* 4 girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê ya tê gotin ji bo girtiyên nexweş hatiye avakirin, ji ber zext û tundiyan sewqa xwe xwestin. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê Zafer İncin, diyar kir ku ev girtîgeh êdî ji bo girtiyên nexweş talûke ye. Încîn, anî ziman ku şertên vê girtîgehê ji yên girtîgehên din girantir e.
* Li navçeya Sasonê Gulên Şilêran Zozanê Şilekê xemiland. Welatiyên ji bo seyranê tên Zozane Şilekê piştî rêwîtiyek zor û zahmet wan bi nebat û Şilêrên xwe yên rengîn pêşwazî dike.
* 9 karkerên ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Aydinê bi hinceta endamên sendîkayê ne ji kar hatin dûrxistin, pişti çalakiya rûniştinê ya 317 rojan, bi armanca dengê xwe bilintir bikin wê ji Aydinê bimeşin Enqereyê.
* Remziye Bayram a ji bo kurê xwe Şîrin Bayram ê 23 sal berê hat windakirin li kolana ye, niha jî ji bo bibe dengê neviyê xwe yê li dijî tecrîdê di gevra birçîbûnê de ye li Parka Koşuyolu têdikoşe.
* 15 jin li Dersîmê bi avakirina kargeriya "Hilberina Nanê Sêlê" hem bûn karsaz, hem bûn karker û hem jî bûn hilberîner. 15 jinan bi piştgiriya komeleyek li Almanyayê, kargeriya "Hliberina Nanê Şikeva" vekirin û dest bi hilberînê kirin.
* Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Habîp Eksîk, diyar kir ku Walîtiya Erdexanê, bi qedexeya zozanan gelê Îdirê tecrîd dike û wiha got: "Li vir tenê debara gel sewalkarî ye. Bi vê qedexeyê sewalkarî tune dibe."
* 21 Dayikên Laçik Spî yên li Navenda Giştî ya HDP'ê ya li Enqereyê ji bo zarokên xwe di nobetê de ne, wê îro MAZLUMDER, DAD, Komeleya Çanda Pir Sultan Abdal û Federasyona Alevî Bektaşiyan ziyaret bike. (11.30-14.30)
* Dayikên Laçik Spî yên ji bo piştgiriyê bidin zarokên xwe yên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, wê îro dîsa li qadên Parka Koşuyolu ya Amedê, Girtîgeha Tîpa L a Bakirkoy, Girtîgeha tîpa M a Gebze, Qada Esenyurtê, Parka Îsmet Înonu ya Edeneyê nobetê bigirin. (12.00-19.00)
* Danişîna xebatkarên Rojnameya Ozgur Gundem a bi KHK'ê hat girtin, wê li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (15.30)