* Remzîye Umutgan a 12 rojin li avahiya HDPê ya Rihayê di çalakiya nobetê de ye û hevjînê wê Mustafa Umutgan ê 26 salin girtî, xwest herî her tiştî tecrîd bi dawî bibe.
* Bavê 3 girtiyên li dijî tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, Abdülkadir Çalhan, bang li hikûmetê kir û got: "Dest ji vê xapandinê berdin. Êdî bes e. Gavan bavêjin û tecrîdê rakin."
* Li Amedê Dayikên Laçik Spî ji bo dengê zarokên xwe yên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de bilind bikin, 20 rojin tevî hemû astengiyên polîsan diçin Parka Koşuyolu û bang li hikûmetê û hêzên muxalif dikin ku gavan bavêjin. Yek ji van dayika girtiyan jî Rabia Ataş e. Ataş a her roj diçe qatê, sedema çalakiyê wiha vegot: "Ger ku em bêdeng bibin wê zarokên me li girtîgehan bimirin."
* Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiriye, di roja 194'emîn de didome. Rojiya mirinê ya 30 girtiyên li girtîgehên cuda dest pê kiriye jî didme. Rojiya mirinê ya koma yekemîn di roja 21'an de didome.
* Vesîsa girtiyê nexweş Menderes Leyla yê li Girtîgeha tîpa F-1 a Tekirdagê girtî ye, Hatice Onaran, diyar kir ku ew bi maşîna tîpa hucre ku berê dixwestin girtiyan bi wan bibin nexweşxaneyê birin qada hevdîtinê.
* Polîsan Azad Aktaş ê 17 salî ku dema diçû malê binçavkirin û birin TEM'ê, derb kirin, gef lê xwarin û piştre xwestin bibe sîxur.
* Nobet û çalakiya dayikên ku zarokên li girtîgehan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de li kolanan û avahiyên HDP'ê berdewam dikin. Dayikên Laçik Spî wê îro jî çalakiyên xwe li Gebze, Bakirkoy, Esenyurt, Edene, Amed û gelek bajarên din berdewam bikin. (12.00)
* Li Amedê saziyên çanda Kurd wê têkildarî çalakiya greva birçîbûnê li avahiya Şanoya Bajar a Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (10.00)
* Dayikên Laçik Spi yên zarokên wan di greva birçîbûnê de ne, bi armanca balê bikişînin ser daxwaza zarokên xwe çalakiya xwe li Navenda Giştî ya HDP'ê ya Enqereyê berdewam dikin. Dayik wê îro navenda Giştî ya KESK, TÎHV û Komeleya Hacı Bektaş Velî ziyaret bikin û piştre li avahiya ÎHD'ê civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00-17.00)