MÊRDÎN – Bavê 3 girtiyên li dijî tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, Abdülkadir Çalhan, bang li hikûmetê kir û got: "Dest ji vê xapandinê berdin. Êdî bes e. Gavan bavêjin û tecrîdê rakin."
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 194 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye. Pişti Guven dest bi grevê kir li derve û girtîgehan bi hezanan kurd bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Ji ber ku hikûmetê daxwaza girtiyan pêk neanî 30 girtiyên ku berê di grevê de bûn, çalakiya xwe veguherindin rojiya mirinê. Malbatên girtiyan ji bo daxwaza zarokên wan pêk bê li qadan bang li rayedaran dikin ku hiqûqa xwe pêk bînin û tecrîdê bi dawî bikin. Yek ji van malbatên ku 3 zarokên wan girtî di grevê de ne malbata Çalhan e. Ji malbata Çalhan
Sinan Çalhan ê 28 salî, Bunyamin Çalhan ê 25 salî û Mahsun Çalhan ê 22 salî yên girtî di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Sînan Çalhan di sala 2010'an de hat girtin û rastî 21 sal ceza hat. Sînan niha li Girtîgeha Tîpa F-1 a Kandira girtî ye. Sînan di 26'ê Çile de dest bi grevêkir û niha 115 rojin di greva birçîbûnê de ye. Mahsun Çalhan di 2014'an de hat girtin û rastî 18 sal ceza hat. Mahsun niha li Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê ye. Mahsun Çalhan di 2'ê Sibatê de dest bi grevê kir û 108 rojin di grevê de ye. Bunyemîn Çalhan jî di sala 2015'an de hat girtin û rastî 12 sal ceza hat. Çalhan niha li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtî ye. Bunyamin Çalhan jî di 1'ê Adarê de dest bi grevê kir û 81 rojin di grevê de ye.
‘DAXWAZA ZAROKÊN ME PÊK BÎNIN'
Ji ber ku 3 bira di girtîgehên cuda de ne, malbata Çalhan nikare bi rêk û pêk biçin ziyareta zarokên xwe û car caran diçin ziyaretê. Malatê anî ziman ku zarokên wan di çalakiya xwe de bi biryarin û ji hikûmetê xwest demek berî demekê gavên çareseriyê bavêjin. Bav Abdulkadîr Çalhan, anî ziman ku herî dawî kurê xwe yê li Girtîgehae Kandirayê Sinan 45 roj berê, kurê xwe yê li Girtîgeha Kayseriyê Mahsun 2 meh berê dîtiye û wiha got: "Hin caran ji ber ku rêveberiya girtîgehê wan ceza dike û agahiya me ji cezayên wan çênabe, dema em diçin ziyaretê, ji ber ceza em nikarin wan bibînin û bêyî ku em wan bibînin em vedigerin."
‘BILA KES JI ME NEXAZE EM LI MALÊ RÛNÊN
Bav Çalhan, destnîşan kir ku zarokên wî di çalakiya xwe de bi biryar in û wiha berdewam kir: "Daxwaza zarokên min di heman demê de daxwaza min e. 6 meh di ser vê çalakiya greva birçîbûnê re derbas bû. Êdî bes e. Bila hikûmet daxwaza zarokên me qebûl bike û tecrîdê bi dawî bike. Bila pêvajo bi aramî, demokratîk û tenduristiyê pêş bikeve. Dema zarokên me di greva birçîbûnê de bin em nikarin li mala xwe aram rûnên. Bila kes ji me nexwaze ku em li mala xwe rûnên. Em dixwazin demek berî demekê tecrîdê bi dawî bikin. Ma heta kenî ev tecrîdê bidome.
‘DEST JI MIJÛLKIRINÊ BERDIN
Bav Çalhan daxuyaniya Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul a "Qedexeya li pêş hevdîtina bi Ocalan re rabûye" jî bibîr xist û wiha bi dawî kir. "Ger ku qedexe rabûbe çima destûr nadin ku parêzer biçin hevdîtinê. Dibêjin tecrîd bi dawî kiriye. Ka çawa tecrîd rakirine? Her tişt ji bo hilbijartinên Stenbolê ne. Heta ku ji dil tecrîdkirina Ocalan bi dawî nebe, zarokên me wê çalakiya xwe ya grevê berdewan bikin. Hêj li benda çine. Em dixwazin êdî hikûmet me mijûl neke û ne xapîne. Em dibêjin êdî bes e, bila aştî pêş bikeve."