ENQERE - Sekreterê Yekîtiya Tabîban a Cîhanê (WMA) Dr. Otmar Kloiber, bal kişand ser tecrîdkirina li Îmraliyê û wiha got: "Divê tecrîd bi dawî bibe. Ji bo tenduristiya çalakgerên di gervê de bên kontrolkirin divê bijîşkên serbixwe biçin girtîgehê û çavdêriyê bikin. Em ji bo Ocalan rêgezên Nelson Mandella pêşniyar dikin."
Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Tabîban a Cîhanê (WMA) Dr. Otmar Kloiber, têkildarî tecrid û greva birçîbûnê ya hezaran girtiyên siyasî ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Dr. Otmar Kloiber diyar kir ku tecrîd bi xwe re gelek pirsgirêkên fîzîkî, biyolojîk û derûnî ava dike û wiha got: "Bi taybetî ev tecrîda drêj li ser derûniya mirov bandorên pir neyînî ava dike. Tecrîd îşkence û muameleya gran e. Ji ber ve yekê Neteweyên Yekbûyî (NY) sînorê tacrîdê li gorî rêgezên Nelson Mandella pir zelal aşkere kiriye. Em jî wekî Yekîtiya Tabîban ve yekê pêşniyar dikin. Em ji hemû hikûmetan û rayedarên girtîgehan dixwazin ku li gorî prensip û rêgezên Nelson Mandella tev bigerin. Divê her kes hurmetê nîşanî mafê girtiyan bide. Bila cezayê hatiye dayîn nekin îşkence û bi vî cezayî mirovan kêm nexin. Divê mirov bi mirovên din re di nava ragihandinê de bin. Divê bi mirovên din re di nava têkiliyê de bin. Hemû rêgez û pîvan di nave roka pîvanên Nelson Mandela de hatine diyarkirin.
DIVÊ HEYETA SERBIXWE YA BIJÎŞKAN BIÇIN GIRTÎGEHAN
Dr. Kloiber, xwest ji bo kontrola tenduristiya girtiyên di grevê de heyetên serbixwe biçin girtîgehan û wiha got: "Divê destûr bidin ku TTB û odeyên me karibin heyetên serbixwe ava bikin û biçin li girtîgehan kontrol bikin. Klavûza prensîban a greva birçîbûnê ku Yekîtiya Tabîban a Cihanê amade kiriye heye. Divê bijîşk kesen di grevê de li gorî van pîvanan tev bigerin. Ji ber ve yekê em ji rayedarên girtîgehan dixwazin ku bijişkên serbixwe biçin kontrola girtiyên di grevê deye. Ji bo bijîşk kesên di grevê de rast tedawî bike û li gorî vina wî mudaxaleyî wî bike divê bi girtî re di nava dan û stendinê de be. Divê li ser rê û rêbazê tedawiyê bi girtiyan re di nava têkiliyê de bin. Divê em vê yekê jî bêyî mudaxaleya girtîgehê pêk bînin".
LI HER DERA CÎHANÊ BIJÎŞKÊN NEXWEŞXANEYÊ DI NAVA PERGALA GIRTÎGEHÊ DE YE
Kloiber, destnîşan kir ku li her dera cîhanê bijîşkên nexweşxaneyê di nava pergala girtîgehê de ye û wiha got: "Di rewşê wisa de divê heyetên serbixwe û bijîşkên serbixwe biçin girtîgehan. Bijîşkên bi çalakgerên di greva birçîbûnê dene divê bi temamî serbixwe bin. Divê ew bi xwe biryarên tıbbî bide. Bijîşkên di nava pergala girtîgehê de bixebitin nikarin vê yekê pêk bînin. Ji ber ku ew bijîşk girêdayî wê pergalê ne. Karê wan, meaşê wan girêdayî wê pergalê ye. Divê di milê tibbî de biryarên serbixwe bidin û ne girêdayî pergalê bin. Di peymana Malta de jî ev yek aşkere ye."
Kloiber, têkildarî mudaxaleya bi zorê ya li dijî çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê jî wiha got: "Daxuyanî û vîna kes girîng e. Dema hişê wî li serê wî be, bêyî têkeve bin bandora kesên din, ger ku tedawiyê red bike divê bijîşk huremtê nîşanî vê biryara kes bidin. Tu bijîşk bêyî vîn û daxwaza girtî û nexweş nikarin mudaxale bikin."
Kloiber, anî ziman ku Serokê AKP'ê û Serokomar Erdogan mafê mudaxaleya tibbî ya li hemberî çalageran di xwe de dibîne û pîvanên Nelson Mandela bibîr xist. Me xwest ku hurmetê nîşanî Deklerasyona Yekîtiya Tabîbên Cîhanê û Peymana Malta bidin. Em wekî Yekîtiya Tabîban a Cîhanê destûr nadin muameleyên li dijî rûmet û nirxên mirovan pêk bê.
MA / Zemo Aggoz