Eksîk: Ne tenê mirovan sewalan jî tecrîd dikin 2019-05-21 10:25:03 ÎDIR - Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Habîp Eksîk, diyar kir ku Walîtiya Erdexanê, bi qedexeya zozanan gelê Îdirê tecrîd dike û wiha got: "Li vir tenê debara gel sewalkarî ye. Bi vê qedexeyê sewalkarî tune dibe. Bi qedexeya zozanan ne tenê mirovan sewalan jî tecrid dikin."  Walîtiya Erdexanê ji bo xwediyê sewalan xwedî dikin, di demsala havînê de zozanên Erdexanê qedexe kir. Waliyê Erdexanê Mustafa Masatli, bi hinceta "Sewalên ji dervê bajar tên mêrgê me wêran dikin û nexweşiyê bilav dikin" biryar da ku sewal ji derve neyên zozanên wan. Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Habîp Eksîk, diyar kir ku ji ber Çiyayê Agiriyê hêj qedexe ye û Waliyê Erdexanê destûr nade ku sewalkarên li Îdirê sewalên xwe bibin zozanên Erdexanê, welatiyên sewalkariyê dikin rojên zor û zahmet dijîn. Eksîk, anî ziman ku çavkaniya debara welatiyên Îdirê sewalkarî û çandinî ye û wiha got: "Qedexeyên li herêmê bandorek neyînî li ser debar û aboriya welatiyan dike.    Eksîk, da zanîn ku Îdir berî ye û şert û mercên xwedîkirina sewalkariyê tune û ji ber vê yekê çavkaniya sewalkariyê kêm e. Eksik, destnîşan kir ku li herêmê bi hinceta "Herêma Ewlehiya Taybet" her der hatiye qedexekirin û êdî sewalkar nikarin sewalan xwedî bikin. Ev qedexe bi xwe tecrîd e. Qedexeya zozanên li Serhedê politîkaya tecrîdê ye. Mixabin ev hişmendiya qedexe li her derê belav bûye. Bi qedexeya zozanan ne tenê li ser mirov û civakê, li ser sewalan ji tecrîdê dimeşînin. Êdî qedexe kirine karekî rûtîn û ev polîtêkayên despotikin. Ev mirovên ku zozanan qedexe dikin, rê li pêş çavkaniya debarê digirin. Zozan çavkaniya aborî ye. Herêm bi sewalkarî û çandiniyê debarê dike. Rençber û çotkarên li vir bi çandinî û sewalkariyê piştgiryek mezin didin aboriya welat. Ev kesên zozanan qedexe dikin. bi ve qedexeyê darbeyê li aboriya welat jî dixin. Ev polîtîka bi temamî keyfî ne û dixwazin mirovên herêmê her dem xizan bihêlin û mohtacî xwe bikin. Dixwazin herêmê bê merov bihêlin.    MA / Mujdat Can