Qeyûm şaredariya Colemêrgê dı bın deynan de hiştiye

  • rojane
  • 10:09 21 Gulan 2019
  • |
img

COLEMÊRG - Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman diyar kir ku qeyûm şaredariya wan bi qasî 2017 milyon TL'yî kiriye bin deyn û ji ber vê yekê dibe ku di razana mûçeyên karkeran de zehmetî bikişînin.

 
Wezareta Karên Hundir di navbera salên 2016-2017'an de Şaredariya Colemêrgê jî di nav de qeyûm tayînî 97 şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) kir. Wezaretê di 11'ê Îlona 2016'an de Cîgirê Waliyê Colemêrgê Cuneyt Epcîm tayînî Şaredariya Colemêrgê kir. Qeyûm Epcîm ku nêzî 2 sal û nîvan şaredariyê bi rê ve bir di Hilbijartina 31'ê Adarê de ji aliyê AKP'ê ve wek namzet hat nîşandan. Di hilbijartinê de Epcîm têk çû û namzetên HDP'ê Seher Kadîroglu Ataş û Cîhan Karaman wek hevşaredar hatin hilbijartin. Piştî ku şaredarî ket destê HDP'ê derket holê ku qeyûm Epcîm şaredariyê bi qasî 2017 milyon TL'yî kiriye bin deyn. Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman têkildarî têildarî mijarê axivî û diyar kir ku ji ber deynên qeyûm dibe ku di paşerojê de di razandina mûçeyên karkerên şaredariyê de zehmetiyan bikişînin. Karaman anî ziman ku şaredariyeke têk çûyî dewr girtine û wiha got: "Di bin rêveberiya qeyûm de tenê pere li alîgiran hatiye belavkirin û paşeroja gelê Colemêrgê hatiye dizîn."
 
'BI GUHERTUNA REMZA ŞAREDARIYÊ DEST BI RÛXANDINÊ KIRINE'
 
Karaman da zanîn ku roja qeyûm hatiye tayînkirin bi guhertina remza şaredariyê dest bi rûxandinê kiriye û ev tişt got: "Qeyûm çand û remza vî gelî nas nekiriye. Berê di remza me de pez kofî, çiyayê simbil, xalîğçeya Colemêrgê û şilêr hebûn. Lê niha tenê rengê firûze (turkuaz) ku yekperestî û netewperestiyê temsîl dike heye. Em dikarin bibêjin ku di vê pêvajoyê de qeyûm tenê ji berjewendiyên şaredariyê ji xwe bi kar aniye. Dema em destpêkê hatin şaredariyê me dît ku dabînin şaredariyê yên 3 salan di 2 mehên pêşîn de hatine xerckirin. Yanî dabîne 3 salan ji alîgiran re hatiye pêşkêşkirin. Em di vê mijarê de gelek zehmetî dikişînin. Niha ku em bixwazin ji gelê Colemêrgê re tiştekî bikirin, ji ber ku dabîna me tuneye, em nikarin bikirin. Ji ber vê yekê me ji Wezareta Karên Hundir dabînên rast e rast xwest. Qeyûm mal û milkê şaredariyê bi awayekî zêde texrîb kiriye û şaredariyê kiriye bin deyn deyn. Lê em ê dîsa jî bi ser van pirsgirêkan de biçin û bi ser kevin." 
 
'MÎNAKÊN NELIRÊTIYÊ'
 
Karaman mînakên karên şaş ên hatiye kirin wiha rêz kir: "Qeyûm li vir ji bo zelexaneyê bînayek çêkiriye lê berî ku bê vekirin binyata wê rûniştiye. Ji bo ku mutehît xesar neke îhaleya avê ne li gorî qanûnan ji rêze ve hatiye kirin û şertnameya îhaleyê hatiye binpêkirin. Li gorî plansaziyê di encama îhaleyeke ku biqede de divê di nav 24 saetan de av bê berdan lê mixabin em niha jî di xetên xwe yên kevn de avê ber didin. Me ekîbeke ku îhaleya av û qenalîzasyonê lêkolîn bike ava kir. Em ê nelirêtî û hîleyên ku di vê îhaleyê de hatine kirin dê bibin darazê. Di rapora faaliyetê de ji bo zarokên ku hê bûne hezar û 400 TL seta zarokan hatiye kirîn. Lê li gorî lêkolînên me ev set bi 145 û 300 TL'yî jî tê kirîn. Di vir de nelirêtiyek mezin heye. Dîsa çadira meha Remezanê jî îstîsmar kirine. Ji bo çadira ku mehek sazkirî maye, milyon û 200 hezar TL mesrefa xwarinê derxistine. Ji bo mitînga serokkomar jî ji vîncekî re 19 hezar TL mesref derxistine."
 
Karaman destnîşan kir ku qeyûm şaredariya wan bi qasî 207 milyon TL'yî kiriye binî deyn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji ber vî deynî em vê meh^ekaribin mûçeyên karkerên xwe bidin jî dê meha bê em ê di razandina mûçeyên karkerên xwe de zehmetî bikişînin. Ji ber vê rewşê em niha ji bo şaredariyê di nav hewldanên avakirina alternafînan de ne. Bila gelê me rehet be, li gel van hemû tundî û zehmetiyan jî em ê bi ser kevin. Tenê weke ku heta niha çawa me tenê nehiştine bila ji niha şûn ve jî me tenê nehilin." 
 

Sernavên din

15:13 Vaye neguhezbarên ku qeyûmê Amedê dewr kirine
14:39 3 rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin | NÛÇEYA LEZGÎN
14:24 Li Cizîrê 19 kes hatin binçavkirin
13:55 ‘Hate tomarkirin ku qetilkirina karsazên kurd bi biryara MGK’ê pêk hatiye’
13:27 Deynê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû
13:20 Di doza êrişa bombeyî ya Cadeya Îstîklalê de biryar hate dayîn
13:09 Li Girtîgeha Şakranê cezayê hucreyê dan girtiyan
13:03 TJA: Di 1’ê Gulanê de em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
11:52 Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
11:15 Ji rojnamegerên binçavkirî nûçeyên çêkirin hatin pirsîn
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:03 Rojnamegerên binçavkirî anîn edliyeyê
11:02 Li Colemêrgê çalakiya li dijî madenê di roja 4’emîn de ye
10:35 Rojnamevan Altan: Ji bo nûbûn û demokratîkbûnê pêdivî bi lihevkirinê heye
09:39 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
09:29 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:20 Raporên ATK'ê: Dixwazin şert û mercên tecrîdê 'rewa' bikin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed ê asayîşa PDK'ê revandiye 185 roj in agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:02 Herkiyê YNK’yî: Hevkariya bi Tirkiyeyê ji bo Iraqê zirar e
09:01 Serokê DSMMMO'yê Bozhan: Kêr gihaştiye hestî
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2024'AN
25/04/2024
22:52 CPT vê carê jî xist stuyê DMME'yê
20:32 Li Colemêrgê 4 ciwan hatin tahliyekirin
18:56 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
18:54 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê serbest hat berdan
17:45 DEM Partî piştgirî da Şenyaşaran: Ev daxwaz bang li wijdanên me tevan dike
17:10 Îfade wergirtina rojnamevanan temam bû: Tu çima tev li civîna çapemeniyê bûyî?
16:38 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê hate binçavkirin
16:37 Dozger xwest ku doza derbarê Şenyaşar de hatiye vekirin bê betalkirin
16:14 Rojnamevanên şahid tundiya polîsan vegotin
15:56 4 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin cezakirin
15:48 Dozger xwest rojnameger Kartal bê cezakrin
15:43 Li gorî girteka polîsan pirtûka Kişanak qedexe ye!
15:36 Li Amedê cînayeta kar
15:23 Li Qoserê hejmara binçavkiriyan derkete 30’an
14:45 Dozgerî ji bo 10 rojnamegeran ceza xwest
14:40 Karûbarên îfadeyê yên rojnamegeran dest pê kir
14:34 Hesaba X’ê ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hate astengkirin
14:32 Êrişên li dijî Çapemeniya Azad dê li Ewropayê werin protestokirin
14:09 OHD û Dev Yapi-Îş: Kardêr û rêveberiya herêmî ji mirina 29 karkeran berpirsyar in
14:01 Tirkiye sînora Biradost û gundên Efrînê bombebaran dike
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:37 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Taksîmê ve
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
13:14 64 kes bertek nîşanî qedexeya 1’ê Gulanê ya Taksîmê dan
13:00 Gefên li dijî Serokê Baroya Amedê Eren weke ‘rexne’ parast
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
12:33 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hate taloqkirin
12:10 CPT’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got: Em rewşê ji nêz ve dişopînin
11:40 Di doza qezaya trenê ya Çorluyê de biryar hate dayîn
11:39 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:30 AYM’ê ji bo serlêdana Can Memîş biryara binpêkirinê da
11:16 Li Mûşa ku AKP’ê digot ‘bêdeyn e’ 890 milyon lîre deyn heye!
10:59 Rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
10:15 Girtiya di çalakiyê de: Em xeleka berxwedaneke li cîhanê belav bûyî ne
09:48 Cûdî û Gabar jinûve hatin qedexekirin
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:33 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
09:13 Berdana Ceylan a 32 sal in girtî ye cara 6’emîn hate taloqkirin
09:00 Asayîşa PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 184 roj in agahî jê nayên girtin
09:00 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya xwe didomînin
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
09:00 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 38'an
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2024’AN
24/04/2024
22:50 Mîhrîcana Şanoyê di roja 7'an de ye
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
19:23 Şenyaşar a ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di bin vê zilmê de bimînin
19:14 OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
19:11 Li Mêrdînê êrişên li dijî çapemeniya azad hatin şermezarkirin
17:04 Parêzeran bi rojnamegeran re hevdîtin kir: Delîlên li maleke din ji bo rojnamegeran nivîsandin
16:36 Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin
16:31 Parêzer û malbatan bertek nîşanî mutalaaya dozger dan
16:08 Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir
16:07 Telefona kesê bombevan anîne hatiye guhdarkirin
15:44 Sendîka li Taksîmê ne: Em biryara walîtiyê nas nakin
15:42 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt: Qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin
15:32 Serdegirtina studyoyên televizyonê ser daxwaza Fransayê pêk hatiye
15:24 Polîsan li Êlihê bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin
13:57 Di Doza Komkujiya Garê de ‘sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin
12:25 Dema binçavmayînê ya rojnamegeran hate dirêjkirin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
12:09 Ji bo Qirkirina Ermenan banga ‘hevrûbûnê’ hat kirin
12:08 Li Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket
11:11 Li Mereşê zarokek hate qetilkirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
11:08 Li Dêrsimê 2 kes hatin girtin
10:43 Gundên Şehba û Minbicê tên bombebarankirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart