeha Hejmara Tîpa T-2 a Bandirmayê, bi malbatên ku çûn ziyareta zarokên xwe yên di çalakiya greva birçîbûnê de ne re hevdîtin pêk anî û ji malbatan xwest ku zarokên xwe qanih bikin û wan ji grevê derxin. Ji ber ku malbatan ragihand ku li pişta daxwazên zarokên xwe ne, rêveberiyê girtîgehê pê re hevdîtinê bi dawî kir
Zext û gefên li dijî çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê, ji ber ku encam negirtin, rêveberiyên girtîgehan serî li rêbazeke nû dan û bi ser malbatên çalakgeran xwestin encam bigirin. Rêveberiya Girtîgeha Hejmara Tîpa T-2 a Bandirmayê, bi malbatên ku çûn ziyareta zarokên xwe yên di çalakiya greva birçîbûnê de ne re hevdîtin pêk anî û ji malbatan xwest ku zarokên xwe qanih bikin û wan ji grevê derxin.
Ramazan Akboga (38) ku çû hevdîtina vekirî ya birayê xwe Şiyar Akdogan (26) 82 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku birayê wî 12 kîlo winda kiriye û pirsgirêkên tenduristiyê yên mîna xwîn vereşandinê pê re peyda bûne. Akdogan da zanîn ku beriya hefteyekê rêveberiya girtîgehê bi ser kogûşên girtiyan de girtiye û radyoyên wan desteser kiriye û gefa "Em ê we bavêjin hucreyên yekkesî" li çalakgeran xwariye.
'RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ HEVDÎTIN XWEST'
Akboga di berdewamê de jî destnîşan kir ku piştî hevdîtinê rêveberiya girtîgehê xwestiye bi wan re hevdîtin pêk bîne û wiha pêde çû: "Li ser vê yekê em çûm cem rayedarên girtîgehê. Rayedarên girtîgehê ji me xwsestin ku em xizmên xwe yên di grevê de qanih bikin û ji grevê derxin. Ji ber ku em got em li pişta daxwazên xizmên xwe ne hevdîtinê bi dawî kirin."
'EM LI PIŞT DOZA WAN A MAFDAR IN'
Akboga got ku wek malbat daxwaz dikin ku daxwazên xizmên wan bên bersivandin û ev tişt anî ziman: "Em li cem doza wan a mafdar in. Heke mafê min ê dîtinê hebe, divê weke min mafê malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî yê hevdîtinê hebe. Ji bo vê yekê divê qedexeya hevdîtinê rojek zûtir bê rakirin."
Akboga bi lêv kir ku piştî hevdîtina vekirî bi birayê xwe hevdîtinê bi telefonê jî kiriye û birayê wî jê ragihandiye ku rêveberiya girtîgehê careke din bi ser koguşên wan de girtiye û ev tişt got: "Ji bo şermezarkirina vê serdegirtinê girtiyan nehiştine kotrolên wan ên tenduristiyê bên kirin. Birayê min û çalakgerên din 11 roj in nayên mieynekirin."