ENQERE – Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, serdegirtina kawişên girtiyan ên li Girtîgeha Kandira, Bakirkoy û Şakranê ku hefteyaborî pêk hat ji Wezîrê Dadê pirsî.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Zuleyha Gulum, serdegritina kawîşan a li Girtîgehên Kandira, Bakirkoy û Şakranê bir rojeva meclîsê û xwest Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul bibersivîne.
Gulum, ji bo wezîr Gul bibersivîne ev pirs pirsîn:
* Agahiya we ji îhlalên li Girgîhenên Kandira, Bakirkoy û Şakranê kheye? Wezîra Dadê der barê berpirsiyaran de tu lêpirsîn daye destpêkirin?
* Tê gotin ku radyo, saet, name û pirtûkên aydî gritiyan di lêgerîn û serdegirtinê de desteser kirine. Ev rast e? Ger ku rast be sedema desteserkirina alavên şexsî çiye?
* Li Girtîgehên Kandira, Bakirkoy û Şakranê ev pêkanînên li dijî girtiayn tu eleqeya wê û greva birçîbûnê bi hev heye?
* Tê gotin ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoy di lêgerînê de jinên girtî ji aliyê gardiyanên mêr ve hatine derbkirin. Ev rast e? Ger ku rast be der barê van kesan de lêpirsîn hatiye vekirin?
* Jinên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ku rastî lêdanê hatin, di kontrola tenduristiyê re hatin derbaskirin? Agahiyên di destê we de çine?
* Ji bo li van girtîgehan dubare mafên mirovan neyên binpêkirin tedbîrên we çine?