ÇEWLÎK - Li Navçeya Kanîreşê ya Çewlikê TIR'a ku sewal bar kiribûn qulipî. Di qezayê de 30 mih mirar bûn.
Li Navçeya Kanîreşê ya Çewlikê TIR'a ku sewal bar kiribûn qulipî. Di qezayê de 30 mih mirar bûn. Qeza duh li Geliyê Herdo rûda. TIR'a ku 200 mih ji Amedê bar kirin û dibirin Navçeya Çadê ya Erziromê di rêde qulipî. TIR'a ku ajokariya wê Beşir Akbulut dikir û plakeya wê 33 NZT 57 bû, piştî qulipî ajokar Akbulut birîndar bû û ji 200 mihên di TIR'ê de 30 mih mirar bûn.