MERSÎN – Li Mersînê polis bi telefonê li dayikên ku bi rojane ji bo zarokên xwe yên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de çalakiyan li dar dixin geriyan û xwestin biçin miduriyeta polisan. Polis gefa ku mûçeyên wan bibirin û wan jî bişînin cem zarokên wan li dayikan dixwin.
Li Mersînê polis bi telefonê li dayikên ku bi rojane ji bo zarokên xwe yên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de çalakiyan li dar dixin, digerin û dixwazin ku dayik biçin miduriyeta wan.
Dayika girtîyê bi navê Aydin Ogûz ku 92 roj in li Girtîgehê Gîresûnê di greva birçîbûnê de Kadriye Ogûz diçe miduriyeta polisan û li miduriyetê rastî gefên sosret ên polisan tê. Dayika Kadriye bi van gotinan qala van gefan kir: Destpêkê van “Hûn çima diçin çalakiyan? Hûn nizanin ku qedexe ye? Kî we tîne wir? Hinek we li wir kom dikin? pirsan ji min kirin. Min jî got ku kes me li hev kom nake, em bixwe tên, tenê ne ji bo zarokên xwe ji bo her kesî tên. Li ser van gotinên min ji min re got ku heke hûn wiha bikin, em ê we jî bişînin cem zarokên we.”
GEFA BIRÎNA MÛÇE XWARIN
Dayika girtiyê bi navê Mahmût Kaygan ku 78 roj in li Girtîgeha Tîp T a Tarsûsêdi greva birçîbûnê de Fatma Kaygan jî dema ku diçe miduriyeta polisan rastî van gefên polisan tê: “Zarokên we hatine xapandin. Hun jî tên xapandin. Em ê mûçeyê te bibirin.” Dayika Fatma bersiva xwe ya ku daye polisan jî wiha anî ziman: “Ne em û ne jî zarokên me nehatine xapandin. Hûn dixwazin mûçeyê min dibirin bibirin, ez ê dîsa biçim çalakiyan. Bila daxwazên zarokên me bên bersivandin. Rêyeke ku em karibin serî lê bidin nîşanî me bidin em biçin wir.
MA / Ergin Çağlar