RIHA – Polîsan serê sibê bi ser mala Endama SES'ê Sureyya Reşîtoglu Çiftçî ya bi KHK'ê îxrac kiribûn de girtin û binçav kirin. Reşîtoglu ya 7 mehin du canî ye ji Rihayê sewqî Semsurê kirin.
Polîsan serê sibê bi ser mala Endama SES'ê ya di sala 2016'an de bi KHK'ê ji kar hat avêtin Sureyya Reşîtoglu Çiftçi de girt û ew binçav kirin. Polîsan di serdegirtina mala Reşîtoglu de hemû alavên malê tev li hev kirin û piştre binçavkirin. Sedema binçavkirina Reşîtoglu nehat zanîn. Reşîtoglu ku zewiciye 7 meh ducanî ye. Reşîtoglu, birin Midûriyeta Polîsan a Rihayê.
Piştî bidawîbûna kar û barên wê yên li Miduriyeta Polisan a Rihayê, Çiftçî ji Rihayê derbasî Semsûr kirin. Hat hîn bûn ku Çiftçî li Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr tê girtin.