Li TEM'a Rihayê di bin zor û îşkenceyê de îfade girtin

  • rojane
  • 13:06 21 Gulan 2019
  • |
img

RIHA - Bi zorê îfadeyan bi dehan kesên ku piştî şer û pevçûna li Xalfetiyê hatibûn binçavkirin û îskencekirin, didine îmzekirin. 

 
Di 18'ê Gulanê de li taxa Dergîlî ya navçeya Xalfetî ya Rihayê şer û pevçûn derketibû. Di encama şer û pevçûnê de alîgirê qomserê polisên tevgera taybet û 2 kesên ku tê angaştkirin HPG'î ne jiyana xwe ji dest dabûn û 2 polis jî birîndar bûbûn. Piştî bûyerê li Xalfetî û Hewagê bi serdegirtina malan de gelek kes hat binçavkirin. Îfadeyên 11 kesên di bin çavan de hatin girtin. Girtekên ku polisan bi îskenceyê amade kiriye bi zorê kesên di bin çavan de dane îmzekirin. 
 
'DI BIN ÎSKENCEYÊ DE ÎFADE TÊN GIRTIN'
 
Mehmet Alakûş ku ji ferdên malbata Alakûş e di îfadeya xwe de diyar dike apê wî û hemû gundî piştgiriya rêxistinê dikin. Alakûş di hevdîtina xwe ya parêzeran re dibêje ku rastî îskenceyeke giran hatiye û bi zarok û hevjîna wî gef li xwarine. Alakûş ku ji ber îskenceya lê hatî kirin bi zorê diaxive destnîşan dike ku ji ber îskenceya lê hatiye kirin gelek tirsiyaye û ji ber vê yekê gotiye îskence lê nehatiye kirin. 
 
parêzerên ku gelek muwekîlê wan di bin çavan de ne bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Rihayê tenê dikarin bi muwekîlekî xwe re hevdîtin bikin. Baroya Rihayê bertek nîşanî vê pêkanînê da û diyar kir ku ev pêkanînek pêkanîneke derveyî qanûnan e û keyfî ye û xwest ku ev pêkanîn bi dawî bibe. 
 
SERDOZGERIYÊ ANGAŞTÊN ÎSKENCEYÊ DEREWAND!
 
Serokê Baroya Amedê Abdullah Oncen ku bi Serdozgeriya Komarê ya Rihayê re hevdîtin pêk anî daxwaz kir ku sînordarkirina muwekîla ya ji bo parêzeran rabe, hevdîtina bi muwekîlan re bi polisan re neyê kirin, îskence û memeleya xerab a li dijî kesên di bin çavan de bê rawestandin û kesên hatin binavçkirin di bin kontrola tipa edlî û hemû cûreyên kontrola tenduristiyê re bên darbaskirin. Serdozgeriyê angaştên îskenceyê derewand û ragihand ku dê bi mijarê re mijûl bibe. 
 
'NABIN NEXWEŞXANEYÊ'
 
Hat hînbûn ku kesên rastî îskenceyê hatine nebirine nexweşxaneyê kontrolê wan ê tenduristiyê nehatine kirin. Parêzerên ku bi muwekîlên xwe re axivîn diyar kirin ku muwekîlên wan ji ber îskenceya li wan hatiye kirin ketine rewşeke ku nayên naskirin. Parêzeran ragihand ku li gel ku bi her awayî diyar e ku muwekîlê wan hatin îskencekirin jî polis wan nabin nexweşxaneyê di kontrolê tenduristiyê re derbas nakin. Parêzeran gotku daxwaz kirin ku muwekîlê wan bibin nexweşxaneyê û di kontrolên tenduristiyê re bên derbaskirin. 
 
ÎSKENCE DIDOME
 
Hat hînbûn ku piştî bihîstina raya giştî, îskence hê jî bi dawî nebûye, tenê hinek kêm bûye. Ji parêzeran re nehat ragihandin ku çend kes di bin çavan de ne. Tê zanîn ku binçavkirin hê jî didomin û li şaxa TEM'ê bi dehan kes di bin çavan de di îskenceyê de ne. Parêzeran xwest ku ji bo bidawîkirina îskcenyê hestiyara raya giştî hinek din jî zêde bibe û diyar kir ku îskence sûcê mirovahiyê û her kesên ku vî sûcî dikin dê zû û dereng bên darizandin.
 
ÎSKENCE LI KORÎDORÊN EDLIYEYÊ JÎ DOMIYA 
 
Dema binçavkirinê ya hemû kesan ji bo 4 rojan hat dirêjkirin. Welatiyên ku dema binçavkirina wan hat dirêjkirin anîn Edliyeya Rihayê. Welatiyên anîn edliyeyê di meşê de zehmetî dikişandin û pêlavên hinekan ji wan jî tunebûn. Hin welatî jî nivî tezî bûn. Dest, rû û çavê hemûyan ji ber îskenceya li wan hatibû kirin reş û mor bûbû û di nav xwînê de bû. Welatiyên ku destê wan bi paşve kelepçekirî anîn edliyeyê, li ser pêya dan sekinandin û rûyê wan dan dûwar. 
 
Li aliyê din taxa ku şer û pevçûn lê pêk hat, ketin û têketin bi awayekî kontrolî pêk tê. Kes nêzî mala ku şer û pevçûn lê pêk hat nayê kirin. Kesên ku dema ji taxa şer û pevçûn li pêk hat derdikevin, di lêgerîneke kûr de tên derbaskirin. Her wiha telefonê welatiyan jî tên kotrolkirin. piştî van kontrolandestûr tê dayîn ku welatî ji taxa xwe derkevin. 

Sernavên din

22/05/2019
15:42 Ji pêş Girtîgeha Patnosê bang kirin: Tecrîdê bi temamî rakin
15:36 Polisan li Dihê 2 kesan binçav kir
15:26 Çalakgerê greva birçîbûnê MLKP'î Gerçek: Em ne piştgir kirdeya çalakiyê ne
15:23 SES: Emê nelirêtiyan bişopînin
15:03 Çalakiya Dayikên Laçik Spî di roja 22’an de kom bûn: Heta tecrîd bi dawî bibe çalakiyê bidomin
14:56 Ji bo îskenceya Xalfetiyê bangî civaka navneteweyî kir: Tirkiyeyê rawestînin!
14:33 Li Semsûrê banga rakirina tecrîdê
14:28 Dayikan astengî nas nekirin û li pêş Gebze rûniştin
13:48 'Em bang li Wezîrê Dadê dikin bi lez zagonên xwe pêk bînin'
13:48 Dadgeha Makeqanûnê serlêdana Osman Kavala red kir
13:29 Ji 47 kesên li Xalfetiyê hatin binçav kirin 3 zarok hatin berdan
13:24 Dayikên Laçik Spî ji Wezareta Dadê re faks şandin û meşiyan
13:24 Xizmên girtiyan ji Bakirkoyê meşiyan Şirinevlerê
13:23 Gelo PDK'ê û AKP'ê li ser çi li hev kirine?
13:03 SES'ê bijîsjkê hevjîna xwe kuşt bi daxwaza îxracê sewqî lijneya dîsiplînê kir
12:00 Bi ser kogûşa Tuncel, Tûglûk û Yuksekdag de girtin
11:51 4 kes li Mêrsînê binçav kirin
11:47 Çalakgerê greva birçîbûnê Sertkal: Em heta sax bin dê têkoîna xwe bidomînin
11:29 Dibe ku Rojnameger Duzkan derbasî girtîgeha servekirî bibe
11:05 Parêzerên Ocalan ber bi Îmraliyê ve ketin rê
11:04 Girtiyên Jin ên Girtîgeha Şirnexê: Gardiyanên zilam tacîz dikin
10:59 ‘LI şûna Muzeyyen, kujerê wê parastin'
10:43 Piştî 3 salan cenaze dan malbatê
10:35 'Em pêşî deng didin zarokên xwe paşê difitirin'
09:38 Qeymeqamê Hezroyê hat binçavkirin
09:36 Leyla Guven 196 rojin li dijî tecrîdê têdikoşe
Rojiya mirinê di roja 23'an de didome
09:35 Ji xwediyê marketê ji bo greva birçîbunê çalakiyek balkêş
09:35 'Polîs got 'Şehîdekî me heye' û gule li ser me reşandin'
09:34 Li Dîlokê pitika 8 rojî ji sersariyê xwîn çû ser mejiyê wê
09:33 Dayika çalakgerê greva birçîbûnê: Heta tecrîd rabe nobeta me wê bidome
09:32 Girtiyên li Kurkçulerê: Berxwedana me wê bidome
09:31 Endamên KESK'ê ji bo mafê xwe wê li Enqereyê bigêjin hev
09:31 Jinên Efrînî yên Koçî Îzmirê kirin dixazin şer bi dawî bibe
09:30 Rêveberiya girtîgehê ji malbatan xwest zarokên wan dev ji grevê berdin
09:00 ROJEVA 22'Ê GULANA 2019'AN
21/05/2019
21:21 'Min jina pîr a nexweş li şaxa TEM'a Rihayê hiştim û derketim'
19:20 Dayikên Laçik Spî li qadan bûn
17:06 Heyeta HDP'ê: Haya hemû rayadarên dewletê ji tiştên li Rihayê diqewimin heye
16:36 Malbatên girtiyan ji Wezareta Dadê re faks şandin
16:13 Malbatên girtiyan li Wan û Edeneyê çalakî di dar xistin
15:44 Derbarê polisan ku malbatên li Gebzeyê derb kirin serlêdana sûc hat kirin
15:24 Dîmenên îskenceya Rihayê derketin holê: Bi zorê dimeşin
14:38 Meclisa Jinan a HDP'ê: Ji bo azadiya xwe em rêxistinbûna xwe mezin dikin
14:14 Malbatên girtiyan ji Girtîgeha Bakirkoyê ber bi Şîrînevlerê ve meşiyan
14:07 Temellî: Êdî dem dema demokrasî, aştî û edaletê ye
14:01 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê piştgirî da cotkaran
13:34 Hevserokê DBP'ê yê Êlihê hat binçavkirin
13:06 Li TEM'a Rihayê di bin zor û îşkenceyê de îfade girtin
12:54 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:36 HDP: Em barbariya li Xelfetiyê rû da ji nêzîk ve dişopînin
12:06 Dayika 71 salî ji bo edaletê Hezar û 217 kilometre meşiya û hat Enqereyê
11:55 Jinan li dijî firoşkerên hişbirê rê girtin
11:25 Birayê ciwanê betal ê xwe şewitand: Sedema wê krîza aborî ye
11:07 'Îskence li hewşên qereqolan didome'
10:59 Wezîr 9 endamên meclîsê yên HDP’ê ji peywirê dûr xistin
10:32 Li Ebexê 12 kes binçav kirin
10:25 Eksîk: Ne tenê mirovan sewalan jî tecrîd dikin
10:09 Qeyûm şaredariya Colemêrgê dı bın deynan de hiştiye
10:02 Dayika 23 salan ji bo kurê xwe li kolana bû niha ji bo neviyê xwe li kolanê ye
09:12 Jin li Dersîmê hem karsaz, hem karker û hem jî hilberiner in
09:12 ÎHD: Şertên Girtîgeha Tîpa R a Menemenê ji bo girtiyên nexweş pir giran e
09:11 Karkerên ji şaredariyê hatin dûrxistin wê bimeşin Enqereyê
09:11 Şilêran Zozanê Şilek xemiland
09:00 ROJEVA 21 GULANA 2019'AN
08:58 Leyla Guven 195 rojin di greva birçîbûnê de ye
Rojiya mirinê di roja 22'an de didome
20/05/2019
21:54 CPT'ê daxuyanî da: Me Îmralî jî di navde gelek girtîgeh ziyaret kirin
16:30 Bi stran û pîzpîzikan dengê xwe bilind kirin
15:50 Parêzer: Dev û diranên kesên li Xalfetî hatin binçavkirin şikandine
15:35 Hêzên Demokrasiyê yên Wanê: Daxwazên girtiyan nayên bersivandi
15:20 Dayikên Laçik Spî yên li Gebze: Êdî Bes e
15:05 Li Dersimê banga 'yasayên xwe pêk bîne û pirsgirêkê çareser bike'
14:49 Kurtalan: Îktîdar wekî li komkujiyê binere li greva birçîbûnê dinere
14:25 3 bersûcên tecawizê hatin berdan
14:16 Ji Herêm Mehmûd bang: Li dijî zilmê dengê xwe bilind bikin
14:10 Ocalan gulebarankirina karkerên çandiniyê ji Soylû pirsî
13:51 Bozgeyik: Bila Wezirê Dadê gavên pratîk bavêje
13:36 Radyoyên çalakgerên rojiya mirinê desteser kirin
13:00 Hunermendên MKM'ê: Bila daxwazên çalakgerann bên bersivandin
12:53 Başkaya: Tu tişt ji daxwaza aştiyek bi rûmet rewatir tune ye
11:24 Parêzerên Ocalan dîsa serî li dozgeriyê dan
11:08 HDP'ê serdegirtina kawîşan ji Wezîrê Dadê pirsîn
11:00 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
10:45 'Serdegirtinên koguşan bandoreke neyînî li tenduristiya çalakgeran dike'
10:45 Li Kanîreşê TIR'a sewal bar kiribûn qulipî
10:33 Çandina sebzeyan li Kobanê dest pê kir
09:51 Êrîşî avahiya AKP'ê kirin
09:49 Vesîsê girtiyê nexweş bi maşina tipa hucre birin hevdîtinê
09:03 Her roj li qada çalakiyê ye: Em bêdeng bibin zarokên me wê bimirin
09:03 Polîsan zarokê 17 salî binçav kir û xwestin bibe sîxur
09:02 Bave ku 3 zarokên wî girtî: Me mijûl nekin gavan bavêjin
09:02 ‘Tenê daxwaze me rakirina tecridê ye'
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2019'AN
08:47 Leyla Guven 194 rojin di greva birçîbûnê de ye
Rojiya mirinê di roja 21'an de didome
19/05/2019
21:53 Rojiya xwe tenê bi avê vekirin
21:29 Li Esenyûrt û Dersîmê bi çalakiyên meş û rûniştinê tecrîd şermezar kirin
21:06 Şaredariya Periyê gava yekemîn a kooperatifê avêt
17:43 Hevjîna xwe ya parêzer kuşt
17:10 Odeyên Tabîban ên Heremê bang li hikumetê kirin: Dibe sibê pir dereng be
16:27 ‘Hiqûqa xwe pêk bînin'
16:05 Dayikên Laçik Spî li Rihayê di nobetê de bûn, li Edeneyê jî li qadan bûn