ENQERE - Hinceta fezlekeya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ve ji bo rakirina destnedayîna Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 191 roj in di greva birçîbûnê de ye hatibû amadekirin, sirûd û stranên kurdî ku li girtîgehê gotiye.
Beriya çend rojan 33 fezlekeyên ku ji bo rakirina destnedayîna hevserokên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temelî jî di nav de ji bo 20 parlamenterên HDP'ê û CHP'ê hatibûn amadekirin, ji Serokatiya Meclisê re hatibûn şandin. Li gel ku hê sond nexweriye û bi awayekî fermî bi dest parlamenterê nekiriye jî ji Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemergê Leyla Guven ku 191 roj in ji rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye re jî fezleke hatibû amadekirin. Fezleyeka ku ji Guven re hat amadekirin pêşkêşî Komîsyona ku ji endamên Komîsyona Makeqanûnê û Komîsyona Adaletê pêk tê re hat kirin.
Hinceta fezleyeka Guven ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ve bi angaşta "Propagandaya rêxistinê û pezindayîna sûc û sûcdar" hatiye amadekirin jî xwendin û gotina sîrud û stranên kurdî yên ku dema girtina wê ya li Girtîgehê Tîpa E ya Amedê ye.