Eksîk: Ne tenê mirovan sewalan jî tecrîd dikin

img

ÎDIR - Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Habîp Eksîk, diyar kir ku Walîtiya Erdexanê, bi qedexeya zozanan gelê Îdirê tecrîd dike û wiha got: "Li vir tenê debara gel sewalkarî ye. Bi vê qedexeyê sewalkarî tune dibe. Bi qedexeya zozanan ne tenê mirovan sewalan jî tecrid dikin." 

Walîtiya Erdexanê ji bo xwediyê sewalan xwedî dikin, di demsala havînê de zozanên Erdexanê qedexe kir. Waliyê Erdexanê Mustafa Masatli, bi hinceta "Sewalên ji dervê bajar tên mêrgê me wêran dikin û nexweşiyê bilav dikin" biryar da ku sewal ji derve neyên zozanên wan. Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Habîp Eksîk, diyar kir ku ji ber Çiyayê Agiriyê hêj qedexe ye û Waliyê Erdexanê destûr nade ku sewalkarên li Îdirê sewalên xwe bibin zozanên Erdexanê, welatiyên sewalkariyê dikin rojên zor û zahmet dijîn. Eksîk, anî ziman ku çavkaniya debara welatiyên Îdirê sewalkarî û çandinî ye û wiha got: "Qedexeyên li herêmê bandorek neyînî li ser debar û aboriya welatiyan dike. 
 
Eksîk, da zanîn ku Îdir berî ye û şert û mercên xwedîkirina sewalkariyê tune û ji ber vê yekê çavkaniya sewalkariyê kêm e. Eksik, destnîşan kir ku li herêmê bi hinceta "Herêma Ewlehiya Taybet" her der hatiye qedexekirin û êdî sewalkar nikarin sewalan xwedî bikin. Ev qedexe bi xwe tecrîd e. Qedexeya zozanên li Serhedê politîkaya tecrîdê ye. Mixabin ev hişmendiya qedexe li her derê belav bûye. Bi qedexeya zozanan ne tenê li ser mirov û civakê, li ser sewalan ji tecrîdê dimeşînin. Êdî qedexe kirine karekî rûtîn û ev polîtêkayên despotikin. Ev mirovên ku zozanan qedexe dikin, rê li pêş çavkaniya debarê digirin. Zozan çavkaniya aborî ye. Herêm bi sewalkarî û çandiniyê debarê dike. Rençber û çotkarên li vir bi çandinî û sewalkariyê piştgiryek mezin didin aboriya welat. Ev kesên zozanan qedexe dikin. bi ve qedexeyê darbeyê li aboriya welat jî dixin. Ev polîtîka bi temamî keyfî ne û dixwazin mirovên herêmê her dem xizan bihêlin û mohtacî xwe bikin. Dixwazin herêmê bê merov bihêlin. 
 
MA / Mujdat Can 

Sernavên din

25/08/2019
21:26 8 endamên meclisa Şaredariya Wanê ji peywirê girtin
19:33 Heyeta CHP'ê Hevşreredarê Amedê Selçuk Mizrakli ziyaret kir
19:01 Muxtaran bi whatsapê agahî dan: Wê Kelhê ya Cûdî bombe bikin
18:38 Rojnamevan 6 roj in bêyî îfade bidin tên girtin
18:03 'Çi bikin bila bikin em ê li vîna gelê xwe xwedî derkevin'
17:15 Semîha Tugan a piştî 28 salan gihişt kurê xwe jiyana xwe ji dest da
17:01 Dest bi ziyaretên 'Îtîfaqa demokratîk' dikin
16:43 Polîsan gaza îsotê avêt ruyê parlamenterên HDP'ê
15:44 Li dijî êrîşên Tirkiyeyê meşiyan
15:22 Stenbolî: Li dijî darbeyê bêdeng nemînin wekî 23'ê Hezîranê bi hevre têbikoşin
14:46 Hevserokê Mala Gel: Wê nikaribin heviya me tune bikin
14:24 Polisan li Mêrdînê êrîşî HDP'iyan kir
13:57 Di operasyona Pençe-3 de 3 eskeran jiyana xwe ji dest da
13:08 7 rojin li Amedê çalakî didomin: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin
12:51 Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Me duh AKP têk bir emê îro jî têk bibin
12:19 5 rojnamevan 6 roj in di binçavan de ne
12:06 'Li aliyekî weşana kurdî dikin, li aliyekî dijminantiya Kurdî dikin'
11:35 Yolerî: Girtî êdî nikarin xwe bigînin edaletê
10:59 Mizrakli bersîva 'Kandîlê' da Erdogan: Bêbextiyê neke
10:34 'Her ku îktîdar diaxive kuştina jinan zêde dibin êdî bila bes biaxivin'
09:13 'Ji bo axa me ji neviyên me re bimîne em ê têbikoşin'
09:10 Ozgokçe: Qeyûm bi 700 hezar lîreyî kinc kirîn, wê gel hesab bipirse
09:08 Piştî zanîngeh kuta kir, dest bi çandiniyê kir
09:06 Girtiyê nexweş êdî malbata xwe nas nake!
09:04 Yildiztekîn: Mafê hevdîtinê ji saetekê daxistine 50 deqîqeyî
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2019'AN
24/08/2019
21:57 Li Amedê Yekemîn Rojên Govendê li dar xistin
21:10 ‘Êdî em naxwazin bimrin’
21:00 Çalakiyên dengderxistinê didomin
20:46 Keça xwe û hevjîna xwe kuşt
20:06 Endama MYK'ê ya HDP'ê hat binçavkirin
19:00 5 rojnamevan 5 roj in di binçavan de ne
17:57 Çalakiya Wanê di roja 6’an de didome: Gel bi dirûşmeyan meşiyan
16:40 Ji Amedê bang li Davutoglu kirin: Tu çima bêdeng î?
16:01 Bila Turan ê felç bê berdan
15:49 2 jê rojnameger 11 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:46 ‘Duh qetil dikirin îro xezp dike'
15:22 Ciwanê ku dihat angaştkirin revandine çiyê hat binçavkirin
14:52 Ji KESK DİSK TMMOB û TTB’ê biryara Amedê
14:41 Salek e Qada Galatasaray qedexe ye: Hesabpirsîn didome
14:35 TJA: Em serî natewînin û naxwazin bimirin
14:02 ÇÛKÛROVA TÛHAY-DER kongreya xwe ya yekemîn pêk anî
14:01 HDP: Divê meclîs gotinên Davutoglu lêkolîn bike
13:31 Tundiya mêr sînoran nas nake: Li nexweşxaneyê êrîşî hevjîna xwe kir
13:12 Mezlûm Ebdî: Emê bingeha hêza eskerî ya ewlehiya Sûriye ava bikin
12:39 Gelê Nisêbînê li dijî qeyûman rabû ser piyan
12:30 KESK, DÎSK, TTB û TMMOB: Qeyûm cînayeta demokrasiyê ye
12:25 Banga 1'ê Îlonê: Em ji bo aştiyê dengê xwe bilind bikin
12:15 Li Pîranê maşîna zirxî qulipî: 6 polîs birîndar bûn
11:54 Li Amedê çalakiya rûniştinê ya 6'emîn dest pê kir