Qeyûm şaredariya Colemêrgê dı bın deynan de hiştiye 2019-05-21 10:09:00 COLEMÊRG - Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman diyar kir ku qeyûm şaredariya wan bi qasî 2017 milyon TL'yî kiriye bin deyn û ji ber vê yekê dibe ku di razana mûçeyên karkeran de zehmetî bikişînin.   Wezareta Karên Hundir di navbera salên 2016-2017'an de Şaredariya Colemêrgê jî di nav de qeyûm tayînî 97 şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) kir. Wezaretê di 11'ê Îlona 2016'an de Cîgirê Waliyê Colemêrgê Cuneyt Epcîm tayînî Şaredariya Colemêrgê kir. Qeyûm Epcîm ku nêzî 2 sal û nîvan şaredariyê bi rê ve bir di Hilbijartina 31'ê Adarê de ji aliyê AKP'ê ve wek namzet hat nîşandan. Di hilbijartinê de Epcîm têk çû û namzetên HDP'ê Seher Kadîroglu Ataş û Cîhan Karaman wek hevşaredar hatin hilbijartin. Piştî ku şaredarî ket destê HDP'ê derket holê ku qeyûm Epcîm şaredariyê bi qasî 2017 milyon TL'yî kiriye bin deyn. Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman têkildarî têildarî mijarê axivî û diyar kir ku ji ber deynên qeyûm dibe ku di paşerojê de di razandina mûçeyên karkerên şaredariyê de zehmetiyan bikişînin. Karaman anî ziman ku şaredariyeke têk çûyî dewr girtine û wiha got: "Di bin rêveberiya qeyûm de tenê pere li alîgiran hatiye belavkirin û paşeroja gelê Colemêrgê hatiye dizîn."   'BI GUHERTUNA REMZA ŞAREDARIYÊ DEST BI RÛXANDINÊ KIRINE'   Karaman da zanîn ku roja qeyûm hatiye tayînkirin bi guhertina remza şaredariyê dest bi rûxandinê kiriye û ev tişt got: "Qeyûm çand û remza vî gelî nas nekiriye. Berê di remza me de pez kofî, çiyayê simbil, xalîğçeya Colemêrgê û şilêr hebûn. Lê niha tenê rengê firûze (turkuaz) ku yekperestî û netewperestiyê temsîl dike heye. Em dikarin bibêjin ku di vê pêvajoyê de qeyûm tenê ji berjewendiyên şaredariyê ji xwe bi kar aniye. Dema em destpêkê hatin şaredariyê me dît ku dabînin şaredariyê yên 3 salan di 2 mehên pêşîn de hatine xerckirin. Yanî dabîne 3 salan ji alîgiran re hatiye pêşkêşkirin. Em di vê mijarê de gelek zehmetî dikişînin. Niha ku em bixwazin ji gelê Colemêrgê re tiştekî bikirin, ji ber ku dabîna me tuneye, em nikarin bikirin. Ji ber vê yekê me ji Wezareta Karên Hundir dabînên rast e rast xwest. Qeyûm mal û milkê şaredariyê bi awayekî zêde texrîb kiriye û şaredariyê kiriye bin deyn deyn. Lê em ê dîsa jî bi ser van pirsgirêkan de biçin û bi ser kevin."    'MÎNAKÊN NELIRÊTIYÊ'   Karaman mînakên karên şaş ên hatiye kirin wiha rêz kir: "Qeyûm li vir ji bo zelexaneyê bînayek çêkiriye lê berî ku bê vekirin binyata wê rûniştiye. Ji bo ku mutehît xesar neke îhaleya avê ne li gorî qanûnan ji rêze ve hatiye kirin û şertnameya îhaleyê hatiye binpêkirin. Li gorî plansaziyê di encama îhaleyeke ku biqede de divê di nav 24 saetan de av bê berdan lê mixabin em niha jî di xetên xwe yên kevn de avê ber didin. Me ekîbeke ku îhaleya av û qenalîzasyonê lêkolîn bike ava kir. Em ê nelirêtî û hîleyên ku di vê îhaleyê de hatine kirin dê bibin darazê. Di rapora faaliyetê de ji bo zarokên ku hê bûne hezar û 400 TL seta zarokan hatiye kirîn. Lê li gorî lêkolînên me ev set bi 145 û 300 TL'yî jî tê kirîn. Di vir de nelirêtiyek mezin heye. Dîsa çadira meha Remezanê jî îstîsmar kirine. Ji bo çadira ku mehek sazkirî maye, milyon û 200 hezar TL mesrefa xwarinê derxistine. Ji bo mitînga serokkomar jî ji vîncekî re 19 hezar TL mesref derxistine."   Karaman destnîşan kir ku qeyûm şaredariya wan bi qasî 207 milyon TL'yî kiriye binî deyn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji ber vî deynî em vê meh^ekaribin mûçeyên karkerên xwe bidin jî dê meha bê em ê di razandina mûçeyên karkerên xwe de zehmetî bikişînin. Ji ber vê rewşê em niha ji bo şaredariyê di nav hewldanên avakirina alternafînan de ne. Bila gelê me rehet be, li gel van hemû tundî û zehmetiyan jî em ê bi ser kevin. Tenê weke ku heta niha çawa me tenê nehiştine bila ji niha şûn ve jî me tenê nehilin."