EDENE - li Edeneyê di serdegirtina malan a hemwaxt de gelek hatin binaçvkirin.
Li Edeneyê di saetên serê sibehê de polisan bi awayekî hemwaxt bi ser gelek malan de girt. Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ve hat destpêkirin de, polisan malan qul bi qul di lêgerînê re derbas kirin û gelek binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin polisan ew birin Miduriyeta Polisan a Edeneyê. Hinceta operasyonê nehat hînbûn.