ELIH - Li Êlihê hevserokê DBP'ê Şukru Tapkan jî di nav de 6 kes hatin binavkirin.
Li Êlihê polisan di saetên serê sibehê de mala hevserokê DBP'ê Şukru Tapkan jî di nav de bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtinan de polisan gelek materyalên dijîtal desteser kirin. Di çarçoveya operasyonê de hevserok Tapkan, Rojda Surucu, Mahmut Surucu, Süreyye Demîrkiliç, Abdulbarî Kargaç ve Şîrîn Çelîk hatin binçavkirin.
Sedema binçavkirinan nehat hînbûn. Her 6 kesên hatin binçavkirin jî birin Miduriyeta Emniyetê ya polisan.