STENBOL – Vesîsa girtiyê nexweş Menderes Leyla yê li Girtîgeha tîpa F-1 a Tekirdagê girtî ye, Hatice Onaran, diyar kir ku ew bi maşîna tîpa hucre ku berê dixwestin girtiyan bi wan bibin nexweşxaneyê birin qada hevdîtinê.
Vesîsa girtiyê nexweş Menderes Leyla yê li Girtîgeha tîpa F-1 a Tekirdagê girtî ye, Hatice Onaran, diyar kir ku dema di 13'ê Gulanê de çû ziyareta girtî, rayedarên girtîgehê ew bi maşîna tîpa hucre birin qada hevdîtinê û wiha got: "Berê em bi dolmîşan dibirin qadê. Lê di vê hevditina dawî de yekem car em bi vê maşîna tîpa hucre birin qadê." Onaran, da zanîn ku di 13'ê Gulanê de çû Girtîgeha Tekirdagê û wiha axivî: "Di ketina Saziya Înfazê ya Ceza ya Tekîrgadê de piştî kontrolê em li benda dolmîşê rawestiyan. Berê em bi dolmîşê diçûn qada hevdîtinê. Lê vê carê maşîna biçûk a tîpa Kargo hat. Dema ez nêzî maşînê bûm, ajokar ji parêzerê tenişma min re got 'Parêzer beg tu jî hatiye hevdîtinê? Tu diçe kijanê? ji min pirsî. Piştre parêzer li pêş suyar bû û min jî li navberê suyar kirin. Piştî ez li maşînê suyar bûm min fam kir ku ev maşîneya ku girtiyên nexweş lê bar dikirin û dibirin nexweşneyê ye. Hem bê hewa bû û hem jî dişibiya qefesê. Dema ez li maşînê suyar bûm, min ji ajokar re got Hûn bi vê maşînê dibin? Lê tiştek negot. Min fam kir ku ez nayêm bihîstin."
Onaran, anî ziman ku ne pêkan e girtiyên nexweş di vê maşîneyê de nefes bistînin û wiha axivî: "Dema min serê xwe rakir li ser lewhayê 10 qulik hebûn. Nêviyên wan girtî bûn. Li pişt wan esker hebûn. Ew jî bi camê girti bûn. Li cihê ku ez lê rûniştibûm bi tu awayî hewa nayê stendin. Girtiyekê ku pirsgirêka wî ya tenduristiyê hebe nikare dem dirêj li wir bimîne."
Onaran, destnîşan kir ku li gel ew ziyaretvan bû jî rastî muameleya girtiyan hat û wiha berdewam kir: "Dema maşîne rawestiya min xwest dakevim. Dema min xwest derî vekim, derî venebû. Ji ber ku derî kilîtkirî bû. Diviya bû ajokar dakeve û li derve bi kilîtê derî veke. Ez ziyaretvana girtiyê nexweş bûm, lê muameleya girtiyan bi min kirin. Îdareya Girtîgeha Tekirdag û Wezareta Dadê bi vê yekê kras3e sûcdariyê li min kirin. Dema ez çûm min ji yaredaran re got û min diyar kir ku ezê serledana sûc bikim. Sala par Leyla bi heman maşineye birin nexweşwaneyê. Ez ji salên 2002-2003’an ve diçim girtîgeha Tekîrdagê. Piştî darbeya 15'ê Tîrmeha 2016’an, serwîs xistin rojevê. Berê maşineyên girtîgeha Tîpa T1 ve T-2 maşîne hebûn. Lê em bi meşê diçûn Tîpa F’yê. Piştî darbeyê em jî bi maşîneyan birin. Lê hêj bi meşê diçin F2’yan. "
Onaran, anî ziman ku wê têkildari mijarê serlêdana sûc bike.
MA / Sadiye Eser