ÊLIH – Li navçeya Sasonê Gulên Şilêran Zozanê Şilekê xemiland. Welatiyên ji bo seyranê tên Zozane Şilekê piştî rêwîtiyek zor û zahmet wan bi nebat û Şilêrên xwe yên rengîn pêşwazî dike.
Li erdnîgariya Mezopotamya di nava 20 salên dawî de herî zêde îsal baran bariya. Piştî barana zêde gelek nebat, gul û kulîlkên rengîn deşt û zozan xemilandin. Li zozanên bilind ên Çiyayê Sazonê Şilêr, bukanî û kulilkên cuda mêvanên xwe bi reng û bêhna xwe pêşwazî dike. Şilêrên ku li Zozanên bilind ên herêma Wan, Colemêrg, Mereş, Mûş, Dersîm, Semsûr û gelek bajarên Kurdistanê di demsala Nîsan û Gulanê geş dibin li Zozanê Şilek ê Sasonê jî xweza xemiland. Şilêren ku li Çiyayên Mereto, Helkis û Singuturê di meha Gulanê de kulîlkan vedikin, bi rengê xwe mêvanên xwe pêşwazî dikin. Çiyayên Sason, Mereto û Helkisê, welatiyên ku tên li vir seyranê dikin, piştî rêwîtiyek dûr, zor û zahmet bi behna xweş û rengê geş wan pêşwazî dike. Zozanê Şilekê ku bilindahiya wî 2 hezar û 500 metre ye, piştî rêwîtiya 45 kilometre ya rêya çiyê bi rengê Şilêran mêvanê xwe hembêz dike. Di rêwîtiya zor û zahmet de gelek nebatên cuda bi bêhn û renge xwe yên geş silav dide mêvanên xwe.
MA / Metîn Yoksu