ENQERE – Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, êrîşa polîsan a duh li Sîlopiyê bir rojeva meclîsê. Îmîr bi daxwaza ku Wezîrê Dadê bibersivîne pirsname da Meclîsê. Îmir ji Wezîr pirsa “Waliyê Şirnexê bi kijan sedem û hincetê daxuyaniya çapemeniyê qedexe dike?" pirsî.
Dayikên ku zarokên wan di greva birçîbûnê dene û Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmir duh bi armanca balê bikişînin ser daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê li navçeya Sîlopî xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Polîsan bi ava şit êrîşî dakina û Îmir kirin. Îmir êrîşa polîsan a li dijî dayikan anî rojeva meclîsê. Îmir bi daxwaza ku wezîr Abdulhamit Gul bibersivîne pirsname da meclîsê. Îmîr ev pirs ji Gul pirsîn:
*”Polîsên ku mudaxaleya hişk li min û dayikên ku zarokên wan di grevê de ne kiriye wê bê tespîtkirin û der barê wî de wê lêpirsîn bê vekirin?
* Dayikên ku bi mehan in zarokên wan di grevê dene, xwestin bi daxuyaniya çapemeniyê daxwazên xwe bînin ziman û dengê xwe bidin bihîstin. Destûra vê yekê di destê kê de ye. Ger ku destûr nayê dayîn jî çima belgeya nivîskî der barê ve biryarê de tune ye?
* Destûrdayîna vê êrîşa li hemberî me wekî wezaretê hûn jî dibin şirîkê vî sûcî?
* Mafê civîn û daxuyaniyan ku bi zagonan û hiqûqa navneteweyî hatiye parastin bi çi hincetê tê asteng kirin. Ji bo dayikan bi kijan sedemê tê qedexekirin?
*Walî bi kijan hincet û sedemê vê yekê asteng dike. Bi kijan maf û hincetê êrîş dikin?"