STENBOL - Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê starta Hefteya Windayan a navbera 17-31'ê Gulanê, li cihê ku Rojnameger Cemal Kaşikçi lê hat windakirin dan. Parazvanên mafên mirovan pirsa "Windayên me li ku ne. Cemal Kaşikçi li ku ye?" pirsîn.
Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, bi minasebeta hefteya Windayan a Navneteweyî 17-31'ê Gulanê li pêş Sefaretxaneya Erebîstana Siûdî ya Stenbolê ku Rojnameger Cemal Kaşikçi lê hat windakirin daxuyaniyê da çapemeniyê. ÎHD'ê starta Heteya Windayan li cihê Kaşikçi lê hat windakirin da. Di daxuyaniyê de Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrıkulu, Seroka Şaxa Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TİHV) ya Stenbolê Umit Efe, Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî û xizmên windayan amade bûn.
LI TIRKIYE ZÊDEYÎ HEZAR WINDAYAN HENE
Ewil Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî axivî û wiha got: "Ji sala 1996'an heta niha me gelek bername ji bo windayan li dar xistin. Herî dawî dema me aqûbeta Rojnameger Cemal Kaşikçi yê hat windakirin pirsî, em carek din dixwazin balê bikişînin ser helwesta daraz û brokrasiyê. Li Tirkiye nêzî hezar windayan hene. Lê li gorî rapora Şaxa ÎHD'ê ya Amedê ya 2011'an, ev hêjmar pir pir zêde ye. Em mînaka polîtîkayên windakirinê yekem car di sala 1936'an de dibînin. Piştre Sabahattin Ali û di salên 1980'an û salên 1990'an de bi sedan kes hatin windakirin. Ji wê demê heta niha xizmên windayan li qadan li windayan digerin. Di ve mijarê de astengiya herî mezin bê cezakirina li darazê ye. Li Tirkiye hêj siyaset û daraz ji bo windayan ronî neke li ber xwe dide. Em ji bo kesên din winda nebe têdikoşin. Em dipirsin windayên me li ku ne? Cemal Kaşıkçi li ku ye?"
HETA HESABÊ WINDAYAN NEYÊ PIRSÎN DEMOKRASÎ PÊŞ NAKEVE
Seroka Şaxa TÎHV'ê ya Stenbolê Umît Efe jî diyar kir ku ew li gel kesên li dijî kesên li Tirkiye hatine windakirin têdikoşin cihê xwe digirin û wiha got: "Ev têkoşîn nîşan dide ku li Tirkiye heta hesabê windayan neyê pirsîn û qabûbeta wan ranî nebe, demokrasî nayê axa Tirkiyeyê."
LÊPIRSÎNEK ÇALAK TUNE
Parlamenterê CHP'ê yê stenbolê Sezgin Tanrıkulu jî ani ziman ku ji bo winda bên dîtin û hesab ji berpirsiyaran bê pirsîn li Tirikye lêpirsînek çalak huten û wiha got: "Ez parêzerê Fikri Ozgen im. Bi Torosên Spî binçav kirin. 22 salin agahî jê nayê girtin. Ji ber vê windabûnê DMME Tirkiye mahkum kir. Cemal Kaşıkçi jî demek nêzîk winda kirin. Ger ku darazê ji bo Fikrî Ozgen hesab pirsî bûya wê niha Cemal Kaşıkçi nehata windakirin. Di 2 salên dawî de me 22 welatiyên xwe winda kirin. Aqûbeta 7 kesan diyar bû. Aqûbeta 15 kesan hêj ne diyar e."
DEWLET BERPIRSIYAR E
Biraye Cemil Kirbayir ê di bin çavande windakirin, Mikail Kirkbayir jî wiha got: "Kî dibe bila bibe divê tu kes di bin çavdêrî û berpirsiyariya dewletê de winda nebe. Herî zêde em dizanin windabûn çiye. Em bêyî westan û rawestan têdikoşin. Ji bo winda bên dîtin. Cemal Kaşikçi li vir winda kirin. Dewlet berpirsiyarê vê yekê ye. Em dixwazin aqûbeta vê yeke jî bê dîtin û ronîkirin. Em dixwazin kujer bên darizandin.
Endama Komîsyona li Dijî Windayên di Bin Çavan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Sebla Arcan daxuyanî da û wiha got: "Bi wesileya hefteya windayan ji bo bi sedan sekên hatin windakirin bên dîtin û berpirsiyarê wan dên dîtin en li vir in. Em starta vê hefteyê li vir didin destpêkirin. Ji ber ku ev avahiya sefaretxaneyê cihê sûc e. Di 2'ê Cotmeha 2018'an de Rojnameger Cemal Kaşıkçi li vir hat windakirin.'