RIHA - Dîmenên îskenceya li kesên ku li Xalfetî û Hewagê hatibûn binçavkirin, hatibû kirin, derketin holê. Kesên ku nikarin bimeşin bi erdê ve tên kaşkirin û gelek kes jî ber îskenceya li wan hatiye kirin nayên naskirin.
Di 18'ê Gulanê de li taxa Dergîlî ya navçeya Xalfetî ya Rihayê şer û pevçûn derketibû. Di encama şer û pevçûnê de alîgirê qomserê polisên tevgera taybet û 2 kesên ku tê angaştkirin HPG'î ne jiyana xwe ji dest dabûn û 2 polis jî birîndar bûbûn. Piştî bûyerê li Xalfetî û Hewagê gelek kes hatibûn binçavkirin û di îskenceyeke giran re hatibûn derbaskirin.
'POLIS WAN BI ZORÊ DIMEŞÎNIN'
Dema binçavkirinê ya kesên li miduriyeta polisan tên girtin ji bo 4 rojan hat dirêjkirin. Jin û zarok jî di nav de gelek kes, bi awayê ku hatine îskencekirin, anîn Edliyeya Rihayê. Di dîmenê ku di vê kêliyê de hatiye kişandin de tê dîtin ku welatiyên li qorîdora edliyê hatin sekinandin di bin kontrola polisan de tên derxistin. Di dîmenan de polis gelek kesan bi zorê dimeşînin û kesên ku nikarin bimeşin jî bi erdê ve tên kaşkirin.
'DI NAV XWÎNÊ DE BÛN'
Di dîmenan de hin kes tenê atlêt li wan in û ser çavê wan di nav xwînê de ye. Hin welatî jî di rewşeke nayên nasîn de ne. Welatiyên ku di rêzekî de tên meşandin destê wan bi pişt ve hatiye kelepçekirin. Kesên dema binçavkirina wan hat dirêjkirin ji edliyeyê careke din birin Şaxa TEM'ê ya Rihayê ku li hatibûn îskencekirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin kesên dema binçavkirina wan hatiye dirêjkirin li TEM'ê dîsa tên îskencekirin.
'DOZGERIYÊ DEREWANDIBÛ'
Serdozgerıya Komarê ya Rihayê têkildarî mijarê angaşt kiribû welatî nehatine îskencekirin. Lê dîmenên derketin holê dozgeriyê diderewînin.