AMED - Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Halîs Yerlîkaya diyar kir ku ji ber şert û mercên girtîgehê, serdegirtina koguşên çalakgerên greva birçîbûnê bandoreke neyînî li tenduristiya çalakgeran kiriye.
Çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, didome. Beriya çend rojan li Girtîgeha Tîpa D a Amedê bi ser kogûşên çalakgerên greva birçîbûnê de hat girtin. Di vê serdegirtinê de çalakger rastî tundiya fizîkî hatin û radyo, pênûs, lênûsk, name, pirtûk û nîşeyên wan ên xebatê hatin destserkirin. Endamê Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîjkên Tirkiyeyê Halîs Yerlîkaya têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û diyar kir ku ji ber şert û mercên girtîgehê serdegirtinan bandoreke neyînî li tenduristiya girtiyan kiriye.
'ARMANCA SERDEGIRTINAN JÊVEGERANDINE'
Yerlîkaya bi bîr xist ku li girtîgehên ku çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê li wan didome tundiyên mîna cezayê hucreyê, tundiya fizîkî, tacîz, cezayên dîsiplînê, jimartina li ser pêya, qedexekirina telefon û hevdîtinê, hevdîtina girtiyan a bi hev re û ferzkirina devjêberdena çalakiyê li çalakgeran tê ferzkirin. Yerlîkaya destnîşan kir ku armanca tundiya rêveberiya girtîgehê û gardiyana ya li hemberî çalakgeran jêvegerandina çalakiyê ye û wiha got: "Bi vê yekê tê xwestin ku hestên dijderketin û bêparastin û bêçaretiyê bi çalakgeran re bidin afirandin."
'JI HÊLA TENDURISTIYÊ VE DÊ NEYÎNIYÊ BI XWE RER BÎNE'
Yerlîkaya bal kişand ser şert û mercên girtîgehan û ev tişt anî ziman: "Ji ber şert û mercên girtîgehan, serdegirtinên kogûşan ji hêla fizîkî û derûnî ve bandoreke neyînî li çalakgeran dike, tirs û gumanê bi wan re ava dike. Heke şert û mercên girtigehan û dema dirêj a çalakiyan bê nirxandin, ji bo çalakgerên ku jêbexşandibûna wan qels bûye ji hêla tenduristiyê ve bandoreke neyînî dike.