STENBOOL - Polisan destûr neda malbatên girtiyan ên ku xwestin li ber Girtîgeha Bakirkoyê ji bo zarokên xwe yên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne çalakiya rûniştinê pêk bînin. Li ser vê yekê malbat ji ber girtîgehê ber bi Qada Şîrînevlerê meşiyan.
Malbatên girtiyên ku zarokên wan ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê, di grevabirçÎbûnê de ne, careke din ji bo piştgiriya zarokên xwe çûn ber derê Girtîgeha Bakirkoyê. Parêzer û gelek kesan piştgirî da malbatên ku li rawestgeha otobusan a Sîteya Zarokan a li ser rêya E-5'ê li hev kom bûn. Polisan malbatên ku xwestin biçin ber girtîgehê asteng kirin û diyar kirin ku dê bi tu awayî destûr nedin ku malbat çalakiya rûniştinê pêk bînin. Li ser astengkirina polisan malbat heta Qada Şîrînevlerê meşiyan.
Malbat piştî meşê derbasî Rêxistina HDP'ê ya navçeya Bahçelîevlerê bûn û diyar kirin ku dê sibê çalakiya xwe li cihê ku li sekînen bidomînin.