COLEMÊRG - Resûl Arslan ku li girtîgehê ketibû greva birçîbûnê, piştî hat berdan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li malê didomîne, anî ziman ku li girtîgehê girtî moralê herî mezin ji berxwedana dayikan digirin.
Resûl Arslan ku piştî 7 sal û 6 mehan hat berdan, çalakiya xwe ta greva birçîbûnê ku li girtîgehê dest pê kiribû nha 57 roj in li malê didomîne. Arslan, got: "Wê ev ebrxwedan bi ser bikeve û tecrîd bi dawî bibe."
Arslan, di sala 2012'an de hatibû girtin û di 3'yê Gulanê de ji Girtîgeha Tîpa H a Erziromê derket.
Arslan, anî ziman ku li girtîgehê şert û merc pir xirab in. Arslan, diyar kir ku ji ber pêkanînên îdareya girtîgehê ji îşkence û muameleyên kirtê bigire heta astengkirina mafê tenduristî, pêwendî û ragihandinê gelek pêkanîn hene. Arslan, got: "Lê belê girtiyan tu carî ji berxwedana xwe bi paş ve gav neavêtiye."
'MORALÊ WAN BAŞ E'
Arslan, diyar kir ku piştî salên dûr û dirêj haiye berdan û ji bo grevên birçîbûnê û rojiya mirinê yên li girtîgehan got: "8 sal in Birêz Ocalan tê tecrîdkirin. Girtî ji bo balê bikişînin ser tecrîdê ketin greva birçîbûnê. Her diçe tenduristiya wan xirab dibe. Zihîf bûne, çavê wan xera bûne, gêja wan diçe, nikarin rakevin... Lê belê dîsa jî moralê wan pir baş e."
'MORALA HERÎ MEZIN BERXWEDANA DAYIKA YE'
Arslan, destnîşan kir ku li girtîgehan girtî morala herî mezin ji berxwedana dayikan digirin. Arslan, anî ziman ku êrîşên li ser dayikan bû sedema mezinbûna berxwedana me û got: "3 demsal in greva birçîbûnê didome. Grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ji bo bidawîbûna tecrîdê ye. Ev çalakî biryardarîbûna girtiyan nîşan didin. Wê ev berxwedan bi ser bikeve û wê tecrîd bi dawî bibe."