SÊRT - Li bejahiya navçeya Dihê şer û pevçûn derket cerdevanek jiyana xwe ji dest da.
Li bejahiya navçeya Dihê ya Sêrtê, bi beşdariya yekîneyên taybet û cerdevanan opoerasyon leşkerî hat destpêkirin. Di operasyona ku hat destpêkirin de di navbera hêzên operasyonê û HPG'iyan de şer û pevçûn derket. Di şer û pevçûnan de cerdevanên bi navê Mikaîl Kizil û Reşît Koçak birîndar bûn. Cerdevanên birîndar bi helîkopterê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê. Li nexweşxaneyê cerdevan Reşît Koçak jiyana xwe ji dest da.
Her wiha Wezareta Karên Hundir jî têkildarî mijarê daxuyaniyek da. Li gorî daxuyaniya wezaretê di şer û pevçûnan de 3 HPG'iyan jî jiyana xwe ji dest daye.