STENBOL - Hanim Tosûn ku hevjînê wê Fehmî Tosûn di binçavan de hat windakirin, bal kişand ser têkoşîna ji sala 1995'an ve û got: "Çawa ku Dayikên Plaza De Mayo 42 sal in Qada Pêncşemê diparêzin, em ê jî Qada Galatasarayê bistînin. Em ê li wir peykerê Dayikên Şemiyê bi cih bikin."
Xizmên windayan bi salan e ji bo xizmên xwe bibînin û kiryarên wan bên dîtin têdikoşin. 17-31'ê Gulanê ji bo Dayikên Şemiyê û Dayikên Plaza De Mayo yên Arjantînî wekî "Hefteya Têkoşîna Navnetewî ya Li Dijî Windayên Di Binçavan De" hat qebûlkirin. Li Tirkiyeyê xizmên windayan ji 27'ê Gulana 1995'an ve li Qada Galatasarayê têdikoşin û li aqûbeta xizmên xwe dipirsin. Lê belê di 25'ê Tebaxa 2018'an de di hefteya 700'emîn a dayikan de Qada Galatasarayê ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî hat qedexekirin. Piştî dayikan got çi dibe bila bibe ew ê biçin Qada Galatasarayê, polîsan mudaxileyî wan kir û gelek eksan binçav kirin. Piştî vê yekê Dayikên Şemiyê her hefte li ber Şaxa ÎHD'a Stenbolê çalakiya xwe li dar dixin.
Yek ji xizma windayan jî Hanim Tosûn e. Hevjînê wê Fehmî Tosûn, di 19'ê Cotmeha 1995'an de di binçavan de hat windakirin. Hanim Tosûn, bal kişand ser têkoşîna xizmên windayan ku ji sala 1995'an ve didome, bilêv kir ku ji ber çalakiyên wan hatine astengkirin gelek caran hatine binçavkirin û bi erdê ve hatine kişandin. Tosûn, destnîşan kir ku lê dîsa jî dev ji çalakiya xwe ya rûniştinê bernedane û got: "Pêşî malbata Hasan Ocalak û Ridvan Karakoç dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Piştî çend meha ez jî tev li wan bûm û her hefte em çûn meydanê. Ev ji bo me pir girîng bû. Beriya wê meydanê her roj mirov dihatin binçavkirin û windakirin. Lê piştî Dayikên Şemiyê rûniştin, êdî kes nehat windakirin. Ji xeynî wê meydanê goristanek, meydaneke ku em biçinê û dengê xwe bilind bikin tune bû. Me li Galatsarayê dengê xwe ragihand cîhanê."
‘ME PIR LI BER XWE DA'
Tosûn, anî ziman ku di salên ewilî de dewletê wesayît dianîn qadê û ji wesayîtan anons dikirin û digotin "Werin, ji bo windayên xwe serî li me bidin". Tosûn, got: "Ji hêlekê ve bi copan li me diddan, gaz davêtin me û em binçav dikirin, ji hêelkê ve jî digotin 'Werin em windayên we bibînin.' Paşê xwe li nedîtinê danîn." Tosûn, bi bîr xist ku di sala 1999'an de wan navber daye çalakiya xwe û got: "Em li ÎHD'ê kom dibûn. Berî em bigihên meydanê me bi erdê ve dikişandin. Wexta di dest me de wêneyek an jî materyalek din hebûna me vedişart. Polîsan em nas dikirin. Loma li kuderê bidîtana li wir em digirtin. Carinan em li texsiyan siwar dibûn, ji bo em biçin meydanê. Lê ew jî asteng dikirin. Em nikaribûn ji deriyê ÎHD'ê jîd erên. Çimkî ew der jî girtibûn. Me pir li ber xwe da, lê pitşî demekê em mecbûr man navberê bidin çalakiya xwe."
‘ME RUYÊ WAN Ê QIRÊJÎ DERXIST HOLÊ'
Tosûn, anî ziman ku di sala 2009'an de wan dîsa dest bi çalakiya rûniştinê kiriye û di hefteya 500'emîn û 600'emîn de bi deh hezaran kesî detek daye wan û got: "Wê çaxê her kes bi zext û zoriyan re rû bi rû dima. Nedihiştin deng ji kesî jîd erê. Lê belê Dayikên Şemiyê rûyê wan ê qirêjî derxist holê. Me ew rexne dikirin. Îktîdar ji vê nerazî bû. Loma di hefteya 700'emîn de mudaxileyî me kir."
‘EM Ê PEYKERÊ DAYIKAN BIÇIKÎNIN'
Tosûn, destnîşan kir ku çi dibe bila bibe ew ê li Qada Galatsarayê rûnên û got: "Çawa ku Dayikên Plaza De Mayo 42 sal in Qada Pêncşemê diparêzin, em ê jî Qada Galatasarayê bistînin. Em ê li wir peykerê Dayikên Şemiyê bi cih bikin. Em ê têkoşîna xwe ya mafdar bidomînin. Wê destê me di qirika dewletê de be. Em ê peykerê Dayikên Şemiyê li wê qadê biçikînin. Bila baş fêm bikin."
‘BILA ZAROK NEMIRIN, DAYIK NEGIRÎN'
Tosûn, diyar kir ku ew naxwazin dayik bigirîn û got: "Bila êdî zarok nemirin û dayik jî negirîn. Bila zarok nemirin ku kulîlkan ji dayikên xwe re bibin." Tosûn, xwest xizmên wan bên dîtin û kiryarên xizmên wan bên darizandin ûg ot: "Em cîhaneke wisa dixwazin ku bila ne kes bê binçavkirin ne jî li girtîgehan winda bibbin. Di vê hefteyê de jî birîna me xwînî dibe. Bila dewlet ji bo windayan gavina bavêje. Eger kiryar bên darizandin belkî hinekî dilê me rihet bibe. Dayikên arjantînî di dema vekirina meclîsê de pankarta li ser 'Hûn kujer in nikarin biaxivin' vekirin. Ew pankart ji bîra min naçe. Hêvîdar im wê roj were û kesê ev tişt anîn serê me bên darizandin û ehsab bidin van malbatan. Û hêvîdar im wê roj bê û em ê jî li nav çavên wan binerin û bibêjin 'Hûn kujer in, nikarin biaxivin.'"
MA / Sadiye Eser