AMED - Baroya Amedê di hefteya 176'an de çalakiya biranîna Tahir Elçî berdewam kir û bal kişand ser çalakiya grevên birçîbûnê û rojiya mirinê.
Baroya Amedê, di hefteya 176'emîn de, ji bo bîranîna Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî ku li ber Mînareya Çar Ling a Navçeya Sûrê hat kuştin, li pêş Edliyeya Amedê çalakî li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de endamên baroyê amade bûn. Alîkara Serokê Baroya Amedê Parêzer Gazal Bayram Kolûman axivî û dest nîşan kir ku heta faîlên Tahîr Elçî neyên dîtin ew dev ji vî karî bernadin û wiha got: "Em ê destur nedin dosyaya birêz Tahîr Elçî yê hat kuştin, bibe kiryarên ne diyar."
ÊRÎŞÊN LI DIJÎ DAYIKÊN LAÇIK SPÎ DILÊ HEMÛ BEŞÊN CIVAKÊ BIRÎN KIRIYE
Kolûman, bal kişand ser çalakiyê greva birçîbûnê û çalakiyên dayikên Laçik Spî ev tişt anî ziman: "Çalakiya grevên birçîbûnê ya 8'ê Mijdara 2018' an dest pê kir, îro bi nêzî 3 hezar girtiyan berdewam dike. 191roj li pey xwe hiştiye. 7 girtiyên di çalakiya grevên birçîbûnê de jiyana xwe ji dest dan. Di 30 Nîsanê de 15 girtiyên dest bi rojiya mirinê kir û 18 rojin di rojiya mirinê de ne. Koma duyemîn jî 8 roj in di rojiya mirinê de ne. Daxwaza çalakgeran ewe ku Abdûllah Ocalan jî wekî hemû girtiyan ji mafê xwe yê zagonî sudê bigre. Ji ber ku heta niha tu gav nayên avetin dengê li kolanan û beşên civakê didome. Dayikên ku zarokên wan di greva birçîbûnê de ye jî li çar aliyê welat çalakiyên xwe berdewam dikin. Lê mixabin kesên li welat zext û tundiyê pêş dixin berê xwe dane dayikan. Dîmenên êrîşa li dijî dayikên Laçik Spî dilê hemû beşên civakê birîn kiriye.
BERPIRSIYARA BIKEVE SER BAROYÊ WÊ PÊK BÎNE
Kolûman, destnîşan kir ku weke Baroya Amedê çi berpirsyartiya têkeve ser milê wan pê bi cih bînin û wiha lê zêde kir: "Ji bo ku daxwazên çalakgerên di grevên birçîbûnê de pêk bê, me weke baro, bi rêk û pêk bi saziyên fermî re hevdîtin kiriye. Dîsa Navênda me ya Mafên Jinan wê şopdarên lêpirsîna êrîşên li dijî dayikên çalakger yên Gebze, Êlih, Qoser û Amedê pêk hat bin. Dîsa Navenda me ya Jinan du roj berê, ji bo bêhuqûqiya li dijî dayika bi dawî bib Komisertiya Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê hişyar kir û xwest raporê amade bikin. Lê mixabin tevî van bangan dîsa li Silopiya êrîşî dayikan kirin. Em ê dîsa banga xwe ya saziyên navnetewî ku ji bo erka xwe pêk bînin berdewam bikin. Serokê Baroyê Cîhan Aydin, têkildarî grevên birçîbûnê û rojiya mirinê bi Serokên Baroyên herêmê, Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyê(TBB) Metîn Fevzîoglû û bi endamên lijneya rêveberiya TBB'ê bi serokê TBMM'ê Mûstafa Şentop re hevdîtin kirin. Em bang dikin ku mafê jiyanê pîroz e. Hêj kes nemiriye gavan bavêjin."
Piştî daxuyaniyê endamên baroyê 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê li dar xwistin û belav bûn.