STENBOL - Malbatên ku duh dema xwestibûn li ber derê Girtîgeha Gebzeyê çalakî li dar bixin, ji aliyê polisan hatibûn derbkirin û bi zorê li wesayîtan hatibûn siwarkirin, derbarê polisan de serlêdana sûckirin.
Malbatên ku duh dema xwestibûn ji bo zarokên xwe yên di çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê li ber derê Girtîgeha Jinan a Tîpa M a Gebzeyê çalakî li dar bixin, ji aliyê polisan hatibûn derbkirin û bi zorê li wesayîtan hatibûn siwarkirin, derbarê polisan de serlêdana sûckirin. Malbatên ku bi parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu re li nexweşxaneyê rapora derbkirinê girtin û derbasî Edliya Gebzeyê bûn. Malbatan piştî ku daxwaznameya xwe ya sûc dan Serdozgeriya Komarê ya Gebzeyê xwestin li ber derê edliyeyê bi Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) re daxuyanî bidin çapameniyê.
PARÊZER Û MALBATAN ASTENG KIRIN
Polisan dayik û parêrezan asteng kir destûr neda ku li ber derê edliyeyê daxuyanî bidin. Malbatan bi van gotinana, 'Ev şerma Walî ye. Çawa destûr nadin daxuyaniyeke çapameniyê' bertek nîşanî vê rewşê da. Parêzerê OHD'ê Sînan Zincîr jî ev tişt got: "Ev der cihê karê min e. Çawa çidibe hûn destûr nadin ku ez li vir daxuyanî bidim." li gel hemû îttîrazan jî malbat û parêzer ji edliyê hatin dûrxistin û Paralamenter Surucu bertek nîşanî astengkirina polisan da û bi tena serê xwe daxuyanî da. Surucu daxwazên malbatan û zarokên wan bi bîr xist û bang li Wezîrê Dadê kir ku sozê xwe bi cih bîne û tecrîdê rake.